Erebên li Sêrtê wê bêjin 'NA'

Erebên li Sêrtê dijîn dan xuyakirin, ku wê di refearndûma 16'ê Nîsanê de li ber sîstema dîktatoriyê rabin û bêjin 'NA'.

Rêveberê HDP'ê yê Bajêrê Sêrtê Kamûran Kalkan û kedkar Îbrahîm Çakir ên Ereb, li ser referandûmê ji ANF'ê re axivîn.

Rêveberê HDP'ê yê Sêrtê Kamûran Kalkan, zextên dewletê yên li Kurdistanê şermezar kir û anî ziman, referandûma di pêvajoya Rewşa Awarte de bê kirin, wê demokratîk nebe.

Kalkan da xuyakirin, ku dema ew li rêveçûna welêt dinêre, bi sedan carî dibêje 'NA' û got, "Hevserokên partiya min û bi dehan parlamenterên me dîl hatiye girtin. Navê vê demokrasî nîne. Em di pêvajoya Rewşa Awarte de ne. Bi rengekî dij qanûnî, ji bo 'guhertina destûra bingehîn û pêkanîna sîstema serokatiyê' referandûm tê kirin. Gelo çi eleqeya vê bi demokrasiyê heye?"

'ÇI DIBE BILA BIBE, EZ LI NAVA HDP'Ê ME'

Kalkan ku di nava refên HDP'ê de ji bo demokrasiyê têdikoşe, bal kişand ser nasnameya xwe ya etnîkî û got, "Ez bi xwe Ereb im û di nava vê demê de 2 mehan di girtîgehê de mam. Sûcê min ew bû, ku ez endamekî HDP'ê me û di nava refên HDP'ê de ji bo mirov nemirin, ji bo aştî û demokrasî pêk were, têdikoşim. Çi dibe bila bibe, ez ê vê têkoşîna xwe bidomînim û di nava HDP'ê de bim."

'DIVÊ EREB JÎ BÊJIN NA'

Kalkan anî ziman, ji bo Erebên li Sêrtê dijîn di referandûmê de bêjin 'NA' ew di nava hewldanan de ne û wiha dewam kir: "Gelê Kurd û gelên bindest wê encama vê referandûmê diyar bikin. Weke mirovekî xwedî nasnameya Ereb, di vê referandûmê de ez ê jî bêjim 'NA'. Ji bo welatiyên din ên Ereb li ber vê zîhniyeta 'rejîma şexsekî' rabin û bêjin 'NA' ez ê têbikoşim."

'DI DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ DE CIHÊ NASNAMEYA MIN NÎNE'

Dikandar Îbrahîm Çakir ê 36 salî jî da xuyakirin, ku di nava vê destûra bingehîn a nû de ku wê pêşkêşî referandûmê bê kirin, bersiv ji nasnameya wî ya Ereb û mafên wan re nayê dayîn. Çakir got, "Min yek bi yek 18 xal xwend, kontrol kir. Di nava wan de gotineke bi tenê li ser mafê min, li ser nasnameya min nîne. Bi temamî, ji bo qanûnîkirina rewşa heyî ye. Bi dîtina we, gelo mirovekî xwedî wijdan wê ji vê re bêje 'erê?' Na, wê nebêje. Weke Erebekî ji Sêrtê ez ê jî bêjim 'NA'. Ji bo rastiya ez dibînim her kes bibîne, ez ê bênavber ji her kesî re qalê bikim. Ji ber ku hê gelek mirovan ev cidiyeta hilbijartinê fêhm nekirine."