Faşîzma 12'ê Îlonê tenê nekarî bi PKK'ê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, armanca darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê, bandora neyînî ya darbeyê li ser hêzên demokrasiyê, sosyalîst û civaka Kurdistanê nirxand.

Karasû diyar kir, darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê di demekê de pêk hat ku li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna siyasî xurt bûbû, dewleta Tirk nema dikarîbû civakê bi rê ve bibe, ne tenê ji aliyê siyasî ve, her wiha ji aliyê aborî, civakî û çandî ve jî krîzeke giran hebû.

Karasû bi bîr xist, ku biryara ji bo pêkanîna darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê salek berê hatibû dayin û got, "Bawerim sala 1979'an bû. Kenan Evren dema bi helîkopterê ji Mêrdînê diçe Enqereyê, di hundirê helîkopterê de brîfîng jê re tê dayin û bal tê kişandin ser bandora Apoyiyan a di têkoşîna Hîlwan-Sêweregê de. Mehmet Alî Bîran, di pirtûkeke xwe de ya li ser 12'ê Îlonê dibêje, Kenan Evren dema bi helîkopterê di ser Rihayê re derbas dibe, biryara darbeya leşkerî dide."

Karasû destnîşan kir, ku ji bo zemînek ji darbeya leşkerî re bê amadekirin û darbeya faşîst a leşkerî bi hêsanî serdest bibe, Kanûna sala 1978'an hêzên faşîst û paşverû êrîşî şoreşgeran û Elewiyan kirin û di vê Komkujiya Mereşê de rê li ber mirina zêdeyî 200 mirovî vekirin.

Mûstafa Karasû bi bîr xist, ku piştî Komkujiya Mereşê ewilî li hin cihên Tirkiyeyê piştre jî li piraniya Kurdistan û Tirkiyeyê rewşa awarte hate ragihandin û got, ev rewşa awarte amadekariya darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê bû.

Karasû bal kişand ser nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî Komkujiya Mereşê, ku wiha gotibû, "Eger hêzên şoreşger, hêzên sosyalîst, hêzên demokrasiyê nebin yek û bi têkoşîneke hevpar nikaribin pêşî li êrîşên faşîst bigirin, wê li Tirkiyeyê darbeya leşkerî bê kirin. Bi rêya vê darbeyê wê bê xwestin, şoreşger, sosyalîst û Tevgera Azadiyê ya Kurd bê eciqandin."

JI BER KU TEVGERÊN ÇEP XWE NEDAN BER ENIYA HEVPAR, PÊŞÎ LI DARBEYA LEŞKERÎ VEBÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, ji ber ku çep a Tirk xwedî pêşdîtineke têrker a di vî warî de nebû, hewldanên tevgera wan ên ji bo afirandina eniyeke hevpar a li dijî faşîzmê bi ser neketin û wiha dewam kir: "Piştî Komkujiya Mereşê Serok hevalê Cuma wezîfedar kir, ku bi çep a Tirk re hevdîtinan bike û li dijî faşîzmê rê li ber tifaqê veke. Bi nirxandinên weke 'Taliya rewşa awarte ya piştî Komkujiya Mereşê hate ragihandin, darbeya leşkerî ye' pêşniyar li hêzên şoreşger û hêzên çep dihate kirin ku tifaqek bê afirandin. Lê belê ew bi erênî nêzî vê nebûn. ji ber ku têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê ku tevgera me pêşdîtina wê kir bi cih nehat, pêşî li darbeya leşkerî vebû."

'RÊBER APO TEVGERA ME JI BO ŞERT Û MERCÊN DIJWAR AMADE KIRIBÛ'

Karasû diyar kir, ku pêkhatina darbeya faşîst a leşkerî gelek rastî derxist holê û ev tespît kir: "Lawaziya hêzên çep, lawaziya hêzên demokrasiyê, lawaziya komên Kurd, her wiha kêmasiyên me jî derxist holê. Ji ber ku darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê bi tundî bi ser tevgerên şoreşger û gel ve çû. Ji destpêkê ve teror kir û dest bi girtinan kir. Di rewşa awarte ya beriya 12'ê Îlonê de jî girtin zêde bûbû. Bi rêya girtina mirovan di nava mercên rewşa awarte de hewl dan şoreşgeran qels bikin û bi vî rengî bingehê ji 12'ê Îlonê re amade bikin. Bi 12'ê Îlonê re ev êrîş zêde bûn. Welê lê hatibû, ji ber ku hejmara mirovên binçavkirî û girtî zêde bûn êdî cih li qereqolan nema bû. Li salonên sporê û dibistanên li Kurdistanê dihatin bicihkirin. Ev cihên navborî veguherandibûn êşkencexaneyan. Li Tirkiyeyê jî êrîşên bi heman rengî hebûn. Piştî van êrîşan têkoşîna ciwanan û karkeran sekinî. Li rêxistinên şoreşger welê hatibû ku nema dikarîbûn xwe bilivînin. Beriya 12'ê Îlonê têkoşîneke xurt hebû, lê piştî darbeyê ev têkoşîn ji xafil ve sekinî. Li Kurdistanê jî komên din ên Kurd di demeke kin de tevizîn.

Tevgera me li gorî rêxistinên din ên Kurd û çepa Tirkiyeyê asta xwe ya rêxistinî diparast û kapasîteya xwe ya têkoşînê didomand. Beriya 12'ê Îlonê Rêber Apo weke tedbîr derketibû derve. Hebûna Rêbertî li derve girîng bû. Tevgera me beriya 12'ê Îlonê bi dehan kadro şand qada Lubnanê, li kampên Fîlîstînê jî perwerdeya leşkerî dabû kirin. Ev kadro vegeriyabûn welêt û amadekarî ji destpêkirina şerê gerîla re kiribûn. Wekî din, ji berê ve tedbîr girtibû ku ji bajêr berê xwe bide çiyê. Ji ber ku pêkhatiya darbeyê ji berê ve didît, ferman hatibû dayin ku li çiyê stargehan, wargehan çêbikin."

Karasû destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zîhniyet û feraseteke ku koma Apoyî û PKK'ê timî li gorî têkoşîna şert û mercên herî dijwar amade bike, bi rêxistin kir û got, "Ji xwe PKK'ê tevgerên din rexne dikir ku xwe li gorî têkoşîna mercên hêsan bi rêxistin kirine. Me ew weke reformîst, teslîmkar dinirxand. Me digot, 'bi feraseta wan nabe ku li Kurdistanê têkoşîn bê dayin'. 12'ê Îlonê jî em piştrast kir."

'JI BO ENIYA HEVPAR ME GELEKî HEWL DA'

Ji bo pirsa "Tevgera we çawa karîbû li ser piyan bimîne û mezin bibe?" Karasû ev bersiv da:

"Bandora herî mezin a vê yekê rastiya Rêber Apo ye. Feraseta rêxistin û kadro ya tevgera me, feraseta têkoşînê ye. Ji ber vê yekê, hemû tevgerên din li pêşberî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ji hev ketin, lê tevgera me li ser piyan ma."

Karasû wiha dewam kir: "Dibe ku hin komên çep ên li Tirkiyeyê xwestin, ku li dijî faşîzma 12'ê Îlonê têbikoşin, lê belê tevizî bûn. Wê wextê, Rêber Apo li Lubnan, Sûriye, Rojhilata Navîn hewl dida kadroyan bi rêxistin bike, perwerde bike û ji nû ve bixe nava têkoşînê. Komên din berê xwe dan Ewropayê û bûn penaber. Lê Rêber Apo ji roja destpêkê ve hewl da rêxistinê komî ser hev bike û ji nû ve ji têkoşînê re amade bike. Her wiha ne tenê PKK û Rêbertî tevgera xwe komî ser hev kir. Dizanîbû ku di nava şert û mercên faşîzmê de têkoşîn bi eniyekê ta dayin, lewma pêşengî ji avabûna eniyeke bi navê eniya demokratîk a yekbûyî ya li dijî faşîzmê kir. Eniya demokratîk a yekbûyî ya li dijî faşîzmê, ku ji zêdeyî komên ku piraniya wan çepa Tirkiyeyê bûn pêk dihat, hate avakirin. Vê eniyê rê li ber kelecanekê vekiribû. Lê belê ji ber ku hin rêxistinên li Tirkiyeyê xwedî bingeheke girseyî tevlî vê eniyê nebû, têkoşîneke hevpar a ku karibe faşîzmê li Tirkiyeyê têk bibe, derneket holê.

Feraseta Rêber Apo ew bû ku hem tevgerê, hem jî çep a Tirk komî ser hev bike. Her wiha tevgera me gelek kesên ji çepa Tirk kişand Lubnanê. Gelek milîtan û kadroyên pêşeng ên Dev-Yolê bi rêya tevgera me ji Tirkiyeyê derketin. Lê belê ji ku Dev-Yolê cihê xwe di nava têkoşîna eniya yekbûyî ya li dijî faşîzmê cih negirt, her tim xwe vegirt û nexwest li gel Apoyî û PKK'ê bê dîtin, vê rewşê bandoreke gelekî neyînî li avabûna eniya berfireh û xurtbûna têkoşîneke hevpar kir. Eger Dev-Yol tevlî têkoşîna li dijî 12'ê Îlonê bibûya, bi rengekî rast nêzî rizgariya gel bibûya, eger enî berfireh û mezin bûya, çep a Tirk bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re têkoşîneke hevpar bimeşanda, wê têkoşîna li dijî faşîzmê di rewşeke cuda debûya. Rewşa niha ya Tirkiyeyê jî wê cuda bûya. Wê li Tirkiyeyê guherîna demokratîk şoreşger pêk bihata."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ragihand, ji bo xurtkirina têkoşînê PKK ti carî dudil nebû û got, "Ji xwe bi berxwedana zindanê re ev hewldanên tevgera me xurtir bûn. Hewldanên Rêber Apo û berxwedana li zindanan bûn yek û bi vî awayî tevgera me xurt bû û berê xwe da welêt. Bi Pêngava 15'ê Tebaxê re têkoşîna gerîla hate destpêkirin. Li ser vê bingehê serhildanên ku rê li ber şoreşa vejînê vekir, pêk hatin."

BERXWEDAN Û BANDORA GIRTIYÊN JI DOZA PKK'Ê

Di dewama axaftina xwe de Karasûişaret bi rola dîrokî ya berxwedana zindanan kir û got, "Hemû rêxistin derketin derveyî welat, welê li wan hat ku nema karîbûn têbikoşin. Derb li tevgera me jî ketibû. Piştî darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê zehmet bû ku rêxistinek li derve li ser piyan bimîne û hêza xwe biparêze. Beriya 12'ê Îlonê gelek rêxistinên şoreşger hebûn, lê piştî darbeyê hemû bê bandor bûn."

Karasû destnîşan kir, ku di rewşeke bi vî rengî de dijmin berê xwe da zindanê û anî ziman, bi teslîmgirtina girtiyan re wê berxwedan bişikanda, bi vî rengî ne li derve, ne jî li girtîgehê wê tevgereke ku têkoşîna azadiyê ya gel, azadî û demokrasiyê diparêze, nemabûya.

Karasû diyar kir, li zindanê jî herî zêde êrîşî zindana bi hejmara 5'an a Amedê kirin, ku girtiyên PKK'ê lê bûn. Karasû got, "Di şexsê girtiyên PKK'yî de xwestin vîna PKK'ê bişikînin û tasfiye bikin. Di şexsê girtiyan xwestin PKK'ê bixin nava betonên zindanê. Lewma bi zext û êrîşên gelekî giran li zindana Amedê hewl dan vînê bişikînin."

Mûstafa Karasû anî ziman, ku di şexsê girtyan de ne tenê tevger wê bihata tasfiyekirin, her wiha wê civak jî bihata tevizandin û got, "Armanceke bi vî rengî ya nexêr a dijmin hebû. Dixwest hemû girtiyên Kurd, hemû PKK'yiyan bikin mikurhatî. Bi vî awayî dixwest hêviya azadiyê ya gelê Kurdistanê bişikîne."

Karasû destnîşan kir, ku li hemberî vê armanca nexêr, berxwedaneke dîrokî hate kirin û got, "Berxwedana Mazlûm û ya Çaran çêbû. Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê pêk hat. Di berxwedanên di şexsê berxwedana 14'ê Tîrmehê de şênber bûn, gelek şehadetên mezin çêbûn. Van hemûyan ne tenê zextên li girtîgehê teşhîr kirin; ji aliyê îdeolojîk ve faşîzma 12'ê Îlonê têk birin. Ji bo pêşketina têkoşîna PKK'ê bandorên gelekî mezin kirin. Hêz da hewldanên Rêbertî ku li derveyî welat hewl dida rêxistinê komî ser hev bike û li têkoşînê vegerîne."

Karasû diyar kir, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê meylên tasfiyekar têk birin û bûn bang ji bo vegera li welêt. Karasû got, "Êdî mafê gotinê ji tasfiyekar, revok û yên xwe ji têkoşînê vedigirtin, nema. Êdî gotin gotina 14'ê Tîrmehê bû, gotina Mazlûm bû, gotina Çaran bû. Wan partî teslîm dikirin. Eger wan karîbûn di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe bidin, hingî li derve derfet hebûn ku hê bi hesanî û bi bandor li ber xwe bidin."

Karasû anî ziman, berxwedana li zindana hejmara 5'an a Amedê bandoreke gelekî erênî li têkoşîna li derve û gel kir.

Karasû di dewama axaftina xwe de got, "Faşîzma 12'ê Îlonê teşhîr kir û têk bir. Têkçûna destpêkê ya 12'ê Îlonê bi berxwedana zindana Amedê bû. Wan dixwestin di şexsê girtiyan de PKK'ê tasfiye bikin, hêviya gelekî bişikînin, lê encam berevajî bû. Di şexsê zindanan de hêviya gel zêde bû, di şexsê berxwedêrên zindanê de karakterê şoreşgerî yê PKK'ê hê tûj bû. Feraseta têkoşîna di nava şert û mercên zehmet de veguherî rêbazekê. Di şexsê berxwedana zindanê de rêbaza şoreşa Kurdistanê derket holê. Lewma armancên 12'ê Îlonê serûbin bûn, bi ser neketin. Ji ber vê yekê, cihê zindanan di nava têkoşîna me de cihekî pir pir girîng e. Ji xwe Rêber Apo ji bo berxwedêrên 12'ê Tîrmehê got, 'Yên ku herî baş em fêhm kirin, ew bûn, yên ku desteka herî mezin dan têkoşîna me ew bûn'. Bi vî rengî nîşan da bê berxwedana zindanan encameke çawa ya dîrokî derxist holê. Ji xwe piştî wan, rêxistinbûn û hewldanên tevgera me hê bi bandor bûn. Îradeya gelê me ya li dijî faşîzmê derket holê."

WÊ SIBE DEWAM BIKE