ESP çû serdana malbata Şenyaşar

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu got “Em ê berxwedana malbata Şenyaşar li her derê geş bikin.”

Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Sirûca Rihayê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû 206 roj in li ber xwe didin. Malbata Şenyaşar îro jî hatin qada ku jê re dibêjin ‘Koşeya Edaletê ya Malbata Şenyaşar’. Heyeta ku Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî di nav de bû hate serdana malbatê û piştgirî dan malbatê.

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu bal kişand ser têkoşîna edaletê û qala rûniştina 20’emîn a doza Qetlîama Sirûcê kir ya ku duh pêk hatibû. Tumuklu got “Duh me li Sirûcê dît. Dadgeh û dozger bûne berpirsên siyasî yên vî karî. Em dibînin ku îro jî çawa malbatek hate qetilkirin û tê xwestin ku ser têkoşîna wan were girtin. Banga malbatê banga berxwedanê ye. Divê em qîrîna malbata Şenyaşar li her derê zêde bikin.Em ê têkoşîna edaletê bikin yek. Ev qîrîna me ye jî.”

Ferît Şenyaşar jî qala dijwariyên pêvajoya nobetê kir.