Erebekî ku ji zindana DAÎŞ'ê berê xwe da çiyayên Kurdistanê

Çiyager Agir Erebekî ji Dêra Zor e. Di dema dagirkeriya DAÎŞ'ê de li zindanê ma, lê bi serketina Kobanê re hêviya xwe mezin bû û piştî azadkirina bajarê xwe berê xwe da çiyayên Kurdidstanê.

Çiyager Agir sala 1996'an li Dêra Zorê ji dayik bû. Mîna her kesî hêviyên xwe hebûn; dixwest bi rengekî azad bijî. Piştî ku tarîtiya ala DAÎŞ'ê bi ser bajêr ve hat, jiyan êdî li wî bûbû mîna êşkenceyê. Înfazên li meydana bajêr, jêkirina organên mirovan, bi qemçiyan lêdana li jinan û girêdana mirovan bi dîrekan ve ku bi rojan bi tî û birçî dihiştin, li pêş çavên wî diqewimîn. Xwe li vê rewşê ranegirt û bi hevalên xwe re parve dikir. Ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate girtin ku hingî bajar dagir kiribûn. Nêzî 5 mehan di zindanê de ma û gelek caran êşkence lê hate kirin. Piştî ku mezinên malbatê ketin dewrê hate berdan, lê belê fêhm kir ku êdî jiyana xwe nikare bi vî rengî bidomîne.

SERKETINA KOBANÊ EW XIST NAVA LIV Û TEVGERÊ

Serketina Kurdan a li Kobanê ya li dijî DAÎŞ'ê, ji bo mirovên li bajarên dagirkirî bû moral. Ji bo Çiyager Agir jî serketina Kobanê bû hêvî. Qala wê demê dike: "Dema ku min navê Rêber Apo bihîst û îdeolojiya mirovahiyê ya ku bi hawara me ve hat bihîst, min fêhm kir ku rêya jiyaneke nû ya li Rojhilata Navîn ji çiyayên Kurdistanê derbas dibe.

DU SAL IN LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ YE

Niha nêzî du sal in li çiyayên berxwedanê me. Çand, ziman, erdnîgarî, avhewa dibe ku cuda be, lê belê di nava vê tevgerê de mirovên ji gelek neteweyan hene û her kes ji malbatê jî bêhtir bi hev ve girêdayî ne. Min têkiliya hevrêtiyê ya li vê derê li devereke din nedîtiye. Hesteke gelekî cuda ye; vegotina wê zehmet e. Dikarim bêjim ku civaka parvekirina kêfxweşî, berxwedan, rûkenî û kedê ya bêberdêl e'. Me, gelê Ereb gelekî êş kişand û hîn jî dikişînin. Tenê felsefeya Rêber Apo dikare bibe dermanê vê êşê. Bi vê wesîleyê bang li ciwanên gelê xwe dikim ku bên vê derê."