Fedîle Tok: Em ê dîwarê zilmê hilweşînin!

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok a ev 21 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye anî ziman ku wê dîwarê zilmê bi berxwedanê hilweşînin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok ku 20’ê Çile ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ketibû greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger bi hemû biryardarî didome.

Fadîle Tok di serî de Hevserokê Meclîsa Cizirê Mehmed Tunç ê li Cîzîrê hate qetilkirin bibîr anî û got: “ Di serî de meha Sibatê ku ji bo gelê Kurd tê wateya meha reş hemû hêzên komploger û alîgir bi tundî şermezar dikin. Çalakiya berxwedêrên girevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de destpê kir û li zindan û gelek deverên cîhanê belav bû silav dikim.

‘EM Ê DÎWARÊ ZILMÊ YÊ TECRÎDÊ DI SERÊ DAGIRKERAN DE HILWEŞÎNIN’

Çalakvan û Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok bal kişand ser berxwedana Hevserokê Meclîsa gel a Cizîrê Mehmet Tunç û wiha got:“ Hîna gotinên ku birêz Mehmet Tunç ku ji bo tevahî gelê Kurd gotin li bîra me. Wek ku Mehmet Tunç gotibû; ‘Me çong nedanî em nadanin’ divê êdî em jî çong nedanin û li dijî dijmin serî netewînin. Di heman demê de maseya ku Rêber Apo ji bo ku aştiyek bê Rojhilata Navîn danî bû, dewletên faşîst bi biryarên xwe yên qirêj ev masaya aştiyê carek din ji holê rakirin û dest bi polîtîkayên xwe yên qirêj kirin. Bi polîtîkayên şer û qirkirinê xwestin gelê Kurd tine bikin. Lê bila vê yekê jî baş bizane wê bi berxwedana Mehmet Tunçan, Sêvêyan û Asyayan ku di jêrzemînên Cizirî Botan de bedenên wan şewitandîn, wê ti carî ji bîra gelê Kurd neçe û ji bo vê yekê jî em jî dibêjin ku em ê dîwarê ku niha Rêberê me di nav de tê tecrîd kirin, bi berxwedan xwe wî dîwarê zilmê di serê dagirkeran de hilweşînin.”

 ‘WÊ BI TILÎLIYÊN DAYIKAN BERXWEDAN BIGIHÊ SERKETINÊ’

Tok bal kişand ser çalakiyên tên kirin û wiha pêde çû: “Em bi ti şêweyî dest ji doza xwe bernedin û em bi berxwedana xwe hîn bihêztir dibin û bi vê berxwedana xwe bigihin serkeftinê. Rast e dayikên dil şewat her ku diçe parçeyek ji canê xwe ji bo vê dozê dikin qurban, lê belê bila dilê wan dayikan şad be, ji ber ku wê ev berxwedan bi tîlîliyên wan dayikan bigihe serkefinê.”

‘WÊ KOMPLO DI SERÊ DAGIRKERAN DE HILWEŞE’

Wê gelê me tI carî bêbextiyê bi tI şêweyî qebûl neke. Çend komkujiyên ku Kurdistanê hatIn kirin û bêbexitiyên ku li ser gelê Kurd hatin meşandin, wê di serê dagirkeriyê de bêşikandin û wê bêjin hûnê ti carî nikaribin lîstokên qirêj li ser me bidin kirin. Ev berxwedan wê bi serbikeve. Wek tê zanîn jî ev qasî 3’ê mehan e, di zindanan de, li derve û li welat berxwedaneke bê hempa ku bi çalakiyên greva birçîbûnê li hemberî dagirkeriyê tê meşandin. Em wek çalakvanên Mexmûrê ji vir heta zindana tevahî çalakvanên ku di greva birçîbûnê dene silavên xwe ji wan re dişinin.”

‘BIRYARA DMME’YÊ NEHIQÛQÎ Û NE QANÛNÎ YE’

Tok bal kişand ser biryara DMME’yê ya li ser qetlîamên jêrzemînên Cizîra Botan û got: “Biryara DMMÊ’ê ne hiqûqî û qanûnî ye. Ev biryar bi xwe nîşaneya hevkariya bi dewletê faşîst re ye. Welatên Ewropî jî hevkarên qetlîamên li Cizîrê ne. Bila her kes bizane; gelê Kurd ti carî serî netewîne û di têkoşîna xwe de bibiryar û heta seketinê jî bidomîne.

‘SERKETIN YA GELÊ KURD E’

Herî dawî Fedîle Tok diyar kir ku heta tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome wê çalakiyên wan jî dewam bikin û got: “Wê govenda me ya berxwedanê heta azadiyê û serketinê bidome. Serketin ya gelê Kurd e. Em ê bi berxwedana xwe dîwarên Girtîgeha Îmralî di serê zilmê de hilweşînin.”