'Ez mecbûr im bixebitin'

Li Sûrê zarok li dewsa ku li nava baxçeyên lîstikan bilîzin li kuçeyên bajêr dixebitin. Ev zarok bi karen ku dikin hewl didin di warê aborî de alîkariyê bi malbata xwe bikin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê yek pirsgirêka giran a sereke zarokên karker in li kolanan dixebitin an jî têne xebitandin. Hema hema li her kolaneke bajêr zarokên ku destmalan, benîştan difiroşin, pêlavan boyax dikin, ji ser sergo kaxizan kom dikin, li bazarên semtan bar hildigirin tên dîtin. Hin ji van zarokan ji aliyê malbatê ve ji bo alîkariya li aboriya malê bike tên xebitandin. Aliyê hevpar ê hemûyan jî ew e, zarokên malbatên xizan in û yên mexdûrê koçberiya bi darê zorê ne. Yek ji van zarokan jî Mustafa Gulsum (11) ku li ser rêya Gazî dewê cemidî û simît difiroşe. Mustafa Gulsum ê ku bi dengekî bilind qêr dike û hewl dide dew û simîtê xwe bifiroş e. 

Li gel ku xaniyê Mustafa Gulsumê biçûk li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye xerakirin jî wî dest ji Sûrê bernedaye û her danê sibehê saet 8'ê sibehê heta 6'ê êvarî li ser riya Gazî dixebite. 

'ALÎKARIYA MALBATA XWE DIKIM'

Gulsum, dibêje ji ber bavê wî nexweş e ji mecbûrî dixebite û wiha got: “Em pênç bira û xwişk in. Bavê min nexweş e, nikare bixebite, ji mecbûrî ez û birayên xwe dixebitin û tevgariya malbata xwe dikin. Her roj sibehê zû derdikevim û heta saet 6'ê êvarî li vê kuçeyê dew û simît difiroşim. Ez tenê meha havînê dixebitim û alîkariya malbata xwe dikim. Ez jî dixwazim serê sibehê rakevim, biçim hawizan avjeniyê bikim, duçerxeyê bajom û biçim parkan. Lê ji ber bavê min nexweşe ji mecbûrî dixebitim.”

Li gorî rapora 2017'an a DÎSK Genel-Îş'ê ya bi sernavê "Li Tirkiyeyê Zarokên Karker", li welat hejmara zarokên dixebitin nêzî 2 milyona ye. Li gorî raporê ji sedî 78'ê zarokan derî qeydê dixebitin. Li gorî rapor, her sal hejmara zarokên bi zorê tên xebitandin zêde dibe.