Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) ji ber ku Seroka wan Çîçek Otlu hate binçavkirin îro daxuyaniyeke nivîskî da.
‘ERDOGAN NEÇAR E Û TÊKÇÛYÎ YE’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Dîktator Erdogan çi muxalefeta civakî ya ku rajêrî wî nabe, serê xwe jê re natewîne, xeyal dike bêdeng bike û vê desthilatdariya xwe ya genî bûyî bidomîne, temenê wê dirêj bike’’ û bi domdarî hate gotin, ‘’Lê em pê dizanin ku dîktator tirsonek e, neçar e, têkçûyî ye.’’
‘EM LI SER PIYAN IN’
ESP’ê ji bo Erdogan got,‘’weke hemû faşîst, dîktator û destpotan ew jî pir dixape û dawiya xwe ya teqez amade dike’ û wiha domand, ‘’ji ber ku şoreşger û çewisandî li ber xwe didin, dibine yek. Ji ber ku gelên me her roj rastiya dîktator baştir dibînin û têdigihijin.’’
ESP’ê herî dawî got, ‘’em ê gotina ‘em radestî faşîzmê nebûn, nabin’ biqêrin, ev şoreşger hene û ev vîna me ya şoreşger heye.’’