Esnafên Wanê li benda 24'ê Hezîranê ne

Dikandarên Wanê diyar kirin ku ev cejn wê bibe cejna dawî ya AKP û Erdogan û gotin, em ê vê yekê roja 24'ê Hezîranê di dengdanê de nîşan bidin.

Li Wanê ku rêjeya bêkariyê 50 ji sedî ye, tevî ku meha Remezanê ye esnafên li bajêr ji ber zem û bêkariyê nikarin kar bikin.

Esnafên li Wanê dest bi amadekariya Cejna Remezanê kirin. Ji ber rêjeya bilind a bêkariyê û zemê, welatiyên diçin sûkê bi destvala vedigerin malê. AKP'ê deriyên sînor ên li Wanê girt û bi vî rengî nahêle ku welatî bazirganiyê bikin. Ji ber ambargoya li ser karên aboriyê yên li Wanê, bi hezaran esnafî îflas kirin û neçar man dikanên xwe bigirin.

EM Ê BERSIVA XWE LI SER SINDOQAN BIDIN

Nûsret Demîrhan ku dezgeha xwe li navenda Wanê daniye, anî ziman ku ji ber zemên bilind ên AKP'ê ew nikarin kar bikin. Demîrhan diyar kir ku ji ber zemê buhayê tiştan zêde ye, lewma nikarin bifiroşin, welatî jî nikarin bikirin û li gorî salên bihurî di vê cejnê de kar gelekî kêm e. Bi dewamî Demîrhan got, "Em berhemekê bi lîreyekê ji nava zeviyan dikirin. Lê dema em wî tînin Wanê, ji ber zemê dibe 4 an jî 5 lîre. Ji ber ku benzîn bûye 6 lîre, buhayê kirê û hwd. dike ku buhayê wî qat bi qat zêde bibe. Aborî têk birin, niha jî ji bo rizgar bikin zemê li ser he vdikin. Weke dikandarên li Wanê em ê li ser sindoqan bersiva pêwîst bidin Erdogan û AKP'ê."

'TEVÎ KU CEJN TÊ JÎ EM NIKARIN TIŞTEKÎ BIFIROŞIN'

Dikandarekî din Ferît Acar got, tevî ku demeke kin ji bo cejnê maye, ew nikarin tiştekî bifiroşin. Acar da xuyakirin ku hêz û derfeta welatiyan a ji bo kirînê kêm bûye û wiha dewam kir: "Çend roj mane ji bo cejnê. Tevî ku çend roj in me dezgeha xwe anîne, em nikarin bi têrkerî firotinê bikin. Ji ber ku pere bi mirovan re nîne. Buhayê malên em dikirin gelekî zêde ye. Ji ber ku pere bi mirovan re nîne, em jî nikarin tiştekî bifiroşin. Yê ku Wan xiste vî halî AKP ye. Hilberîna li Wanê hema bêjin qet nîne. Her tiştên li Wanê pêşkêşî alîgirê xwe kirin. Bêkarî gelekî zêde ye. Ji ber vê rewşê, em nikarin tiştekî bifiroşin. Cejn tê, lê mirov nikarin tiştekî bikirin."

24'Ê HEZÎRANÊ WÊ BIQEDIN

Esnaf Azad Arvas jî anî ziman ku ew gelekî mexdûr in, ji ber krîza aboriyê û zema zêde nikarin tiştekî bifiroşin. Arvas got, "Ev 16 sal in şexsek vî welatî bi rê ve dibe. Welat xistiye vî halî. Ev cejn wê bibe cejna wan a dawî. Îradeya me; Selahattîn Demîrtaş, wekîl û rêveberên me bi salan e li girtîgehê ne. Ev rejîma şexsekî wê 24'ê Hezîranê biqede. Dengê me ji HDP û Demîrtaş re ye. AKP û Erdogan wê 24'ê Hezîranê têk biçin."

Dikandar Çetîn Kaya jî ragihand ku her roj bêyî tiştekî bifiroşin ew dezgeha xwe digirin û got, 24'ê Hezîranê wê hesab ji kesên ku Wan xistine vî halî bipirsin.