Esnafên Êlihê: Dikan vekirîne, lê di esasê xwe de girtî ne

Esnafên Êlihê diyar kirin ku krîza aboriyê ya ji ber polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê rû da, roj bi roj mezin dibe û gotin, "Dikan qaşo vekirî ne, lê belê tevahiya rojê em nikarin tiştekî bifiroşin. Bi vî rengî dewam bike em ê dikanên xwe bigirin."

Li Kurdistan û Tirkiyeyê aloziya aborî her ku diçe zêde dibe. Yek ji sedemên têkçûyina aboriya Tirkiyeyê, polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên şer e. Her çiqas rayedarên dewletê têkçûyina aboriyê weke sedem şewba Vîrûsa Corona û bilindbûna Dolaran nîşan bidin jî esnaf li dijî vê destnîşan dikin ku ku beriya şewbê 4 sal e aloziya aborî hebû. Yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê ku herî zêde pirsgirêkên aboriyê lê heye û esnaf û welatî mexdûr bûne jî Êlih e.  Esnafên Êlihê der barê aloziya aborî de axivîn.

'DEYN LI SER DEYNAN KOM BÛYE'

Esnafê bi navê Abdulhalîm Urak anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikûmetê yên şer û ji derveyî welat re krîza aboriyê her kû diçe kûr dibe û wiha axivî: “Li bazarê her tişt ewqas buha bûye, êdî kes nikare debara jiyanê bike. Ji bo ku ev rewş sererast bibe berê hêviyên min hebû lê niha ew hêvî jî nemaye. Ji ber ku her diçe rewş xirabtir dibe. Wile bileh pereyê ez digrim min nagihîne roja din. Ji xwe tiştên ez difiroşim piranî bi deyne û ez jî neçar dimînim deyn bikim. Deyn li ser deynan kom bûye. Zexîre gelek giran bûye û êdî em nizanin navrojê em ê çi bibin malê. Sereke sedemê vê krîzê hikûmet e. Ji ber her roj tişt buha dibin kes nayê dikanê û ji serê sibê heta êvarî em vala rûdinin. Bawer bike ez nikarim kiraya xwe bidim. Ji xwe ez qet behsa fatûreyan nakim."

'SEDEMÊ KRÎZÊ KESÊN WELAT BIRÊVE DIBIN E'

Yuksel Yildiz ê ku 4 sal e firina nan vekiriye ye jî da zanîn ku roja derbas dibe ew xwezî li roja bihurî tînin û wiha got: "Axa Kurdistanê di hemû aliyên xwe de gelek dewlemende. Lê îro binêre ji ber polîtîkayên dewletê yên şaş her kes xizan bûye. Tenê ne li Kurdistanê ev krîz heye, li seranserî Tirkiyeyê xelk xizan bûye û di krîzê de ne. Teqez sedemê vê krîzê dewlet e, kesên ku Tirkiyeyê birêve dibin e. Eger ku îro dewlemendiya vê axê were nirxandin, li ser vê axê ti kez xizan namîne. Hilberîn tineye û hemû tiştên vî welatî ji derve tên. Ez dikarim ji te re sond bixwim li Êlihê ji sedî 80 ti esnaf sîftehê nake. Serê sibehê heta êvarî em tên û firinê vedikin, bawer bike em heqê elektirîk û ava xwe tenê nikarin derxin. Li Êlihê hema bibêje hemû esnaf deyndar bûne. Binêre li ser rêya Amedê kirayên dikana 10 – 15 Milyare. Ji xwe esnafên biçûk mirîne. Gelek hevalên min ên esnaf hene deriyê dikana xwe girtiye û li karekî din digere. Ji xwe ti karê karê çayxane û restorantan nemaye. Ez li vir firincî me, bawerke welatî tên nanê berî çend rojan dixwaze. Dibêje bira em nikarin nan bistînin. Serê sibehê zû ez vê firinê vedikim, kar bibe nebe 700 TL diçe. Ka vêcar ez çawa pereyê karkeran û heqê fatûreyan bidim. Berê kîsê arvan min 104 TL digrt, niha ez torbe 160 TL distînim. Carna ez nikarim arvan bistînim. Wile kekê min wiha dom bike ez neçarim firinê bigrim. Ez xwedî zarokim û divê ez zarokên xwe xwedî bikim. Lê ti kar jî tineye. Xwedê alîkarê me be."

'ESNAF YEKO YEKO DIKANÊN XWE DIGIRIN'

Esnafê bi navê Adnan Yilmaz ê ku 30 sal e karê esnaftiyê dike jî destnîşan kir ku di dema şewbê de esnafên biçûk yeko yeko dikanên xwe girtine û got: "Em nikarin kirêya xwe bidin. Di vê pêvajoyê de em û xwediyê dikanan ketine qirika hev. Em heyr mane. Em nikarin bi deyn bidin, em nikarin bi deyn bistînin. Em nikarin malzeme jî bistînin. Ji bo vê pereyê pêşin divê. Ew jî tine ye. Her cara dikanê vedikim, mesrefa min zêde dibe. Heqê ceryan, gaz, kirê, heqê xwarinê... Ev, her diçe zêde dibin. Sedema sereke ya krîzê jî dewlet e. Ne dewlet dibe ne jî firoşyarfiroş (Toptancı) dibin. Ji xwe ji ber polîtîkayên dewletê yên şer xelk her diçe xizan dibe. Li aliyê din jî firoşyarfiroş ên Êlihê jî bûne firsendcî û her tiştî buha didin. Dema ku tişt ji bo me buha were em jî neçarin buha bifiroşin. Vê car ji ber buha ye û pere bi welatiyan re tineye ti kes jî nayê kirînê nake."

'EM LI BER XWE DIDIN'

Esnafê bi navê Abdulkerîm Can jî anî ziman ku di dema şewbê de hema bibêje karê wan nabe û ji bo li ser pêyan bimînin li ber xwe didin. Can bilêv kir ku her diçe barê wan girantir dibe û got: "Tu dibînî dikan vala ye û heta êvarî jî wiha vala ye. Dikan vekirîne, lê di esasê xwe de girtî ne. Em hesreta kiryaran dikêşin. Kiraya dikana 8000 TL ye. Lê wile ez kiraya xwe dernaxim. Ji xwe fatûre û kiraya malê jî dikeve ser em êdî ji nav dernakevin. Ev 30 sal e dikana me heye. Bavê min berê li vir dinêrî û niha ez li virim.”

Ferhen Turan ê ku li bazarê goşt difiroşe jî got: "Her ku diçe karê me nebaş dibe û êdî em nikarin kîloyek goştê mîrişkê jî bifiroşin. Ji ber şewbê û kriza aboriyê ti welatî nayên bazarê û kirînê nakin. Li her cihê kar rawestiyaye û pere di berîka welatiyan de tineye."