Êzidiyên li Kampa Newrozê êrîşa li ser Şengalê protesto kirin

Welatiyên Êzidî yên li Kampa Newroz ya bajarê Dêrikê dimînin, êrîşa PDK'ê ya bi piştgirya dewleta Tirk ya li ser Şengalê protesto kirin.

Êzidiyên ku bi qetlîma DAIŞ'ê ya sala 2014'an li ser Şengalê koçberî Rojavayê Kurdistanê bûyîn, li Kampa Newroz ya Dêrikê daxuayniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de banga li dijî derketina PDK'ê û ji bo îxanet ji holê were rakirin, li hemû welatiyên Êzidî hat kirin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;

“Em îro li vir kom bûne da ku dengê xwe bighînin aliyên peywendîdar û rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî. Li Şengalê çekdarên girêdayî PDK’ê êrîşî gel dike. Civaka Êzidî bi destê dewletên wekî Tirkiyeyê, Qeter, Siûdî Erebîstan û xayînên Kurdistanê bi 74 fermanan re hatin derbaskirin.

Êrîşa ku îro li li dijî Şengalê pêk tê, encamên lihevkirinên Mesûd Barzanî û Erdogan e. Kî dibêje ev tesadûfeke. Îro sûcê PDK'ê û Barzanî ji Tebaxa 2014'an ve zêdetir bûye. Ev êrîşa dawî jî li gorî hinek lihevkirin û pîlanan hatiye kirin.

Weke welatiyên Êzidî em komployên PDK'ê yên li ser Şengal û Êzidiyan bi tundî şermezar dikin. Girtina rêya Rojava û Şengalê ji aliyê PDK'ê ve em qebûl nakin. Em bang li Êzidiyên ku piştgirî didin PDK'ê dikin ku kirasên xiyanetê ji ser xwe bavêjin. Îxanetê li civaka Şengal ê nekin. Em soz didin Rêber Apo heta dawî em ê têbikoşin."

Piştî xwendina daxuyaniyê, Êzidiyan ber bi sînorê di navbera Rojava û Şengal de herikîn û êrîşên şermezar kirin. Ciwanên Êzidî jî tekez kirin ku ew ê li dijî van êrîşan bê deng nemînin û nehêlin ku ti kes destdirêjiya li ser Şengalê bike.