Eren: Ji bo hemû gelan em eynî tiştî dixwazin

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got, ''Tişta ku em ji bo Kurdan lê difikirin dixwazin çi be ji bo gelên din jî em wê difikirin û dixwazin.''

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got dewleta Tirk hem divê pergala xwe biguherîne û hem jî ji hişmendiya xwe ya ji ber pirsa Kurd çêbûyî biguherîne û got, ''Ev du rewş zorê li dewleta Tirk dike, wê ditengijîne, êrîşkar dike. Li şûna ku demokratîk bibe, pirsgirêkên xwe çareser bike, mezin bibe û zengîn bibe şer û dagirkirinê hildibijêre.''

Eren got piştî ku dawî li serweriya xakê ya DAÎŞ'ê hate li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur ya ku herî pir bûyî sedema rageşiyan, li halana şer dide, xakê dagir dike Tirkiyê ye, piştî ku DAÎŞ li Reqayê têk çûye dewleta ku herî pir gefê li Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê dike dewleta Tirk e û diyar kir, ''Ev du geşedan nîşan dide ku rasterast ne xwediyê projeya bi navê DAÎŞ'ê dihate rêvebirin jî be, lingekî wê TC temsîl dike, hêzên mezin beşek ji vê projeyê di ser Tirkiyeya Erdogan-Bahçelî re dimeşînin.''

Eren bi berdewamî got, ''Eniya herî berfireh a Şerê Cîhanê yê III'yan dema ku serweriya qadê ya DAÎŞ'ê nemaye, wiha xuya dike ku ji hêla desthilata Erdogan-Bahçelî ve hatiye vekirin û dagirtin. Di geşedana nû ya şer de û di asta nû ya şer de rûdana herî balkêş e pozîsyona nû ya dewleta Tirk û gavên wê ne ku avêtine.''

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got bi têkçûna serweriya xakê ya DAÎŞ'ê DAÎŞ ji holê ranebûye û got, ''Her dewleta ku ji xwe dibêje misilman e, kêm zêde dibe DAÎŞ. Rejîmên netew-dewletî yên li Rojhilata Navîn heta ku bi vî halî bidomin her demê wê DAÎŞ hebe. Ne hewce ye ku mirov zêde bi dûr ve diçe. Li daxuyaniyên Wezareta Karê Diyaneta Tirk binerin, li xutbe û weazên wan binerin, mirov dikare vê nêzîkatiyê, hevşibînê bibîne. Li vir ya ku nayê dîtin û naxwazin ku were dîtin ew e ku ev xutbe û weaz li gorî hîs û ramanên dînî yên Erdogan, li gorî meylên siyasî yên Erdogan têne eyarkirin.''

Eren her wiha pêde çû, ''Her kes dibêje çima polîtîkaya derve ya Tirk dibe sedema pevketin, şer û rageşiyê. Her kes dixwaze fêhm bike bê ka çima gefa şer û dagirkirinê li wan dewletên Misilman dixwe yên li dinî Îxwanê. Ya pêşî ew e ku zanîn û asta baweriyê ya Erdogan ji hêla dewleta Tirk a kûr ve tê çalakkirin, polîtîkaya xwe ya li ser dîngiriya bi vê astê ava dike.''

Eren bi berdewamî bal kişande ser hevşibaîna DAÎŞ û Îslamiya Tirk û got, ''Şêwaza şer a DAÎŞ'ê, desthilata wê herî pir nêzîkî hişmendiya Tirk Îslamê ya Tirk e. Îslamê jêkirin organên mirovan, kuştina komî, kolekirina jinan bi mîsogerî qedexe kiriye. Serjêkirina di wan qebîleyên Ereb ên beriya Îslamê de hebû. Di şerê Îslamê de serjêkirin, talan bêhtir bi serweriya Tirk re ketiye nav Îslamê. Mînak hin çîrokên gelên Balkan li ser Tirkan hene. Mîna di nav serwerên Misilman de çima tenê Tirk bi rengê komkujan têne zanîn? Komkujiyên Ermen, Rûm, Asûr-Sûryan, Ereb û Kurdan. Heke mirov bala xwe bidiyê, ev hemû komkujî bi motîvasyona dîn hatine kirin. Ayet bi kujeran dane xwendin û mirov bi wan dane kuştin. ''

Derheqê nakokiyên di navbeyna dewletên Ereb û Tirk de Eren ev nirxandin kir, ''Tirkiye bi rejîma AKP-MHP'ê û Îxwaniyan dixwaze guherîna Ereban asteng bike. Naxwaze pêşengiyê bi dest wan ve bihêle. Vê bi girankirina pirsgirêkan a li Iraq, Sûriyê û Libyayê, bi mijûlkirina Ereban a bi rojevên din dike. Osmaniyan jî li şûna ku paşverûtiya xwe bibînin û reforman biki êrîş dibirin ser gelên ku heq dixwestin. Dema ku behsa wê demê tê kirin, gotina, ''Ereban îxanet li me kir, ji pişt me li me dan'' hê jî di lîteratûra serwer a Tirk de weke biwêjekê tê gotin. Ev rengê xwendinê ya serwerên Tirk a daxwazên gelan e. Daxwazkirina heq, hiqûq, dad, wekhevî, azadî weke dabeşkerî, îxanet, parçekirina ometê û bi klîşeyên wiha tê vegotin.''

Eren bi berdewamî got, ''Tirkiye bi AKP'ê re hinekî guherî ye. Bûye hêzeke êrîşkar a sînornenas. Beriya AKP'ê Tirkiye bi dewletên cîran re lihevhatî xuya dikir .Niha êrîşkar. Beriya bi çendekê li Iraqê li artêşa Iraqê da. Dagirkirina welatekî Ereb weke tiştekî pir maqûl, bi mantiq û mafdar dibêje, ji wan weye ku peywireke wiha bi cih tînin ku Xwedê li Tirkan ferz kiriye.

Ya dî; bi guherîna herêmî, bi çareseriya pirsa Kurd re têkildar e. Em bala xwe bidinê; hem divê bi dewletî sîstema xwe biguherîne û hem jî divê hişmendiya xwe ya ji ber pirsa Kurd biguherîne. Ev du rewş dewleta Tirk ditengijîne, zorê lê dike, wê êrîşkar dike. Li şûna ku demokratîk bibe û pirsgirêkan çareser bike, li şûna mezinbûna û zengînbûnê şer û dagirkirinê hildibijêre. Ji ber ku ne li ser demokratîkbûnê ye, weke ku biryar li ser daye ku li ser xeta Osmanî biguhere. Li dijî kê şer dike; li dijî Kurdan û Ereban.''

Eren wiha domand: ''Li dijî vê bersiva gelên Kurd û Ereban Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye. Divê ev modêl, ev bersiv, li gorî fermana rêgeza baweriyê ya, ''di karên baş û xweşik de bikevin pêşbirkê'' were parastin û bêhtir were geşkirin. Divê gelê Ereb ê Sûriyê ku Tirkan ew rehîn girtine, nexasim bi navê penaberiyê yên li Tirkiyê divê xwe ji vê esaretê rizgar bikin. Peywira têkoşînê ya li dijî vê trajediyê, vê qirkirniê herî pir ya rewşenbîr û welatparêzên Sûriyê û Ereb e. Dikeve ser alimên dîn. Peywira dikvee ser rejîma Sûriyê jî. Tê zanîn bê ka li wan kampan çi bi serê Sûriyeyiyan tê kirin.

Bi hezaran ciwanên Ereb ji ber malbatên wan ên ku êsîr têne girtin bêgav hatine hiştin ku ji bo dewleta Tirk şer bikin. Ez behsa yên ku îdeolojîk difikirin û lumpen in nakim. Lê bi min piraniya wan bêgav hatine hiştin ku ji bo Tirkan şer bikin. Pereyê ku bi navê meaş ji dewleteke dî ya Ereb Qatarê tên, ev jî meseleyeke dî ye ku divê welatparêzên Ereb çareser bikin.''

Cîhan bi berdewamî bal kişande ser mêtingeriya Tirk a bi referansa dînî û got, ''Hebûna mêtingeriya Tirk a li Kurdistanê hê jî lingê xwe yê îdeolojîk li ser şîroveya Îslama desthilat tê rêvebirin. Sedema wê ew e ku hin malbatên Kurd ên Neqşî ji Osmaniyan û wir ve bi serwerên Tirk re bi têkiliyên serweriyê ne. Dema ku li nav Ereban Wahabîtî çêdibe, Osmaniyan jî dest pê kirine ku hin pêşengên tarîkatan ên Kurdan nêzî xwe bike. Derfeta dane wan, mewkî dane wan. Ev derdor jî di ber vê de carinan rasterast carinan ne rastersat parastina berjewendiyên serwerên Tirk, ji wan re kirina leşkertiyê, ji bo wan şerkirin weke Îslamê bi gundiyên Kurd vegotine, bi vî rengî mirovên Kurd ên saf xapandine. Ango di nav Kurdan de nokerî herî pir bi Îslama desthilatî hatiye geşkirin.''

Eren her wiha got dewleta Tirk ji bo ku li nav Kurdan bîreweriya netewî çênebe li gel ku ji xwe re laîk dibêje jî li nav Kurdan destek daye hin tarîkan û cemeatan, hiştiye ku hebûna xwe bidomîne, medreseyên welatparêzên Kurd girtiye, cih ji bo nokerên xwe eyar kirine, damarê welatparêz ê wekî Şêx Sedî bi komkujiyan xwestiye ku biqelîne û îro derdorên ku AKP li Kurdistanê xwe dispêrê ser wan ji vê rêz û rêçikê tên.”

Eren her wiha got Kurd di rewşeke wiha de bûn ku gelê herî hejar, herî nerêxistinî, ne bîrewer bûn, ne ji bo xwe lê ji bo dijminê xwe bûn lê, “Bi PKK'ê re di vê de şoreş di nav şoreşê de çêbû. Kurdên ku ji hev hatibûn belawelakirin di rih, hîs, raman û siyasetê de bi rêjeyeke girîng gihandine cem hev.''

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got, ''Têkoşîna me ya desthilatê ye. Ne têkoşîna wê ye ku em serwerî hinan bibin, xak û zengîniya hin civakan bi dest bixin, kedxwariyê bikni. Di dirûşmeyan dişînin seferên dagirkirinê. Divê ev ferq baş werin dîtin.

Ji bo Kurdan fikir û daxwaza me çi be, em eynî weke wê ji bo Tirk, Ereb, Fars, Ermen, Asûr-Sûryan, Çerkezan hemû gelan difikirin û dixwazin. Mînaka vê ya herî berbiçav e Kurdên Rojava ne ku hewl didin ramanên Rêber Apo, paradîgmaya neteweya demokratîk esas bigirin. Li vê herêmê pêşî Kurdan rêxistiniya xwe kir. Lê Kurdan rêxistiniya Ereban jî kirin. Rêxistiniya Sûr, Sûryan, Tirkmeman jî kirin. Bûne alîkar ku rêxistiniya xwe bikin, destek dan. Tecrûbeyên xwe par ve kirin. Bi vî rengî di nav çend salan de Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê derkete holê. Rêveberiya Xweser ji bo hêsankirina Kurdên li Qamişlo-Kobanê çi biryara distîne, ji bo gelê Ereb ê Reqa-Dêra Zorê jî eynî biryaran distîne. Ziman û çenda Ereb înkar nake. Bi zorê Kurdî hînî Ereban an jî gelên din nake. Û li aliyekî tiştên ku TC li Efrîn, Bab, Cerablûs, Serêkaniyê, Girê Spî dikin binerin. Wan bidi ber hev. Tişta ku em dixwazin bibêjin wê baştir were dîtin.''

Eren her wiha got Kurd divê karibin bi gelên din re xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî hê kûrtir bîni ser hiş û bîrê û divê Ereb û gelên din zanibin Kurdên ku bi ramanên Ocalan bîrewer bûye, siyasî bûye, li ser wan ji bilî yekîtiya demokratîk û xwîşk û biratiyê ne bi ajandayeke dî ye.

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren herî dawî got, ''Apogerî beriya her tiştî dixwaze dadmen be. Kurdên welatparêz divê xeta raman û jiyanê ya Rêbertî ji kûr ve fêhm bikin, bi yên ku fêhm nekirine bidin fêhmkirin, bi yên ku nedîtine bidine dîtin û bi yên ku bawer nakin jî bidin bawerkirin. Di serî de gelê Ereb, hemû gelên herêmê jî divê zanibin Kurd hêza xwe mîna BAAS'ê, mîna Tirkên dînîgir û faşîst wê bi kar nayînin. Divê ji vê bawer bikin.''