Esnafên jin ne tenê li dijî krîzê li ber xwe didin

Esnafên jin ku li bazara taxa Jiyan dezgehên xwe danîn, li gel bandora krîza aborî her wiha ji nêzîkatiyên neyînî yên esnafên mêr nerazî ne.

Jinên ku li bazarên taxan ên li Amedê bi salan e dezgehên xwe datînin û bi vî rengî hewl didin debara xwe bikin, li hemberî û zor û zehmetiyên ku esnafên mêr derdixînin pêşiya wan li ber xwe didin.

Jinên ku hefteyê 6 rojan li bazara taxa Jiyanê dezgehên xwe datînin, li ser bandora krîza aboriyê û zor û zehmetiyên esnafên mêr derdixînin pêşiya wan ji ANF'ê re axivîn.

DIXWAZIN KU EM LI MALÊ RÛNÊN

Nûrdan Saltik ku ji Bartinê ye û 25 sal in li Amedê ye, diyar dike ku bi firotina fêkî ew hewl dide debara malbata xwe bike. Saltik ragihand, ji ber krîza aboriyê fêkî û zebzeyên ji halê dikirin gelekî biha ne û got, "Muşteriyên tên dezgehên me buhayê fêkî û zebzeyan gelekî zêde dibînin. Lê em ji vê yekê berpirsyar nînin. Em ji halê biha dikirin. Heta roja dawî ya hefteyê em bi zorê xerciya xwe derdixînin."

Saltik anî ziman ku esnafên mêr hewl didin ji wan erzantir bifiroşin û got, "Bi buhayê ku em dikirin ew difiroşin. Tevî ku jê zerarê dibînin jî hewl didin nîşan bidin ku em buha difiroşin. Armanca wan ew e ku jin nikaribin kar bikin û bixebitin. Dixwazin ku jin biçin malê û rûnên. Lİ malê çar zarokên min hene û ji vê dezgehê em hewl didin debara sê malbatan bikin. Ji xwe krîza aboriyê heye. Krîz bandorê li dewlemendan nake, li xizanan dike."

EM LI WELATÊ XWE BÛN PENABER

Fatma Dogan jî diyar kir, "Esnafên mêr ên 30 sal in li bazarê kar dikin li dijî me jinan ên 8 sal in kar dikin têdikoşin. Em jî li hemberî wan li ber xwe didin. Li taxên ku em bazarê datînin buhayê eşyayên xwe kêm dikin, lê belê li taxên ku em lê nînin buhayê xwe zêde dikin. Esnafên mêr ji bo nîşan bidin ku esnafên jin bi buha eşyayan difiroşe çi ji destê wan tê dikin. Ji xwe fatûre gelekî bilind e û em bi zorê debara xwe dikin. Di ser re ev nêzîkatiyên esnafên mêr jî bêhtir rewşê zehmet dike. Ji xwe ji be rbandora krîza aboriyê em li welatê xwe mîna penaberan e."

BI ÇAVKANIYA DEBARA ME DILÎZIN

Fîrdevs Çakmak yek ji wan jinan e ku li bazarê dezgeha xwe daniye. Çakmak diyar kir ku esnafên mêr bi çavkaniya debarê ya jinan dilîzin û got, "Dema ku me li vir bazar danîn maleke bi tenê jî nebû. Êş û zehmetiya wê me kişand, esnafên mêr jî ji xwe re kêfê dikin.  Krîza aboriyê ji xwe bandoreke mezin li me dike. Lİ gorî çend sal berê buhayê tiştan zêde bûye, derfetên kirî yên muşteriya jî kêm bûye."

NEÇAR IM KU BÊM BAZARÊ

Şefîke Ûlaş tîne ziman ku 48 sal in karê bazarê dike û ew jî balê dikişîne ser bandora krîza aboriyê, ku welê li wan hatiye nikare kar bikin. Ûlaş got, "Zivistanê em kêmtir qezenç dikin. Tişt buha dibin û welê li me tê ku em nikaribin kar bikin. Em diçin halê, li wir her rojnîqaşê dikin. Em li tiştên bi çend qurişan erzan e digerin ku bi erzanî bidin muşteriyên xwe. Yên ku dibêjin 'krîza aboriyê nîne' derewan dike."