Êzîdî dîsa li ser rêya koçê ne
Derdê Êzîdiyan ku sala 2014’an ji ber êrîşên DAÎŞ’ê ji serî heta binî ketin nav mirin, şer û xwînê, ji Şengalê veqetiyan, bi tirsek mezin derbasî Tirkiyeyê bûn; lê li vir jî bi zilma “qeyûm” re hevrû bûn, neqediyaye.
Derdê Êzîdiyan ku sala 2014’an ji ber êrîşên DAÎŞ’ê ji serî heta binî ketin nav mirin, şer û xwînê, ji Şengalê veqetiyan, bi tirsek mezin derbasî Tirkiyeyê bûn; lê li vir jî bi zilma “qeyûm” re hevrû bûn, neqediyaye.
Civaka Êzîdî, ku domahiya dîrokê bi polîtîkayên qetlîam û îmhayê her tim hewla “terbiyekirinê” hatiye dayîn, sala 2014’an ji fermana 74’an a ji ber êrîşên DAÎŞ’ê, bi saya korîdora ku gerîlayên HPG’ê vekirî rizgar bûn. Ji sed hezaran Êzîdiyên ku derbasî axa Tirkiyeyê bûn, beşek çû Ewropayê, beşek jî vegeriya xakên Şengalê yên ku ji hêla hêzên YBŞ, YJŞ û HPG’ê ve ji çeteyên DAÎŞ’ê hatine paqijkirin. Beşekê jî xwe li wargeha li qada Fîdanlik a girêdayî Şaredariya Yenîşehîrê bi cih kirin. Êzîdiyên ku nêzî 2 sal in li vir in û bi pêvajoyek rehabîlîteyê kêm jî be wehşeta bi serê wan hatî li pey xwe hiştine, vê carê jî bi tayînkirina qeyûm ve bû hedefa hikûmeta AKP’ê.
LI WAN KAMPAN EWLEHIYA CANÊ ME NÎNE!
Êzîdiyên ku AKP’e dixwaze di çarçoveya planên xwe yên qirêj de bişîne kampên AFAD’ê yên li Midyad û Nisêbînê, çûyina van kampan mîna “sirgûn” pênase dikin.
Kampên AFAD’ê ku ji roja destpêkê ve bi destdirêjî û destavêtinê di rojevê de ne, ji ber wek qadên bicihbûn û perwerdeyê yên çeteyên DAÎŞ’ê tên bikaranîn, gelek Êzîdî difikire ku li van kampan ewlehiya canê wan nîn e.
QEDEXE YE KU XEBATKARÊN ŞAREDARIYÊ JÎ BIKEVIN VAN KAMPAN!
Li kampa Fîdanlikê, ji ber tevdîrên ‘ewlehiyê’ qedexe ye ku xebatkarên şaredariyê ku berê li vê kampê xebitîne jî bikevin vê kampê. Qeyûm ê ku dorpêçkirina bi têlê têr nedît, vê carê jî jenderme li dora kampê bi cih kirin, zexta psîkolojîk li ser Êzîdiyan ava dike.
BI GEF Û WEEDAN DIXWAZIN BIŞÎNIN KAMPÊN AFAD’Ê
Qeyûm bi qutkirina elektirîk û avê gefê li Êzîdiyan dixwe û dixwaze wan bişîne kampên AFAD’ê. Her wiha, ji bo Êzîdî biçin van kampan, weedên şandina Ewropayê dide. Tevî vê jî gelek Êzîdî bi israr in ku li kampa Fîdanlikê bimînin.