'Ez ji bo parastina çanda xwe şer dikim'

Tevlîbûna li nava refên PKK'ê, ku weke rêya rizgariya ji nava lepên Modernîteya Kapîstalîs tê dîtin, roj bi roj zêde dibe. Em jî çîroka jiyanê ya van ciwanan diweşînin.

Gerîla Bêrîtan Hewreman, ku di nava karê çand û hunerê yê PKK'ê de cih digire, di nava refên YJA Starê de bi awayekî çalak şer dike. Bêrîtan li bajarê Hewreman ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û di sala 2008'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Bêrîtan 6 sal piştî tevlîbûnê derbasî qada leşkerî bû.

Bêrîtan anî ziman, ji ber welatparêziya malbata wê, di emrekî biçûk de wê PKK nas kiriye, hez jê kiriye û bi van gotinan bal kişand ser bandora PKK'ê ya li ser jiyana wê: "Piştî ku min PKK nas kir, min hez ji her kesên dildarê gelê Kurd û şoreşê kir. Ya rast, nêrîna min a li mirovahiyê guherî. Min ciwan didît ku ji Bakurê Kurdistanê hatibûn û li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan. Wekî din bi deh hezaran ciwan hene ku li parçeyên din ên Kurdistanê ji bo afirandina civakeke azad şer kirin û şehîd bûn. Van ciwanan ji bo Kurdistana bûye çar parçe bikin yek û sînoran ji holê rakin şer kirin. Gelek caran min li vê rewşê dipirsî. Çima ji ber van sînoran gelê Kurd nikare bi hêsanî têkiliyê bi hev re deyne? Sînor ne tenê li ser axa me, li nava jiyana me jî hatibûn danîn. Em ji bo rakirina sînoran şer dikin. Dema mirov van hemûyan bibîne, nepêkane ku nekevin bin bandora vê rastiyê."

'CIHÊ HERÎ BEDEW Ê TÊKOŞÎNÊ REFÊN PKK'Ê YE

Li ser sedema tevlîbûna xwe li nava PKK'ê jî gerîla Bêrîtan got, "Li Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê jî mîna hikûmeta Tirk zexteke giran li gelê Kurd dikir. Bi taybetî îşkenceya li jinan dihat kirin di asteke dijwar de bû. Li çavkaniya jiyanê jinan dihat xistin, îşkence lê dihat kirin û bi recmê dihatinj cezakirin. Wijdanê min ev rewş lêpirsîn dikir. Ji ber ku ez jî jineke Kurd bûm. Diviyabû min li dijî vê rewşê li ber xwe bida, têbikoşiya. Wekî din weke jinekê min dixwest vîna xwe, xwe, gelê xwe, civaka li navê dijîm bi kûrahî fêhm bikim. Min xwest di vê oxirê de têbikoşim. Ji bo vê têkoşînê jî cihê herî bedew refên PKK'ê bû. Lewma min biryar da tevlî nava PKK'ê bibim."

'JIYAN û ŞER BI HUNERÊ WATEDAR E'

Gerîla Bêrîtan li Rojhilatê Kurdistanê demeke dirêj di nava koma muzîkê ya Rojyar de cih girt û nêrînên xwe yên li ser çand û hunera li nava PKK'ê vegot: "Bi taybetî piştî dîtina perwerdeya PKK'ê ez bi guhertina kesayetiya xwe hesiyam. Xebatên çand û hunerê ji bo min her tim girîng bûn. Hê li malê bûm gelekî bala min dikişand. Piştî ku tevlî nava PKK'ê bûm vê yekê hê bêhtir bala min kişand û tevlî nava xebatên çand û hunerê bûm. 6 salan di nava vî karî de mam. Min zanî bû, qada herî zêde nirxên gelan lê tê parastin qada çand û hunerê bû. Jin û mêrên kurd, êş û kêfxweşiya xwe ya bi salan bi hunerê nîşan didan. Ev yek carna bi çand û hunerê, carna jî bi stranekê dibû dîrok. Felsefeya Rêber Apo vê yekê gelekî hêja dibîne. Weke gerîla em hewl didin çand û dîroka gelekî nîşan bidin û biparêzin. Çand û huner xwîna di rehê mirovan de ye. Jiyanê bedew dike, lêgerîna li azadiyê xurt dike. Eger şer û huner bibe yek, wê şerekî xurt derkeve holê. Ya ku çanda Kurd ji mirinê rizgar kir û azad kir, çand û huner e. Jina, dema bi têkoşîn û hunerê be, hingî watedar e. Ev qad ji aliyê sîstema kapîtalîst ve weke amûreke helandinê û pûçkirinê tê bikaranîn. Lê bi PKK'êji nû ve şîn dibe. Lewma gelekî girîng dibînim."

'ŞER BERPIRSYARIYA ME YA DÎROKÎ YE'

Gerîla Bêrîtan piştî demeke dirêj a li qada çand û hunerê derbasî qada leşkerî dibe. Li ser vê mijarê jî dibêje, "Bersiva herî mezin a li zext û zordariya dewlta Tirk a li dijî gel û gerîla, cihgirtina li nava şer e. Bi taybetî ji sala 2015'an û vir ve êrîş roj bi roj giran dibin. Di vê demê de bersiva herî mezin a li dewleta Tirk, cihgirtina bi rengekî aktîf li nava şer e. Ji ber vê yekê ji bo min wezîfeyeke wijdanî bû ku derbasî nava xebatên YJA Starê bibim. Ev saleke li qada leşkerî me. Di nava vê salê de min taktîk û rêbaza şerê leşkerî yê li dijî dijmin lêkolîn kir. Ez dizanim şerê herî mezin şerê bi hunerê hatiye xurtkirin e. Ji bo vê yekê di kesayetiya xwe de bafirînim, di nava hewldanan de me. Şer bê huner nabe. Şerê em dikin, ji nû ve afirandina jiyanê ye.

Tişta ku herî zêde li vê derê bandorê li min dike ew e; jin bi tena serê xwe çalakiyan lidar dixin û bi rengekî serketî derbên giran li dijmin dixe. Ev yek moraleke mezin dide min. Carna ji xwe re dibêjim, heta ku ev hêz û biryardarî bi jinê re hebe, ti dewlet, ti sîstem nikare bi PKK'ê."

Gerîlaya YJA Starê herî dawî bang li jin û ciwanan kir, ku di vê demê de ji bo welat, gel û Rêberê xwe têbikoşin û got, "Ev yek erkame ya dîrokî ye. Li dijî dijminê bi hovane êrîş dike, lazim e em vê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Cihê herî bedew ê têkoşînê jî PKK'ê ye."