‘’Erê yan jî na ji bo Başûrê Kurdistanê wê taloke be’’

Berwarî diyar kir Başûrê Kurdistanê ji 1992’an ve sîstem ava nekiriye û wiha pê de çû, ‘’di referandûmê de encam erê jî be na jî be ji bo Başûrê Kurdistanê wê rojên taloke dest pê bikin’’

Akademîsyenê ji Başûrê Kurdistanê û di heman demê de jî endamê Dîwana Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK)  Dr. Kamûran Berwarî derbarê referandûma Başûr ku tê plankirin 25’ê Îlonê were çêkirin bersiva pirsên ANF’ê da. Berwarî derbarê nîqaşên hundir û derve yên beriya referandûmê, referandûm biryara parlamentoyê ye an na, herêmên nîqaş li ser wan wê were dengdan an na û li ser helwesta Tirkiyê bersiva pirsên me da.

Li Başûrê Kurdistanê piştî ku biryara referandûma serxwebûnê ji hêla hin partiyan ve hate standin hem li hundir û hem li derve nîqaş dest pê kirin. Di nîqaşa hundir û derve de pirsa ‘çima niha?’ li pêş e. Bi ya te çiman niha?

Li Başûrê Kurdistanê hemû têkoşîn, serhildan, raperîn ji bo azadî û serxwebûnê bûn. Lê mixabin di rewşa berdest de em nizanin ji bo gelê xwe çi dixwazin. Diyarkirina çarenûsê ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê ji bo çar parçeyên Kurdistanê mafê herî rewa yê gelê Kurd e. Ji 1992’an ve ku em bûne xwedî parlamento û maf diviya niha em li devereke dî bûna. Lê Başûrê Kurdistanê niha di rewşeke nediyar û taloke de ye. Ji ber ku li Başûr sîstema me tine. Arîşeya me ya herî mezin nebûna sîstemeke me ye. Beriya her tiştî destûreke me nîn e. Ango destûreke me ya ku sîstem pê sazkar bibe nîn e. Destûreke ku yasayên ku derkevin girêdayî wê bin nîn e. Gelek yasayên ku derdikevin jî ji hêla partiyên siyasî ve, ji bo berjewendiyên xwe ve têne derxistin.

Rexneyeke dî jî ew e ku referandûm ne biryara parlamentoyê ye…

Belê, tu rast dibêjî. Kilîda ku beriya bi 2 salan li deriyê parlamentoyê hatî xistin bû derbayeke wiha ku hêviyên gelê Başûr kuşt. Heke di nav welatekî de tu federal bî, parlamentoyeke te hebe û tu rabî biçî parlamentoyê bigirî, tu wezîr û wekîlên ku bi dengê gel hatine hilbijartin bişînî malên wan ev nayê qebûlkirin.

Lê helbest dîsa jî referandûm mafê gelê Kurd e, lê nabe ku mirov ji bo referandûmê bike, rabe referandûmê bike. Referandûm divê ji bo armancekê were kirin. 2005’an referandûm hate kirin, 98 ji 100’î yê gelê Kurdistanê di referandûmê de got erê. Lê wê demê hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê guh nedana daxwazên gel. Beriya wê jî dema ku 2003’an rejîma Seddam hilweşiya diviya Kurdan biryarek bidane lê ew fersend jî ji dest berdan. Niha jî vê referandûmê ji gel direvînin û hewl didin pêk bînin.

Çawa yanî? Dikarî vekî?

Beriya her tiştî parlamentoyeke sazkar, hikûmeteke sazkar hewce ye. Piştre meha Îlonê divê hûn hilbijartina parlamentoyê bikin. Piştre divê hûn destûrê deynin, yasayan çêbikin. Ji ber ku ti zemîneke yasayî ya hikûmeta berdest nîn e. Ne meşrû ye ku biryarekê bistîne. Heke îro partiyên siyasî li parlamantoyê venagerin ev nîşana arîşeyan e. Hilbijartî heke nikaribin werin parlamentoyê ev nîşana wê ye ku vîna gel di bin piyan de ye.

Ti rewatiya karê ku niha em dikin nîn e. Ji ber ku li holê biryardariya vîneke hilbijartî, yasayîbûna wê nîn e. Li gel vê, çend partiyên siyasî, an jî serokên wan li ser navê gel nikarin biryarekê bidin. Bêguman heke li welatekî parlamento hatibe xitimandin li wir hemû saziyên din ne meşrû ne. Her wiha li Başûrê Kurdistanê dema seroktiyê ev 2 sal in qediyaye lê hê jî li ser kar e û polîtîkayan dike. Êdî li Başûrê Kurdistanê yek saziya me ya di nav çarçoweya yasayî de nîn e.

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de ‘herêmên nîqaşbar’ hene. Li vir jî referandûm wê were kirin?

Beşekî girîng ê Başûrê Kurdistanê bi statûya herêmên nîqaşbar e. Pêşî li van deran divê referandûm were kirin. Piştî ku ev der hatin  ser Başûrê Kurdistanê divê gavin werin avêtin. Lê hin rayedarên Başûr dibêjin referandûm ne ji bo serxwebûna Kurdistanê ye, dibejin ne bi wê mebestê ye ku van herêmên nîqaşbar bi Başûr ve girêbidin. Mînak Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ji rojnameya El Nenat a Lubnanê re axiviye û gotiye, rayedarên Herêma Kuridstanê jê re gotine, ‘’ev referandûma ne ji bo serxwebûna Kurdistanê ye’. Heke wiha be ev senaryoyek e û Kurdan dikişînin vê senaryoyê. An jî heke ne wiha be divê rayedarên herêmê vê zelal bikin.

Li herêmên nîqaşber li beşekê Pêşmerge, li beşekî artêşa Iraqê, li beşekê Heşdî Şebî û li beşekî jî hêzên din hene û li hin deveran DAIŞ heye. Li van deran referandûm wê çawa bibe û heke were kirin jî ku ‘NA’ derkeve ev herêm ji dest naçin?

Biya min di referandûmê de erê jî derkeve na jî derkeve ji bo Başûrê Kurdistanê wê rojên dijwar û taloke dest pê bikin. Heke ‘erê’ derkeve û tu vê bi cih nehyînî wê demê tu yê vîna gel bişkînî. Hemû berpirsyarî û gunehê vê jî li ser te dimîne. Bi dengê gelê Başûr heke ‘na’ derkeve ev ê jî bibe hetîketiyeke mezin û bibe destpêka rojên taloke.

Dema ku mirov li atmosfera niha binere li gorî te ji bo Herêma Kurdistanê hewcehiya sereke çiye?

Hewcehiya pêşî ya Başûrê Kurdistanê pêkanîna yekîtiya netewî ye. Pêkanîna yekîtiya gel hewcehiya herî sereke ye. Ya dî jî pêdiviya Başûr bi sîstemekê heye. Ji 1992’an ve me nekarî ku sîstemekê pêk bînin. Di rewşa ber dest de bi ser krîza nebûna sîstemê de krîza siyasî û aborî jî zêde bû. Niha ya sereke ew e ku mirov van krîzan çareser bike. Pêdiviya gel pêşî bi vê heye. Vî gelî ji dîrokê ve ji bo serxwebûn û azadiya xwe bi sed hezaran şehîd da. Lê pirsa sereke li vir ev e: Te ji bo serxwebûn û azadiyê çi kir? Pêşî divê bingehên vê yên siyasî, aborî û civakî werin danîn.

Çi hate kirin?

Artêşeke te ya di bin banekî de nîn e, asayişeke te ya di bin banekî de nîn e, aboriya te ya milî nîn e, perwerdehiyeke te ya netewî nîn e, zanîngehên te yên zanistî û netewî nîn in, çapemeniya azad nîn e, dîplomaya Kurdistanî nîn e, li welatê de di nav gel de wekhevî nîn e, di nav partiyên siyasî de wekhevî nîn e, bi sê parçeyên din ên Kurdistanê re di nav şerekî de yî, bi Rojava re şer dikî, bi Bexdayê re şer dikî, bi Ewropa û DYA’yê re têkiliyên te têk diçin, di destê me de tenê Erdogan heye. Lê bi Erdogan em ne dikarin dewletekê ava bikin û ne jî dikarin referandûmê bikin. Em behsa serxwebûnê dikin lê rojene em tangên Tirkiyê yên li Başûr dihijmêrin. Em li Mûsilê, li vir û wir kampan ji tangên wan re vedikin.

Lê herî pir ê li dij referandûmê Tirkiye ye?

Têkiliyên Başûrê Kurdistanê yên bi dewleta Tirk re şaş hatine danîn. Têkiliyê wê yên bi partiyên siyasî re jî li ser xapandinê hatine danîn. Em qet xwe nexapînin, dewleta Tirk ne dema bihurî, ne niha û ne jî siberojê qet nexwestiye ku Kurd bi ser bikevin, azad bibin û serbixwe bibin, wê nexwaze jî. Ev ne tenê ji bo Başûr, ji bo parçeyên dî jî wiha ye. Tirkiye, her li kû jî be naxwaze ku Kurd bibin xwedî statû. Her car jî vê dibêje.

Mînak Erdogan hê jî Başûrê Kurdistanê weke ‘xeta’yekê dibîne..

Belê dema ku gefan li Rojava dixwe dibêje, ‘em ê şaşîtiya ku me li Bakurê Iraqê kirî li Bakurê Sûriyê nekin’’

Lê PDK jî dibêje, ‘’Heke ne ji Tirkiyê be deriyê me yê ku li dinyayê vedibe tê girtin’’. Biya te rastiya vê gotinê heye?

Ev gotin êdî genî bûye. Helbet dibe ku têkiliyên aborî bi Tirkiyê re hebin lê nabe ku siyaseta me jî vê weke talokeyekê li ber civakê deyne. Heke tu nikaribî siyasetekê bikî tu yê hencetan bigerî. Ev jî tiştekî wiha ye. Heke îro di nav Kurdan de yekîtiyek were danîn, di nav Kurdan de, partiyan de û di navbera parlamento û gel de têkilî baş werin danîn kesek wê nikaribe bi tiştên wiha gefê li Başûr bixwe. Rêyên dî hene; rêyên ku ji Sûriyê vedibin, bi Iraq û Îranê re hene. Heke tenê deriyê Rojava jî were vekirin Başûrê Kurdistanê bi rehetî dikare debara xwe bike û ji bo siberojê dikare zemîneke asê çêbibe.

Lê na, heke Tirkiye ji bo berjewediyên xwe li Başûrê Kurdistanê bi partiyekê re têkiliyên malbatî datîne, ev ji bo tevlîhevkirina Kurdan e. Heke Tirkiye bi rastî jî welatekî demokratîk û aştîxwaz bûya, li Bakur her roj zarokên Kurd nedikuşt, ew nedixistin zindanan. Bi ser de Tirkiye bi xwe jî bûye zindaneke mezin. Ji bo vê jî divê gelê me ji derewên ‘’ji Tirkiyê pê ve rêyên me nîn in’ bawer neke. Berovajî vê, heke em di nav xwe de û bi cîranên xwe re xwedî têkiliyên baş bin Tirkiye wê hewceyî Başûrê Kurdistanê be. Ji 1992’an ve bi milyaran dolar ji Başûr çû Tirkiyê. Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê bûye cihê bazarê.

Van demên dawî di mijara referandûmê de kî rexneyeke biçûk bike wan ‘dijberê serxwebûn’ê radigîhînin. Bi vê dixwazin çi bikin?

Kurdistan ne milkê şexsî yê kesekî ye. Kurdistan ne milkê partiyekê, malbatekê ye. Kurdistan welatê Kurdan e. Parastina vê jî gelê Kurd dike. Ê ku ji bo vê berdêl dide û xwe gorî dike jî gelê Kurd e. Heke mirov siberoja xwe diaxivin, nîqaş dikin ne heqê kesekî ye ku wan bide ber pirsan. Divê PDK jî wiha neke. Bi çavê rexneyên ku têne lêkirin divê li xwe binere. Heke vê bike wê şêwazeke rast be û tiştekî bi dest wan ve jî bîne. Ev hem ji bo wan jî û hem ji bo siberoja aza a gelê Kurd jî rêbaza herî rast e.