‘Faşîzma 12’ê Îlonê li zindanan têk çû’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: “Faşîzma 12’ê Îlonê li zindan li hemberî îdelojiyê têk çû. Dema wan dixwestin PKK’ê di nav betonên zindanê de winda bike, faşîzma 12’ê Îlonê li hemberî îdeolojiya PKK’ê têk çû.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû yê ku yek ji berxwedêrê Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an bû bi wesîleya salvegera darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’an ji ajansa me re axivî.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû şehîd û berxwedêrên li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê bi hurmet bi bîr anî û got “Bi saya berxwedêr û şehîdan darbeya 12’ê Îlonê negihişt armanca xwe. Ji bo ev darbe were fêmkirin divê rewşa li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn were fêmkirin. Sedemên navxweyî û derve yê 12’ê Îlonê heye. Dema her du dibin yek darbeya faşîst a 12’ê Îlonê pêk tê. Beriya darbeya 12’ê Îlonê li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîneke şoreşgerî ya mezin hebû. Tevgera azadiyê ya ku PKK’ê pêşengiya wê dikir polîtîkaya qirkirinê ya ji Komarê û vir ve pûç dikir.”

Karasû diyar kir ku dewleta Tirk Kurdistan mirî nîşan dida û got “Li gorî wan wê Kurdan dîsa nikaribûna serî hilda. Lê di sala 1970’an de ev rastî guherî. Derket holê ku Kurd dikarin serî hildin, li ber xwe bidin û ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin. Di salên 1970’î de fikrên azadiyê li her derê heta reşandin. Li her derê ciwanan berê xwe dan têkoşîna azadiyê. PKK li gelek cihên Kurdistanê xurt dibû, bandor li ser bi milyonan kesan kir. Ji ber vê jî xwestin tevdîrê bistînin. Ji ber ku wan dixwest pêşiya wê bigirin. Zêde nikaribûn pêşiya wê bigirtina. Ji xeynî PKK’ê jî hin rêxistin hebûn lê PKK’ê rê li ber pêşketinên li Kurdistanê vedikir.

HER KES BIRÊXISTIN BÛ

Kenan Evren dema ji Mêrdînê bi helîkopterê diçe Enqereyê, diyar dike ku dema ew li ser Sêwreg û Hîlwanê bûn biryara darbeyê dane. Di roportajên Mehmet Alî Bîrand de yên li ser 12’ê Îlonê jî ev tê gotin. Di heman demê de ji ber tevgera şoreşger û demokratîk li Tirkiyeyê pêş diket, darbeya leşkerî pêk hat. Tevgera kedê gelekî pêş diket. Ciwan, jin, karmend, endazyar, ronakbîr hemû kes birêxistin bûn. Polîsan jî xwe birêxistin kiribûn. Bi navê POL-DER polîsên şoreşger hebûn. POL-BÎR jî hebû ya ku faşîstan ew bi rêxistin dikir. Di nav leşkeran de rêxistinkirin hebû. Di nav xwendekarên dibistanên leşkerî de serbazên ciwan jî bandora tevgerên şoreşger hebû.”

NATO, YE Û DYE PIŞTGIRÎ DA FAŞÎSTAN XWEST PÊŞIYA ŞOREŞGERAN BIGIRE

Karasû diyar kir ku ev geşedan dewleta Tirk aciz dikir a ku endamê NATO’yê ye û got “ Ji bo ku Tirkiye ji NATO’yê dernekeve û kontra-gerîlla ya girêdayî NATO’yê û MHP’ê li dijî sosyalîst û kedkaran êrîşên mezin dikir. Di êrîşên li ser şoreşgeran de bi hezaran ciwan şehîd bûn. Şoreşeran li hemberî faşîzmê li ber xwe dan. Dema tevgerên gel, tevgerên şoreşger û tevgera Kurd pêş ket, ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê bû, NATO, YE û DYE’yê jî piştgirî dan van rêxistinên faşîst û xwestin pêşiya şoreşgeran bigire. Rastî ev e. Gotinên wekî çek him didan çepgiran û him jî didan rastgirin ew bera ber hev didan şaş e. Ji bo pêşiya têkoşîna şoreşgerî bigirin, ev tişt diyar dikirin. Ji bo ku êrîşên faşîstan ên li ser şoreşgeran normalîze bikin, nirxandinên wisa dikirin.

Bi bandora Nifşên 1968’an re û bi bandora Mahîr, Îbrahîm û Denîzan ev pêşketin çêbûbû. Ji bo pêşiya vî tiştî bigirin darbeya leşkerî ya 12’ê Adarê pêk hatibû. Piştî vê darbeyê Mahîr hate qetilkirin û Denîz hate darvekirin. Di sala 1973’an de Îbrahîm Kaypakkaya li girtîgeha Amedê hate qetilkirin. Piştî sala 1973’an têkoşîna şoreşgerî geş bû. Polîsan êrîş dikirin, faşîstan êrîş dikirin. Ji ber vê jî biryara darbeyê wergirtin. DYE û NATO’yê piştgirî daye vê darbeyê.

SEDEMÊN DERVE YÊN DARBEYÊ

Li Efganistanê desthilatdariyeke çepgir a nêzî Sovyetê hebû. Li wê derê jî bi darbeya leşkerî desthilatdariyeke çepgir a girêdayî Sovyetê çêbûbû. Li aliyê din Îran hebû ya ku tevî Tirkiyeyê qereqol û jendirmetiya Rojhilata Navîn dikir. Li Îranê jî Şoreşa Îslamî pêk hatibû. Ew jî ji welatên rojava qut bûbû. Ji ber vê jî divê Tirkiye bihata parastin. Lê Tevgera Azadiyê ya Kurdan a ku PKK’ê pêşengiya wê dikir geş dibû, ji ber vê jî biryara darbeyê hate dayîn.”

DYE TEVGERA APOYÎ WÊ DEMÊ DIDE HEMBERÎ XWE

Karasû diyar dike ku DYE ji zû ve dixwaze PKK’ê tasfiye bike û got “Hin belge derketibûn holê. Wê demê Serkonsolosxaneya Edeneyê ya ku bi Kurdistanê re eleqedar dibe, raporan ji Tehranê re dişîne ya ku navenda Gladyo ya li Rojhilata Navîn e. Di wan raporan de tê gotin ku ‘Tevgereke bi navê Apoyî derketine holê, heke pêşiya wê neyê girtin wê li ber gelek tiştan veke. DYE wê demê PKK’ê dide hemberî xwe. Piştî van tiştan darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê pêk hat.”

BI 12’Ê ÎLONÊ RE ÎSLAMIYA SIYASÎ XISTIN NAV DEWLETÊ

Karasû diyar kir ku Tirkiye welatekî misilman e û endamê NATO’yê ye û got ku “Li Tirkiyeyê Îslamiya Siyasî xurt kirin û xwestin Tirkiyeyê kontrol bikin û li ser vî esasî hikuman li ser Rojhilata Navîn bikin. Bi 12’ê Îlonê re Îslamiya Siyasî xistin nav dewletê. Di wan demê de Kenan Evren li qadan Quran û ayet xwend û qala dîn û îman kiriye. Berê ceza didan kesên ku ol dikirin amûra siyasetê lê piştî 12’ê Îlonê wan bi xwe dîn ji xwe re kirine amûr.

Mesela tevgera Fethûllah Gulen xwe dispêre salên 1960’î lê bi 12’ê Îlonê re dikeve nav dewletê. Bi 12’ê Îlonê re endamên tevgera Fethûllah Gıeln dikevin nav dewletê û pêvajo dest pê kiriye ya ku desthilatdariya AKP’ê ava kiriye. Faşîzma 12’ê Îlonê ji aliyekî ve xwestiye tevgerên şoreşger têk bibe lê ji aliyê din ve jî plansaziya dahatûya Tirkiyeyê kirine. Yek ji van plansaziyan jî ev e ku Îslama siyasî xistine nav dewletê.”

PKK WÊ BIHATA SERKUTKIRIN, QIRKERÎ BIHATA GIRANKIRIN

Karasû got tişta ku dihate xwestin ku li Kurdistanê bikin cudatir bûye û got, ''Tevgera azadiyê ya Kurd wê were serkutkirin, PKK wê were serkutkirin. Li ser vê wê qirkerî zêdetir giran bikirana. Çawa ku li Dêrsimê, piştî şikestina Dêrsimê qirkirina spî hatibe destpêkirin, girankirin vê carê jî heke PKK ango Têkoşîna Azadiya Kurd bihata çewisandin, faşîzma 12'ê Îlonê li hemû Kurdistanê wê qirkerî giran bikira, hemû astengiyên li pêşiya qirkeriya Kurd ji holê bihatana rakirin, di nav 10-15 salan de li Tirkiyê jî êdî ti kesekî ku ji xwe re bibêje, Kurd e, wê nehatiba hiştin.''

YEK JI ARMANCA DARBEYÊ JÎ BELAVKIRINA CIVAKÎBÛNÊ BÛ

Karasû bi berdewamî got yek ji armanca darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê ew bû ku li Tirkiyê avaniyeke nû ya siyasî, civakî were avakirin, hemû rêxistiniyan berbelav bikin, êdî li Tirkiyê welatekî wiha ava bikin ku ti tevgerên şoreşgerî lê nîn in. Karasû got, ''Ji ber vê sedemê yek ji hedefa wan a sereke rêxistin belav kirine, civaka rêxitsinî belav kirine. Bi belavkirina civaka rêxistinî felsefeya takekesiya ku Ozal digot, pê rabe hatiye belavkirin.''

ZEMÎNA ÎRO BI DARBEYA 12'Ê ÎLONÊ RE HATIYE AFIRANDIN

Karasû li ser bandorên wê demê yên li ser niha wiha got: ''Heke îro hê jî li Tirkiyê demokrasî qels be, hê jî hişmendiya dewletê zêde be, hê jî heke barîkatên ku hatine danîn nehatibin derbaskirin, heke hê jî hema hema her kes dibêje divê xizmet ji polîtîkayên dewletê re were kirin, heke zexteke wiha li ser CHP'ê jî tê danîn, wê jî mîna muxalefeteke sînordar nabînin, zemîna vê bi darbeya 12'ê Îlonê hatiye avakirin.''

12'Ê ÎLONE LI ZINDANAN JI HÊLA ÎDEOLOJÎK VE HATE TÊKBIRIN

Karasû li dijî darbeyê bal kişande ser berxwedana li Kurdisanê, diyar kir nexasim berxwedana li zindana pir girîng bûye, got li zindanan di şexsê PKK'ê de dihate xwestin ku Tevgera Azadiya Kurd were serkutkirin, dixwestin ku PKK li xwe mikur were, teslîm were girtin, li derve jî PKK were çewisandin û hêviya PKK'ê were şikandin û got, ''Wan dixwest ku PKK'ê li zindanan di nav betonê de veşêrin lê berxwedêr faşîzma 12'ê Îlonê ji hêla îdeolojîk ve têk birin û wiha rê li ber têkçûna faşîzma 12'ê Îlonê vekirin. ''

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê wiha domand: ''Bi saya berxwedêr û şehîdên em darbeya 12’ê Îlonê negihişt armanca xwe. Ji bo ev darbe were fêmkirin divê rewşa li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn were fêmkirin. Sedemên navxweyî û derve yê 12’ê Îlonê heye. Dema herdu dibin yek darbeya faşîst a 12’ê Îlonê pêk tê. Beriya darbeya 12’ê Îlonê li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîneke şoreşgerî ya mezin hebû. Tevgera azadiyê ya ku PKK’ê pêşengiya wê dikir polîtîkaya qirkirinê ya ji Komarê û vir ve pûç dikir.''

ŞEHÎDÊN ME JIYANA XWE DANÎNE HOLÊ Û 12'Ê ÎLONÊ TÊK BIRIN

Karasû bal kişande ser berxwedana zindana Amedê û got, ''Faşîzma 12'ê Îlonê van rojan hate têkbirin. Van em dîsa nêzî 12'ê Îlonê dibin. Kemal Pîr 7'ê Îlonê şehîd bûbû. Piştre şeva 13'ê Îilonê heval Xeyrî şehîd bû. Piştî bi du sê rojan heval Akîf şehîd bû. Piştî Akîf bi du rojan heval Elî şehîd bû. Di salvegera 12'ê Îlonê de jî şehîdên me qaqibandin, jiyana xwe danîn holê û 12'ê Îlonê têk birin. Dema ku 12'ê Îlonê tê gotin ji aliyekî ve êşkenceyên wê, zilma wê bi bîra mirov tê û ji hêlekê ve jî li dijî wê berxwedana li zindana Amedê ya Nimro 5 tê bîra mirov. Divê mirov 12'ê Îlonê wiha bi bîr bîne.''

VAN BERXWEDANAN RÊYA 15'Ê TEBAXÊ DANÎN

Karasû bi domdarî got ji bo ku darbe were mayindekirin Destûra 12'ê Îlonê hatiye danîn û got, ''Lê van berxwedanan destûr parçe kirin. Her kesî piştre hewl da ku destûrê biguherîne. Li cîhanê ti destûr bi qasî vê neyê rexnekirin. Ji ber vê 40-50 carî hatiye guherandin lê gewhera wê weke xwe maye.''

Karasû bi berdewamî dîsa bi bîr xist, '''Heke kesî berevanî li 12'ê Îlonê nekiribe, hatibe têkbirin para Tevgera Azadiyê bi mîsogerî diyarker e. Berxwedana Kemal, Xeyrî, Mezlûm, Elî û Akîf diyarker e. Divê ev were dîtin. Jixwe Kemal Pîr di nav berxwedanê eynî wiha got, ''Me singek di vê dewletê de kuta, heke bikaribin derxînin bila derxînin. Va niha em 6 kes in, em bûne 16 û sibe em ê bibin bi milyonan.'' Karasû her wiha got, ''Her wiha van berxwedêran rêya 15'ê Tebaxê jî danîn. Pêngava 15'ê Tebaxê jî bû darbeyeke giran a şûr a li ser serê faşîzma 12'ê Îlonê.''

LI DIJÎ DARBEYA LEŞKERÎ ME BI PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ BERSIV DA

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû herî dawî got: ''Heke pêngava 15'ê Tebaxê nebûya, hê jî wê xwe xurt nîşan bide, karîger û serkeftî nîşan bida. Lê piştî ku ev destûr hate qebûlkirin bi 2 salan hê dema ku Kenan Evren serokkomar bû, pêngava 15'ê Tebaxê dest pê kriibû û wiha armanca 12'ê Îlonê hatibû belawela kirin. Ji ber vê Rêber Apo ku 15'ê Tebaxê dayî destpêkirin û ji bo wê keda wî pir zêde ye û helbet serfermandarê me Mahsûm Korkmaz bi vê wesîleyê em hurmet û minet bi bîr tînin. Kenan Evren darbeya leşkerî kir, li dijî vê me jî bi pêngava 15'ê Tebaxê bersiv da. Têkçûna îdeolojîk jî bi pêngava 15'ê Tebaxê me kirine têkçûneke siyasî û leşkerî. Bi vê wesîleyê ez hemû şehîdên me ku 15'ê Tebaxê pêk anîn, dîsa şehîdên ku pêngava 14'ê Tîrmehê pêk anîn û faşîzma 12'ê Îlonê têk birin bi hurmet û minet bi bîr tînim.''