''Ew rihê li nav PKK'ê tim nû bû û mezin bû''

Gerîlaya YJA Starê Rûken Serhed diyar kir ji mîrateya berxwedanê ya 43 salan a PKK'ê hêzê distînin û got, ''Bi vê hêz û manewiyatê em dixwazin dahatuyeke azad ava bikin. Li çar parçeyên Kurdistanê dijminê ku ê

Gerîlaya YJA Starê Rûken Serhed diyar kir wan dîroka berxwdanê ya 43 salan a têr û tije li pey xwe hiştine û di serî de ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala nû ya PKK'ê ya gel û hevrêyên xwe pîroz kir.

Serhed diyar kir di nav 43 salan de hem di dîroka gelê Kurd de û hem jî di dîroka sosyalîzmê de PKK bûye xwedî cihekî girîng û got, ''Em dikarin bibêjin me jiyaneke nû, jiyaneke sosyalîst a alternatîfî pergala kapîtalîst ava kir. Hemû cîhan bi heyranî berê xwe daye vê jiyanê, gelê me ,partiya me û jiyana gerîla. Em jî bi heyraniyeke mezin li berxwedana gelê xwe dinerin. Bi salan e zilm û zordariya mêtingeran li ser gelê me ye; li gel vê jî berxwedanî heye, li qadan, meydanan tim çalak in. Em gerîla jî bi moralekî geş li gelê xwe dinerin. Ev bi keda Rêbertî, şehîdên me û gerîlayên li serê çiyan e.''

Gerîlaya YJA Starê wiha domand: ''Îro rewşenbîr, feylezof, tevgerên sosyalîst destekê didin partiya me, Rêbertiya me .Em dikarin bibêjin çavê mirovahiyê vebû, ên ku dixwazin divê şoreş divê çawa be, an jî civakeke dagirkirî çawa zincîrên mêtingeriyê dişkîne, ji bo vê şerekî çawa dide, li dîroka têkoşîna azadiyê ya PKK'ê û niha dinerin. Ê n ku serkeftina PKK'ê nedîtin, kor man tenê hêzên mêtinger û faşîst in. Faşîzma AKP-MHP'ê naxwaze vê bibîne.AKP-MHP bi vê korbûnê rastiya xwe, serneketinya xwe nabînin, bi vê jî namînin êrîşên dermirovî tînin.''

Serhed bal kişande ser berxwedana li     Qadên Parastinê yên Medyayê û got, ''Bi berxwedana Mam Reşo, Zendûra, Weerxelê û Qertalê rihek hate avakirin. Ev jî nîşan dide çendî wesxt di ser re here jî ev rih kevn nabe, geş dibe. Dijmin divê zanibe li nav gelê Kurd, li nav şervanên azadiyê yên PKK'ê rawestan, westan nîne. Xasma jî li nav gelê me yê li Bakur ev rewş çênebû. Libakur her demê destgîrkirin, êşkence, zindan heye lê berxwedanî tim dom kir. Gerîla li gel hemû êrîşan, kimyasalê jî bi coşî û moraleke geş, bi berxwedaniya xwe êrîşên tijmin pûç dike.''

Gerîlaya YJA sTARÊ Rûken Serhed diyar kir ew ji mîrateya berxwedanê ya 43 salan a PKK'ê hêzê distînin û go,t ''Bi vê hêz û manewiyatê em dixsazin dahatuyeke azad ava bikin. Gerîlayên PKK'ê xwedî îdîayeke mezin in. Îdîaya gelê Kurd mezin e. Em bawer dikin di sala 44'an a damezirandinê de em ê ber bi serfiraziyê ve biçin. Bi vê serfiraziyê em ê Rêbertiya xwe ji hêla fizîkî ve azad bikin. Li çar parçeyên Kurdistanê em ê diminê ku êrîşê tîne ser xaka me berteraf bikin.''