Êrîşên dewleta Tirk li Efrînê hat şermazarkirin

Li navçeya Efrîn a Şêrayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd hat şermezar kirin.

Li gundê Soran a navçeya Şêrayê bi hezaran gundî bi daxuyaniyekî çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê protesto kirin. Di daxuyaniyê de qedexe û kiryarên dij mirovahiyên ên li Nisêbin û cihên din hat şermezarkirin.

Daxuyani wiha berdewam kir; "Pêwîste AKP dev ji siyaseta xwe ya pûç û rizî berde. Siyaseta ku dijî gelê Kurd ê li Sûriyeyê û Rojhilata Navin êdî binketiye. Ji ber vê sedemê em piştgiriya xwe ya ji bo Bakurê Kurdistanê didin nîşandan. Em van kiryarên AKP'ê yên dij mirovahî û wehşî şermezar dikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên piştgiriya bi gelê Bakur ve bi dawî bû.