Fen û fûta li ser germavên Hasanabdal

Hikumeta ku li Erdîşê germavên Hasanabdal hilweşand, çavkaniya ava germ a ku sedan sal in li ser erdê diherike, mîna ku nû dîtiye mizgîniya wê dide.

Qeyûmê demê û qeymeqamê navçeyê Mehmet Şîrîn Yaşar bi destê jendermeyan jendermeyan germavên li herêmê hilweşand û herêm pêşkêşî hevkar û alîgirên xwe kir. Niha jî mîna ku germav nû keşif kirine, amadekariyê dike ku pêşkêş bike.

Germavên Hasanabdal di sala 1950'î de ji aliyê xelkê herêmê ve hatin çêkirin. Ji bo bi dehan kesî bû çavkaniya hatineyê. Weke çavkaniya şîfayê jî tê dîtin, lewma her sal bi hezaran kes serdana germavên li herêmê dikin. Mirovên têne serdanê jî li avahiyên şêniyên herêmê û li kampan kon vedidin, bi rojan, bi hefteyan dimînin. Germavên ku ji bo herêmê çavkaniyeke debarê ye, bûye hedefa dewletê.

PÊŞKÊŞÎ ALÎGIRÊN XWE KIR

Qeyûmê demê û qeymeqamê navçeyê Mehmet Şîrîn Yaşar çavkaniyên ser û binê erdê yên herêmê bi hevkariya nokerên xwe yên herêmî pêşkêşî alîgirên xwe yên ji Trabzon, Çorûm û Xarpêtê kir. Piştî ku germav ji aliyê dewletê ve di Çileya 2017'an de hate hilweşandin, herêm ji mirovan jî xalî bû.

Dewleta Tirk a ku germav xera kir, çavkaniyên ser û binê erdê yên herêma Zîlanê ji bo 49 salan firot şîrketeke ji Trabzonê.

Li Geliyê Zîlanê bi serdan bi hezaran çavkaniyên ava germ hene. Dewleta ku di sala 2017'an de germav xera kir, mîna ku tiştekî nû li herêmê keşif kiriye, ragihand ku çavkaniya ava germ dîtiye.