Erdogmûş: HDP tifaqa azadî, bawerî û gelan e

Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Nîmetûllah Erdogamûş ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ji Rihayê bûye namzet diyar kir ku li hemberî tifaqên 'Cûmhûr' û 'Millet', HDP tifaqa demokrasî, azadî, bawerî û gelan e.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmetullah Erdogamûş, ku niha Namzetê HDP'ê yê Rihayê ye û berê Muftiyê Amedê bû der barê hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê û xebatên hilbijartinê yên li Rihayê ji ANF’ê re axivî. Erdogmûş da zanîn ku hilbijartina 24’ê Hezîranê, hilbijartinek girîng e û got: “Ne tenê ji bo HDP’ê ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê girîng e û wê ev hilbijartin bibe wesîleya xelasbûna tevahiya gelên Tirkiyeyê.”

‘HILBIJARTIN XELASIYA TIRKIYEYÊ YE’

Erdogmûş anî ziman ku ji ber Rewşa Awarte, hemû riyên siyaset û diyalogê li Tirkiyeyê xitimiye û wiha axivî: “Tirkiye nikare li hundir yan jî ji derve gavekê bavêje. Tenê çekek ya hikûmetê heye, ev jî zilim, zordestî û neheqiya li ser gelan e. Ji bo vê jî ev hilbijartin xelasî ye. Riha bajarekî girîng e û xwediyê dewlemendiyek bêhempa ye. Li Rihayê wê HDP xaçerêyek dîrokî dane, wê Riha rol û misyona xwe ya dîrokî bilîze û êdî dema wê hatiye. Riha bajarekî kevnar û dergoşa mirovahiyê ye, Hz Xelîlliah li hemberî zilma Nemrût rabûye. Her wiha Riha di aliyê civakî de xwediyê dewlemendiyek gelek girîng e. Dewsa hemû baweriyan li ser vê axê heye û şênbere. Riha bi sekna xwe ya dîrokî dikare barê Tirkiyeyê sivîk û aram bike.”

‘CEMAET Û DIYANET KETIYE NAVA QIRÊJIYÊ’

Erdogmûş bilêv kir ku hikûmet paqijiyê naxwaze û her demê fikra wan li ser şer e û wiha pê de çû: “Hikûmet li Tirkiyeyê û ji derve dixwaze bi şer temenê xwe dirêj bike. Dema şer hebe, hemû sazî û dezgehên hikûmetê jî qirêj dibin. Ez misftî me û bejim, Cemaet, cemyet û diyanet tevahî ketine di nava qirêjiyê. Ol tiştek zelalne, pêwîste zelal bimîne. Di nava civakê de ev emanet çawan zelal e divê bi wî şeklî bê parastin. Lê belê hikûmet û dewletê ol qirêj kiriye. Hikûmet dixwaze bi îdiayê, krîza Tirkiye tê daye xelas bikin. Bi ti awayî ev kesên hene xizmetê ji ol re nakin. Hikûmet dixwaze bi ol temenê xwe dirêj bike. Ev îxtidar nemaye û ecelê wê hatiye.”

‘HDP TIFAQA DEMOKIRASIYÊ YE’

Erdogmûş anî ziman ku tifaqa HDP’ê tifaqa demekirasiyê ye û wiha axaftin xwe domand: “Ji bo rojên aram û nû yên Tirkiyeyê, HDP alternatîf û hêviyan gelan e. Li hemberî tifaqa ‘Cumuhur’ û ‘Mîllet’ HDP jî tifaqa azadî û hemû baweriyan e. Em tifaqa gelan in.  Ev tifaqa gelan jî dikare hemû barên Tirkiyeyê bide li ser pişta xwe. Ev tifaqên din nikarin vî barê gel rakin û tiştek nû bi afirinin. Ji berk u ti pirojeyên wan tineye.”

RIHAYÎ: BILA DESTHILAT DESTÊ XWE JI SER OL RAKE

Erdogmûş li ser xebatên hilbijartinê yên li Rihayê jî axivî û wiha got: “Bertekek mezin ya gelê Rihayê heye. Riha bajarekî bitebate û heta niha hêzek dida desthilatê. Lê belê heta niha desthilatê tiştek ji bo vî gelî nekiriye. Wezîrê Çandiniyê ji Rihayê ye û niha jî kirîzekî mezin ya çandiniyê li Rihayê heye. Kijan gund, navçe, karker, xebatkar û cotkar em diçin li gel wan îllilah dikin.  Dibêjin zilma AKP’ê li me kiriye heta niha ti desthilatan nekiriye. Berî demekê lîtreyek mazot û kîloyek genim yek bû. Bi kîloyek ce û genim, mirovan dikarî lîtreyek mazot bistine. Lê belê dibêjin 600 qat ev zêde bûye. Bi şeş kîlo ce û şeş kîlo genim, encax dikarin lîtreyek mazot bistînin. Piştî hilbijartinê jî wê ev yek hîn zêde be. Wê hilberîner nekarin kîlîda matorên xwe bidin kar. Pirsgirêka duyemîn TEDAŞ dest daniye li ser keta cotkaran. Di aliyê aboriyê de hikûmetê pişta Rihayê şikandiye û gel jî ji vê yekê ne raziye. Rihayî dibêjin bese, êdî bila ol îstismar nekin. Bila desthilatî destê xwe li ser ol rake û neke amûrek ya siyasetê û bila ol qirêj neke.”