Ev serpêhatî çîroka Rustemê Kamyaran e

Li çiyayên Kurdistanê çîrokeke nû ya lehengiyê li dîrokê hate nivîsandin. Ev çîrok çîroka Rustemê Kamyaran e ku li gundekî herêma Kamyaran a Rojhilat ji dayik bû.

Vegotin li ser me mîna deynekî ye. Em ê hem soza xwe ya meşa li ser şopa we hem jî wezîfeya xwe ya vegotina we bi cih bînin. Gulan sal e. Bayê sar ji Rojhilat tîne. Bêhna bedenên şewitî yên Rojhilat hinekî jê tê. Sar e. Ew serma ji warê lehengan tê. Bi bêhan bedena şewitî ya lehengan e. Di vê sermayê de şahidiyê ji naskirinê re dikim û dijîm. Li ber vî bayî bêhna bedenên şewitî hildigirim û dijîm.

Vegotin û nivîsandina meşa wan, kenê wan, axaftin, nêrîn, xemgînî û kêfxweşiya wan ne hêsan e. Ev têkoşîneke, ev têkoşîn wê gelek lehengan biafirîne.

Heta 15'ê Nîsana par ku em ji hev qut bûn, rojên ku me bi hev re derbas kir tînim ber çavên xwe. Çîrokeke li pirtûkan zêde dibe. Yê ku çîrokê dinivîsîne û çîrokê dijî şervaneke. Şervan gelekî ji hestê spî hez dike. Hestê xwe ji roja cengê re amade dike. Sira xwe jê re dibêje. Jê re qala dijmin jî dike. Jê re dibêje ku wê çawa bi ser dijmin ve biçe. Jê re dibêje ku roja bi ser dijmin ve biçe rojeke çawa mezin e. Wî mezin dike, dişo, xwedî dike û ji roja xeyalên xwe re amade dike.

LI ÇIYAYÊN ŞAHO, PKK'Ê DIBÎNE

Li çiyayên Kurdistanê çîrokeke nû ya lehengiyê li dîrokê hate nivîsandin. Ev çîrok çîroka Rustemê Kamyaran e ku li gundekî herêma Kamyaran a Rojhilat ji dayik bû. Rustemê leheng azadî tevlî xeyalên xwe kir. Da pey vê xeyala xwe. Xeyala xwe di sala 2013'an de li çiyayên Şaho di nava PKK'ê de dît. Di nava fikir û felsefeya Rêber Apo de dît. Cihê bicihanîna xeyalên xwe jî ji bo Rustemê Kamyaran çiya û gerîla ye. Li gorî wî du sedem hene ku navê Rustem li xwe kiriye. Rustem di dîroka Kurd û Kurdistanê de şervanekî leheng e. Weke Rustemê Zal cihê xwe di dîrokê de girtiye. Bêtirs e, tolê hiltîne, serî dide lê sirê nade. Sedema duyemîn jî Şehîd Rustem e ku sala 2011'an li Xakurkê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst-dagirker de şehîd bû. Şehîd Rustem weke gerîlayekî PKK'ê bi salan li çiyê şer kir, têkoşiya û derwêşekî bi fikir û felsefeya Rêber Apo jiya. Rustemê Kamyaran jî ev herdu kesayetên dîrokî ji xwe re kir mînak û di têkoşîna azadiyê de navê Rustem li xwe kir.

DIXWEST BIÇE ENIYA PÊŞ

Ji bo mîna herdu kesayetên dîrokî yên navê wan li xwe kir, bijî û tevlî têkoşîna azadiyê bibe, timî têdikoşiya. Min şahidî ji beşek ji vê têkoşînê re kir. Naskirina wî ji bo min gelekî bi wate bû.

Rustem ji bo tevlîbûna xwe bi wate bike, ji xwe destpê dikir. Li ser bingeha lêpirsînê hewl dida fêhm bike, bi wate bike. Timî pêşniyar dikir ku li refên herî pêş li dijî dewleta Tirk a dagirker-qirker şer bike.

JIYAN BI KEDÊ AVA DIKIR

Ew bi rengekî cidî dijiya. Jiyan bi kedê ava dikir û li cihê rast, di dema rast de bi cih dikir. Ev yek timî dikir. Bi rengekî cidî nêzî nirxekî herî biçûk jî dibû. Ev yek bi pratîka xwe ya jiyanê nîşan dida. Rustem bi salan li çiyayên Kurdistanê qûryetî kir. Di vê demê de ji bo hevrêyên xwe ard, çek da ser milê xwe. Metirsî çi dibû jî wî ji bo hevrêyên xwe ev yek bi ked û sebreke mezin kir. Lewma nêzîkatiya wî li kedê cidî bû, mînak bû. Bi ked û coşeke mezin tevlî nava jiyanê dibû. Ji bo her tiştî hewl dida, ked dida. Yekî jîr û jêhatî bû ku Latînî jî di demeke kurt de hîn bû.

RUSTEM TEVLÎ KARWANÊ ŞEHÎDÊN GULANÊ BÛ

Rustemê Kamyaran di sala 2013'an de li çiyayên Şaho dest bi têkoşîna azadiyê kir û li gelek herêm û çiyayên Kurdistanê wezîfeyên girîng bi rengekî serketî kir. Di Nîsana 2021'ê de ji bo li dijî dewleta Tirk a faşîst û dagirker şer bike berê xwe da Xakurkê. Li Xakurkê weke Fermandarê Yekîneyê wezîfe û berpirsyarî kir. Hîn salek tijî nebûbû di çalakiyekê de piştî ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker-qirker xist tevî sê hevrêyên xwe di Gulana 2022'an de şehîd bû.