‘Ew ê giyanê berxwedanê yê Arîn Mîrkan bi ser bikeve’

Siyasetmedara Kurd Zelal Mazlûm: “Gelê Kurd ew ê bi giyanê berxwedanê yê Arîn Mîrkan desthilatdarî û faşîzma Tirk li Efrînê têk bibe.”

Siyasetmedara Kurd Zelal Mazlûm bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bi giyanê Kobanê dakevin qadan.

Zelal Mazlûm ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku gelê Efrînê li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê bi salan e amadekariyên xweparastinê dikir û a niha jî ji bo şikandina faşîzma Tirk xwe diparêzin. Zelal Mazlûm diyar kir ku gelê Efrînê 7 sal in jiyana xwe bi rêxistin dike û li hemberî çeteyên dewleta Tirk şer dike. Mazlûm got ku, “Tecrubeya şer û pratîka wekî ya Kobanê heye. Ew ê Efrîn karibe xwe biparêze.”

EFRÎN WÊ BI TENÊ NEYÊ HIŞTIN

Mazlûm diyar kir ku gelê Kurdistanê ji Amedê heta Ûrmiyeyê ew ê piştgiriya Efrînê bike û got “Desthilatdariya Tirk bi vê operasyonê re, gora xwe dikole. Gelê Kurd ew ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernede û ew ê hemû tifaqên qirêj pûç bike.”

DEWLETA TIRK BÊHÊZ E

Zelal Mazlûm got ku dewleta Tirk li derve û hundir îtîbara xwe winda kiriye û got, “Dewleta Tirk a rast tenê, qels û bêhêz e. Ew dibêjin qey ew nekevin Efrînê wê dinya bi serê wan ve hilweşe. Lê êrîşên li dijî Efrînê ew ê herî zêde xisarê bide gelê Tirk. Gelê Kurd jî divê li her derê bi giyanê Kobanê rabe ser pêyan.”

EW Ê LI EFRÎNÊ TÊK BIÇIN

Siyasetmedara Kurd Zelal Mazlûm ji bo Efrînê banga seferberiyê li hemû gelê Kurd û jinan kir û got, “Divê gelê Kurd her derê bike Efrîn û bi giyanê berxwedanê yê Arîn Mîrkan, bi giyanê serfiraziyê yê Kobanê divê her kes dakevin qadan. Divê her kes baweriya xwe bi vî tiştî bîne ku gelê Kurd bi giyanê berxwedanê yê Arîn Mîrkan ew ê desthilatdarî û faşîzma Tirk li Efrînê têk bibe.”