Ev 13 roj in Şapatan dişewite!

Şewata ku li herêma gundê Şapatan ê Şemzînanê ji ber operasyona artêşa Tirk derket, ev 13 roj in dewam dike. Gundî dixwazin şewatê vemirînin, lê leşkerên Tirk nahêlin.

Şewata li gundê Şapatanê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ku roja 28'ê ji ber operasyona artêşa Tirk derket, hê venemiriye. Hêrêmên Dole, Serdolê, Hewrîsê, Kanibotkê, Resê, Piştaderê, Kelûtka û Pavîzewarê yên gundê Elde Sereroyê bi rojan e dişewite. Herêma ku qasî 2 kîlometreyan dûrê navçeyê ye, ji ber êrîşa topan bû xwelî.

Şewat li jora Şapatanê dewam dike û ber bi Kaniya Qaymeqay ve belav dibe. Rayedarê heta niha ji bo vemirandina şewatê tiştek nekirine. Her wiha nahêlin ku gundî jî biçin herêmê, ji bo şewatê vemirînin. Welatî dixwazin bi derfetên xwe şewatê vemirînin, lê leşker pêşî li wan digirin.