Balafira şer a F-16 ya ku ji Fermandariya Qewetên Hewayî ya Taktîka 2. a ji Baregeha Sereke Jetê ya 8. ji navenda bajêr 12’ê Kanûnê rabûyî, piştî rabûnê daket tam jî vê demê li qada vala a di navbera Çarikli û Yeşildere a Sûrê de hate xwarê. Piştî ku balafire ket li hemû yekîneyên bajêr rewşa alarmê çêbû, organên medyayê peşî gotin balafir hate xistin. Li gorî jêderên ewlekarî agahiyên pêşî wiha bûn: ‘’12.12.2016’an 19.32 li mewkiya Çarikli Tavşantepe li ser rêya Mêrdînê, hatiye tespîtkirin ku balafira me F-16 a li herêma jandarma ketiye, rewşa pîlotê balafirê baş e, bi paraşûtê xwe avêtiye, di mulaketê de diyar kiriye ku balafir di encama êrîşê de hatiye şikandin.’’ Piştre di daxuyaniya artêşa Tirk de hate gotin F-16 hatiye şikandin, pîlot sax filitiye, têkildarî bûyerê lêkolîn hatiye kirin. Lê li gel ku 4 meh di ser re derbas bûne jî ti daxuyanî nehatiye dayin.
NAVENDA PARASTINA GEL ANÎ SER XWE
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (HPG) piştî bûyerê bi 2 rojan di daxuyaniya 14’ê Mijdarê de got, ‘’2’ê Mijdarê, êvarî saet 19.30’an, li asîmanê Amedê balafireke şer a F-16 ku ji Baregeha Sereke ya Jetan a 8. a Amedê rabûyî û Kurdistanê bombe dike, ku girêdayî Qewetên Hewayî yên Tirk bû, ji hêla Tîma Azad Farqîn ve bi rêbazên taybet hatiye şikandin’’ û bi vî rengî jî ragihand ku bûyer ji hêla wan ve pêk hatiye.
TEVDÎRÊN DERASAYÎ
Piştî bûyerê herêma ku balafir ketî bi berfirehî hate dorpêçkirin, bi rojan lêkolîn hatin kirin. Ji operasyonê ti encam bi dest ve neanîn, parçeyên balafirê nêzî heftiyekê li eraziyê man. Piştî ekîba taybet a ku ji Enqerê hatî parçeyên balafirê dane hevû birin. Piştî şikestina balafirê tevdîrên li baregeha jetê hildane asta herî jor. Li araziyên derdora baregehê ya li navendê tim bi wesayitên zirxî dewriye digerin, li dor balafirgehê jî tevdîr pir hatine zêdekirin.
PÎLOT ‘FLARE’ BI KAR TÎNIN
Ji bilî tevdîrên ku hatine zêdekirin pîlot jî dema ku radibin û dadikevin pir bi tevdîr in. Dema ku balafire radibin bi demeke kurt ji bo xwe ji fûzeyên ji germê karîger dibin xwe biparêzin ‘flare’ bi kar tînin, ku ev ronkahiya zêde berbelav dikin. Flare hem dema şevê û hem jî bi roj têne bi kar anîn. Piştî ku balafir ket balafirên şer êdî dema ku difirin hema hema bi 90 pîleyî difirin. Berê balafirên şer dema ku radibûn di ser bajêr re piştî ku nizm difirîn radibûn
FLARE ÇIYE?
Ji egzozên motorên jetan ên balafir û helîkoptêran gazeke bi têhna zêde derdikeve. Mercek û xwendêra optîk ên fûzeyên ku ji têhnê karîger dibin, bi radara xwe balafirê zevt dike, û ji bo rewşa lêxistinê ya rast pêk bîne li armancê asê dibe. Dema ku dikeve menzîla rast fûze tê avêtin. Piştî vê mercek û xwendêra optîk egzoza germ zevt dike û berê xwe dide wir. Balafirên şer hem lêasêbûnê fêhm dike û cinsê fûzeya ku lê ketî jî nas dike. Heke fûzeya li têhnê be bi ‘’flare’’ û heke ya raderê be bi ‘’chaff’ê xwe diparêze. Flare madeyek e ku ji têhna ku ji ezgozê de zêdetir derdixîne. Bi vî rengî jî fûze dema ku fê germê hîs dike dev ji balafirê berdide û li flareyê dixe ku zêde germahiyê belav dike.
ŞAHIDAN ROJA PÊŞÎ GOTIN
Ev tevdîrên ku ji hêla pîlotan ve hatine standin û tevdîrên li baregehê jixwe nîşan didin ku balafir hatiye şikandin, jixwe kesên ku roja pêşî li taxê dijiyan gotibûn: ‘’balafire beriya ku bikeve pir dengê çekand hat. Balafir nizm diçû. Bi carekê re agir bi dûvê wê ket. Dema ku li hewayê bû, bu du felq. Bi dengekî bilind ket. Mal hejijîn. Dema ku deng hat em derketin. Yek jê zilam, yek jê jin du pîlot bi saxî filitîn. Jina pîlor kete nêzîkî gundê Çarikli. Gundiyên wir ew xilas kirin. Pîlotê zilam kete nêzî gundê me. Em çûne cem., çek kişand û got, nêz nebin. Got, wî xeber daye polîsan. Got, ‘’heta ku polîs neyên nêzî min nebin. Pir tirsiyabû. Diqutifî.’’