Erkdarkirina melayan a li bajarên Kurdan!

Di demê dawî de li bajarên Kurdan ji pêwîstiyê zêdetir mele û xwendekarên Qûrsên Qûranê tên erdkarkirin.

Li Wanê û Colemêrgê piştî bi destê qeyûman şaredariyên HDP’ê hatin dagirkirin û şûnd e, di serî de karê Diyanetê û xebatên cemaetan zêdetir bûn. Hema bêje li serê her kolan, tax û gundî navendên perwergehiya gel, bi sedan Qûrsên Qûranê yên bi destê cemaet û komeleyên girêdayî Diyanetê û Midûryeta Emniyetê ya Mîllî hatine vekirin.

Li bajarên mîna Wan, Riha, Amed û Erziromê di sala 2020’ê de bûn bajarên herî zêde mele lê ne. Li Wanê ya nifûsa wê 1 milyon û 200 hezar kesî, 1 hezar û 422 mizgeft, li Colemêrg a nifûsa wê 280 hezar kesî, 487 mizgeft. Li Wan û Colemêrgê hema bêje serê her kolan, rê mizgeftek, li mizgeftan ji yekê zêdetir mele, mûezîn û xwendekarên Qûrsa Qûranê hene. Erkdarkirina mele, mûezîn û Qûrsên Qûranê yên ji Karadenîz û Anatoliya Navîn bal dikişîne.

Mele, mûezîn û xwendekarên Qûrsên Qûranê yên li mizgeftan tên erkdarkirin, beşeke mizgeftan vegerandine refan û zarokan li ser ol perwerde dikin. Ev erkdar, mal bi mal digerin, malbatan qane dikin ku zarokan wisa kom dikin.

Desthilata AKP-MHP’ê li Colemêrgê dibistanên madehiyên îmam-hatîp, komele û Qûrsên Qûranê vekir. Îro li navenda Colemêrgê li gel 7 amadehiyên îmam-hatîp, gelek dibistanên navîn ên îmam-hatîp, li Gever, Şemzînan û Robarûkê jî 6 dibistanên amadeyî yên îmam-hatîp hene. Li navenda Wanê û navçeyên wê bigiştî 37 dibistanên amamdeyî yên îmam-hatîp heye. Mîna ku li Colemêrgê li Wanê jî bi sedan qurs û dibsitanên diyanet, cemaet û wexfan hene.

LI GUNDEKÊ 4 MELE

Mîna ku li Colemêrg û Wanê li navçe û gundan jî erkdarkirina melayan bal dikişîne. Li gundê Tingî ya navçeya Şax a Wanê li mizgeftekê 4 mele hatine erkdarkirin. Li gundên din jî heman rewş heye.

XEBATÊN JI BO JINAN

Li taxan li gel vekirina bi dehan Qursên Qûranê, di bin anvê Qûrsên Nirxên Olî de qûrs tê vekirin, xîtabî jinan dikin. Li Navendên Desteka Malbat a li taxan di bin sêwana Perwerdehiya Mîlî û Perwerdehiya Gel hatine vekirin, ji aliyê xwendekarên îmam-hatîp û xwendekarên hostayên perwerdehiya gel, qûrs tên dayîn. Bi heman rengî daîreyên vala tên kirêkirin, qûrs tê dayîna bi dehan jinî.