Eşîra Sûrçî serdana çalakgerên Mertalên Zindî kir

Gelek welatiyên ji eşîre Surçî di roja 24’emîn de ya çalakiya Mertalên Zindî çûn serdana çalakvanan û piştgiriya xwe nîşan dan.

Çalakiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer a Mertalên Zindî li Bradostê di roja 24’emîn de didome. Rojane welatiyên herêmê serdana çalakvanan dike û piştgirî didin çalakiyê.

Doh ji eşîra Surçî gelek welatî çalakiya mertalên zindî ziyaret kir û piştgiriya xwe nîşan dan.

Mezinê eşîra Surçî kêfxweşiya xwe ji bo çalakiyê û helwesta ciwanan li dijî dagirker nîşan da û piştgiriya xwe daxuyakirin.

Çalakvanê mertalên zindî Navdar Başûr xêrhatina eşîrê kir û spasiya wan kir ku ew çalakiyê bi tenê nahêle.

Di dawiya serdanê de daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li hikumeta herêmê û hikumeta Iraqê hate kirin ku destûr nedin êrîşên dagirker yên rejîma Tirk. Êrîşên rejîma Îranê jî yê bi tank û topan bi tundî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser giringiya hêzên gerîlla ji bo welatiyên herêmê. Hate gotin ku ger gerîlla nebe, wê çeteyên wek DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker axa Başûrê Kurdistanê talan bikin.

Daxuyanî bi sloganên “Bijî Kurd û Kurdistan” û “Birûxe Dagirkerî” bidawî bû.