‘Ez ê ji derveyî jiyana gerîla jiyanek din nejîm’

Gerîlayê YRK’ê Şaho Dersim ê yek ji dildarê çiyayên Kurdistanê hestkirina xwe ya ji bo çiya bi gotina ‘Ji bo min an wê gerîlatî heba yan jî wê jiyan wê qet tineba’ vedibêje.

Gerîla Şaho yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku heskirin, girêdaniya xwe di asta lûtkeyê de jiyan dike, çîroka xwe a tevlîbûyîna nava regên gerîla ji ANF’re vegot.

Gerîla Şaho Dersim sala 2015’an tevlî nava refên YRK dibe. Eslê xwe ji navçeya Sewlewa ku dikeve navbera Merîwan û Sine de ye dinê. Sala 2004’ê dema ku PJAK ava dibe û şûnde bicihbûyîna gerîlla li qadê li ser gel pir bandorek mezin çêdike. Heskirina gel a ji bo gerîla, girêdanî piştî ku çalakiyên gerîla zêde dibe şûnde jî hîn mezintir dibe. Gerîla Şaho vê rewşê jî bi van hevokan ve tîne ziman; “heval dema ku çalakî dikirin ev rewş di nava gerîla de dibû sedema moralek mezin. Bi heskirinek mezin ve roja din dibû mijara sohbetan. Ev rewş li ser min jî hîn di wan deman de eleqeya min jî ji bo gerîla zêdekiribû û hiştibû ku sempatiyek min ê mezin çêbibe.”

Dersim behsa Sewlewa ku ji çanda Erdelan, Hewreman çawa bandorbûye bi van gotinan tîne ziman; “Herêma Sewlewa, ji ber ku ciheke di navbera Sine û Hewreman de ye ev rewşe hiştiye ku ji van çandan bandor bibe. Mînak di çanda Erdelan de pêşengtiya jin dîsa di çanda Hewreman de girêdaniya jinan a bi xweza û kedkariya wan bandor kiriye.”

Gerila Dersim têkildarî malbata xwe ev got: “Malbata min pir welatparêz nebûn. Heta teybetmendiyek wan ku teslîmê siyaseta dijmin a nerm jî bûnî hebû. Me jî wisa dizanî ku xizmeta herî baş ji bo dewletê kar kirine ji bo wê jî armanca me ya herî mezin ji bo dewletê em çawa bibin mamosteyek baş, doktorek baş an karmendek baş. Ji xwe dewletê jî ji bo ku em bikevin xizmeta wî her cûre hewlda dida.”

 ‘PIŞTÎ KU MIN DERSÎM NAS KIR ŞÛNDE MIN ZANÎ KU EZ ÇIQAS KÊM IM’

Dersim dema ku tê çiyê gerîlayê bi navê Şehîd Dersîm Tolhildan (Raûf Şêyxî) nas dike. Şehîd Dersîm bandorekî mezin li gerîla Şaho dike. Jiyana gerîlatî bi wî dide nas kirin dihêle ku ew di felsefeya Serokatî de hîn zêdetir kûr bibe. Di derbarê Şehîd Dersîm de gerîla Şaho hêstên xwe wiha tîne ziman: “Wekî Mewlana gotî, ‘beriya ku ez Şems nas bikim jî min pir tişt dizanî lê belê dema ku min Şems nas kir şûnde min zanî ku ez çiqas kêm im.’ Min jî piştî ku Hevrê Dersîm nas kir şûnde felsefeya Serokatî hîn zêdetir nas kir, gerîla zêdetir hes kir. Min jî wek lêgerînvanek heqîqetê pêwîstî dît ku ez tevlî vê jiyanê bibim. Tevlîbûyîna min a gerîla hatina min a çiya wisa destpê kir.”

Gerila Şaho Dersim tîne ziman ku heqîqet li çiyê, di jiyana gerîla û felsefeya Serokatî de ye. Heskirina xwe a di derbarê çiyêd e bi van gotinan ve tîne ziman: “Wekî lêgerînvanek heqîqetê ez hatim navenda heqîqetê. Çiya ji bo min wekî meşaleyek qet natefe, wekî kaniyekê qet naçike. Dema ku behsa çiya tê kirin berxwedanî, serhildan tê eqlê mirov. Dema ku çiya tê gotin bi dehhezaran ciwanên ji bo azadiya vî welatî xwîna wan a rijiyayî tê bîra mirov. Felsefeya Serokatî li vê derê hîn zêdetir ronî dibe. Serok Apo kom bi kom gerîla şandin vî cihê pîroz. Min jî xwest ez bibim dilopek û di nava vê heqîqetê de cih bigirim. Ji bo tekoşînek hîn bibandortir min jî xwest ez van cihên pîroz ziyaret bikim. Ziyareteke ebedî.”

‘BI FELSEFEYA SEROKATÎ VE EZ KETIM FERQA NIRXA DAYIKA XWE’

Dersim bi xweza re ji nêz ve eleqeder e û dibêje ku ev rewşe piştî ku wî gerîla nas kir şûnde bi wî re pêşketiye. Her wiha gerîla Şaho di axaftinên xwe de diyar dike ku dema ku ew li malê wî nêzîkatiyên dayika xwe ya ji bo xwezayê wate nedida û piştî ku tevlî nava refên gerîla bûyî şûnde jî ev rewşe çawa li ser gerîla Şaho guhertin daye çêkirin bi van gotinan ve tîne ziman; “Bi vê felsefeyê ve ez zêdetir ketim ferqa nirxa dayika xwe ku li ser van axan dergûşa mirovatiyê hejandiye. Dema ku ez li malê bûm min wate nedida heskirina dayika xwe ya ji bo xwezayê. Wekî din pir karê li mal dihate kirin min wek karê jinê didît. Bexçeyek dayika min yêke biçûk hebû. Eger di nava jiyanê de kareke wê yêke cuda nebe her tim di nava wî bexçe de dem derbas dikir. Rojekê min dît ku dayika min bi xwe xwe di axive. Min mereq kir û ez çûm min mêze kir. Min dît ku wekî dayikek bi zarokên xwe re diaxive, ew jî bi xwezayêre di axive. Wê demê min pir wate nedayê lê dema ku ez hatim vir min felsefeya Serokatî ji nêz ve nas kir û şûnde min karî ez wate bidimê. Dema ku ez hatim vir jî min bi dehan car pêwîst dît ku ez li hemberê dayika xwe rexnedayîn bidim.”

Gerîla Şaho Dersim ku di jiyanê de bi xwezayêre bûye yêk wekî perçeyek viya, sebzeyên ku ji bo zivistanê hişk kiriyî bi me da nasîn. Şaho wiha behsa feydeyên fêkî û sebzeyên ku amadekiriyî dike û dibêje: “Wekî amadekariyên zivistanê min tû, bacanên sor, bacanên reş û hwd. Hişk kir. Tûyê hişk pir feydeyên xwe hene. Ji ber ku di nava wê de şekira xwezayî heye ji bo nexweşên diyabet pir bi feydeye. Niha viya pir kes dibêjin lê dayikên me bi hezaran salin van berhemên xwezayî wek derman bikar dianîn. Dîsa wek çerez li kêleka çayê tê xwarin. Ew bacanên ku me havînê hişk kiriyî em zivistanê jî di nava xwarinan de dixwin. Vane hemûyan ez bi heskirinek mezin ve dikim.”

Herî dawî gerîla Dersim di dawî de bangavazî ji bo ciwanan dike û dibêje ku wî derveyî jiyana gerîlatî tu jiyan din nefikiriyaye û wiha pêde diçe: “Gerîlatî di fêmkirina jiyanê de rêbazek nû ye. Ji bo ku em jiyanê, dijmin fêm bikin, şer bikin cihê herî xweş jiyana gerîlatiye. Ji bo wê jî ez ji bo jiyana xwe dikarim bêjim; ji bo min an gêrîlatî wê hebûya an jî wê jiyan qet tineba.”