Farisogûllari: Divê Barzanî li ba gelê xwe be

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogullari diyar kir, ku operasyonên dagirkirinê yên Tirkiyeyê, encama polîtikaya bêçareseriyê ye û destnîşan kir ku divê Barzanî dijî vê yekê li ba gelê xwe be.

Operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi navê "Pençe" ku 27'ê Gulanê li hemberî Xakurkê dan destpêkirin û di çarçoveya vê operasyonê de qadên jiyanê yên sivîl tên bombebarankirin, didome. Heta niha di êrîşên hewayî de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 5 sivîl jî birîndar bûne. 

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari, operasyonan dagirkirinê û helwesta Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê rexne kir û anî ziman ku divê li dijî dagirkirinê Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ba gelê xwe be.

‘TIFAQA FAŞÎST TÊK ÇÛ’

Farisogûllari anî ziman ku hikûmeta APK’ê ketiye tengasiyek mezin û ji bo ku ji vê tengasiyê derkeve êrîşî nirxê Kurdan dike û xaka Kurdistanê dagir dike. Farisogûlalari destnîşan kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê û Ergenekona ku piştgiriyê dide wan, hêj di bêçareseriyê de israr dike û dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne. Farisogûllari bilêv kir ku di hilbijartina dawî de AKP-MHP têkmçûn û wiha axivî: “Di hilbijartina Stenbolê de xeta sêyemîn bi ser ket. Hikûmeta AKP’ê ne tenê di hilbijartinê de winda kiriye. Di hemû aliyan de hikûmeta AKP-MHP’ê têk çûye. AKP niha ji bo bikare desthilatariya xwe dirêj bike, bi nîjadperestî û hewldanên dagirkirinê êrîşî xaka Kurdistanê dike.”

‘LI DIJÎ KURDAN KOMPLOYEK NÛ DANE DESTPÊKIRIN’

Farisogûllari anî ziman ku hikûmeta AKP’ê mîtîngeriyek nû li Kurdistanê xistiye dewrê û wiha pê de çû: “Di serî xwestin xeta Rojava dagir bikin û bi vê boneyê destpêkê Efrîn hate dagirkirin. Dewleta Tirk bi tena serê xwe Efrîn dagir nekir. Li ber çavê dinyayê bi piştevaniya hêzên serdest Efrîn hate dagirkirin. Bi Efrînê ev pêngava dagirkirinê destpêkir niha jî li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dewam dike. Li Rohilata Navîn du enî hene ku dixwazin ji nûve dîzayn bikin û hêzên deshilat dixwazin hinek rêyên nû ji vê yekê re vekin. Bi Efrînê û Şengalê ev yek dewam kir. Li Şengalê bi rêyên cuda û hevkariyê operasyon pêk anîn. Bi hevkariya qirêj Mam Zekî û Diyar Xerîb jiyana xwe ji dest dan. Tirkiye bi serê xwe bi tu awayî nikare vê rêbaza Îsraîlê li ser xaka Kurdistanê bide meşandin. Hêzên serdest ên navneteweyî li dijî Kurdan komployek nû dane destpêkirin.” 

'POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û ÎMHAYÊ ENCAM NEGIRTIN' 
 
Farisogullari, bal kişand ser plana 'Têkbirinê' ya li dijî Kurd a piştî civîna MGK’ê ya 2014'an û wiha domand: “Kurdan êşên gelek mezin dîtin. Lê tevî hemû êşên giran, Kurdekî jî li hemberî van êş û êrişan çong netewand. Li dijî polîtikayên înkar û îmhayê serî netewand. Tevî hemû polîtikayan Kurdan li Tirkiye, têkoşîna siyaseta demokratîk heta dawî meşand û dixwaze aştiyek mayinde pêş bikeve. Tişta ji niha û şûnde bê kirin dive her kes guh bide bang û peyamên Birêz Ocalan û tespîtên wî esas bigirin. Birêz Ocalan rêya sêyemîn pêşniyar kir û vê pêşniyarê hişt ku aliyê demokrasiyê bi serbikeve. Ji ber ku rêya sêyemîn ya Ocalan bi serket û faşîzim têkçû, niha jî aliyê dagirkirinê ketine dewrê.”

‘DIVÊ BARZANÎ HELWESTA XWE ZELAL BIKE’

Farisogûlalari, bang li Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir û wiha axaftina xwe domand: “Divê hikmeta Herêma Federel a Kurdistanê xizmeta polîtîkayên şer ên Tirkiye neke. Em bang dikin û dibêjin; Axa we tê dagirkirin. Gelê we tê qetilkirin. Divê hûn xwedî helwestek bin. Divê birêz Neçirvan Barzani ji bo yekîtiya Neteweya Kurd rol bilîze. Divê bingaha yekitiya Kurd ava bike."

Farisogûllari destnîşan kir, ku divê Barzanî li ba gelê xwe be û got, "Gelê Biradost gelek berxwedêr û serhildane. Divê her Kurdek li her alî tevlî berxwedana gelê Biradost bibe. Dîrok vê yekê efû nake. Gelê me tê qetilkirin, Neçîrvan Barzanî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd tewanbar dike. Binêre gelê te tê qetilkirin bê ku li hember derkevî Tevgera Azadiyê tewanbar dike. Ev yek nayê qebûlkirin û divê hikûmeta Başûr û Iraqê li dijî vê dagirkeriyê derkevin."