Ev 6 sal in dest nadin serpelê kujer

Serpelê Tirk, ku berî niha bi 6 salan li Çelê kesek kuşt û 8 kes birîndar kir, tevî rapora otopsiyê û îfadeyan jî, hê bi rengekî negirtî tê darizandin.

Serpelê artêşa Tirk U.T. ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê di dema êrîşa dijî mertalên zindî de endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Yildirim Ayhan kuşt û 8 kes jî birîndar kir, tevî rapora otopsiyê û îfadeya şahidan jî, ev 6 sal in bi rengekî negirtî tê darizandin.

Di doza kuştina Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Yildirim Ayhan ê DBP'yî de, ku di dema meşa mertalên zindî de ji ber bombeya gazê ya leşkeran jiyana xwe ji dest da, tevî ku 6 sal di ser re derbas bûye, hê gavek jî nehatiye avêtin.

Di rapora otopsiyê de ku ji 3 rûpelan pêk tê, tê destnîşankirin ku ji ber guleya çekê hestiyên sînga Ayhan şikestiye, zerar li kezeb û dil bûye û organên wî xwîn bûne, lewma Ayhan jiyana xwe ji dest daye.

Di raporê de tê ragihandin, ji ber ku sedema mirina Ayhan zelal e, pêwîstî pê nîne ku cenaze ji Saziya Tipa Edlî re were şandin û biryar hate dayin ku cenaze radestî malbatê were kirin.

PIŞTÎ SÊ SAL Û NÎVAN, RÛNIŞTINA DESTPÊKÊ

Piştî ku sê sal û nîv di ser kuştina bavê 2 zarokan Ayhan re derbas bû, roja 28'ê Çileya 2015'an beyanên malbatê hatin girtin. Di nava 4 salan de ji bilî lêpirsîneke qels, tiştek nehate kirin û kiryarên rastî yên bûyerê nehatin eşkereikrin. Dozgeriyê bûyer weke 'kuştineke ji rêzê' ya di bûyereke civakî de nirxand. Têkildarî piraniya bersûcên vê dozê, biryara neşopandinê hate dayin. Tenê der heqê bersûcekî de doz hate vekirin. Jendermeyan dîmenê kêliya bûyerê bi gotina 'nîne' veşart. Ji bo fîşeka gazê ya ji bedena Ayhan hate derxistin jî, bi lêkolînên li Krîmînala Jendermeyan û Saziya Tipa Edlî hate îdîakirin, ku fîşek deforme bûye û nehatiye tespîtkirin bê ji kîjan çekê derketiye. Îtirazên piştî biryarê li dozgeriya komarê hate kirin, hatin redkirin. Li ser vê yekê, serlêdana şexsî li Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin. Di 25'ê Sibatê de li Dadgeha Asliye ya Çelê rûniştina destpêkê pêk hat. Darizandinê bi vê tempoyê dewam kir.

BI BERSÛCEKÎ TENÊ YÊ GIRTÎ, DEWAM DIKE

Doza li dijî serpel U.T. ku ji ber kuştina Yildirim Ayhan ji sûcdariya 'kuştina bi qisûr' lê hate vekirin, hefteya derbasbûyî ji ber biryara 'ne wezîfeya min e' ya Dadgeha Ceza ya Asliye, sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hate kirin. Serpel U.T. ku çeka bombeya gazê ji destê leşkerekî di bin fermana xwe de girt û gule berda, dîsa nehate girtin.

Der barê mijarê de em bi parêzerekî dozê Yalçin Saritaş re axivîn. Saritaş got, di nava 6 salên bihurî de tenê gavek hatiye avêtin. Ew jî; doz ji Dadgeha Ceza ya Asliye radestî Dadgeha Cezayê Giran hatiye kirin.