Eşîrên Rojhilatî pêşniyar kir ku li dijî dagirkeriyê şer bikin

Hin eşîrên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk ji bo parastina Rojava daxwaz li rayedarên Îranî kirin.

Eşîrên Celalwend, Bîranwend, Osmanwend ên li herêmên Loristan, Îlam û Kirmaşanê û eşîra Lek a li Kirmaşan, Îlam û Loristanê nameyuek ji Serokkomariya Îranê re nivîsîn û xwestin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê şer bikin.

Heta niha ji bo vê daxwaza eşîran bersiveke erênî ya jî neyînî nîne, lê belê nerazîbûna gelê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê her mezin dibe.

Rektorê Zanîngeha Îlamê Mûhammed Alî Ekberî Yekşemê di şevekê de axivî ku ji bo berxwedêrên Kerbelayê Hasan û Huseyîn pêk hat.

Ekberî yên li Kerbelayê hatin kuştin bi bîr anî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê û komkujiya li Kerbelayê anî beramberî hev.

Ekberî diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê komkujî û qirkirine û got, "Êrîşeke qirkirinê û faşîst a dewleta Tirk e ku ji serdema navîn mane. Divê êrîş tavilê bê rawestandin. Eger neyê astengkirin hingî dikare veguhere drameke însanî û krîzeke giran a li herêmê."

Koma muzîkê ya jinan a ji Kirmaşanê Gralîs jî nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da. Koma muzîkê pêşniyara TRT'ê ya ji bo konserê red kir û li dijî dagirkeriyê helwest nîşanda.