'Erdogan û hêzên El Qaîdeyê li bin ketine'

Karayilan: AKP, rêveberiya Erdogan û çapemeniya Tirk heta ji wan tê hewl didin binketina artêşa Tirk a li Efrînê binixumînin. Lê rastî ev e; artêşa Tirk û hêzên El Qaîdeyê ku pê re tevdigerin binketî ne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, berxwedana serdemê ya şervan û gelê Efrînê û çalakiyên xwedîdeketina li Efrînê ji ANF'ê re nirxand.

Karayilan bi gotina, "Êrîşa dewleta Trika  qirker mêtinger a li ser Efrînê, êrîşeke ku li ser bingeha platforma Astanayê bi destûr û desteka aktîf a Rûsyayê pêk hatiye" dest bi axaftina xwe kir û got, "Di vir de hin bazarî û hesab hene. Xuya ye, di berdêla hiştina beşek ji Îdlibê ji bo rejîmê û Rûsyayê, her wiha bi pêşkêşkirina hin berjewendiyên cuda yên aboriyê, destûr ji Tirkiyeyê re hatiye dayin. Ji bo Kurdên li ser azadiyê ne bên qelskirin û kontrolkirin, hin hêzên cuda yên herêmê jî tevlî vê bûne. Di nava Koalîsyona Navneteweyî de ku DYA pêşengiyê jê re dike, dibe ku hin dewletan ev êrîş erê nekiribin. Lê belê hinekan bi gotina 'tiştekî ku em karibin bikin nîne', hinekan jî bi gotina 'Efrîn li derveyî qada me ya parastinê ye' ev êrîşa xwînxwar a li ser Efrînê erê kirine."

Karayilan got, eşkere ye ev êrîşa desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî Efrînê, xwe dispêre konsepteke navneteweyî.

DIVÊ TI HÊZA NAVNETEWEYÎ NEBE HEVPARÊ POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ YA DEWLETA TIRK

Karayilan destnîşan kir ku di serî de Rûsya ew naxwazin ti hêzeke navneteweyî bibe hevparê polîtîkayên qirkirinê yên mêtingeriya Tirk ku li dijî gelê Kurd dike û wiha dewam kir: "Ev dewlet siyaeta qirkirinê li ser gelê Kurd rewa dibîne. Her Kurdên ku daxwaza azadiyê dike, terorîst dibîne. Divê kes nebe hevparê vê polîtîkayê. Bendewariya gelê Kurd ji Rûsyayê ev e. Bendewariya ji hêzên din ên navneteweyî jî ev e. Jİ xwe Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê di vî warî de du caran daxuyanî da."

Karayilan bi bîr xist ku Efrîn yek ji cihên herî aram û aştiyane yê Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku jinedîtî hatina êrîşeke wiha, ya jî destekkirina vê êrîşê tê wateya şirîkatiya bi vê polîtîkaya qirker a li derveyî mirovahiyê. Karayilan got, "Îzahateke din a vê yekê nîne. Bendewariya gelê Kurd ew e, ku dest ji vê nêzîkatiyê bê berdan."

XUYA YE HÊZÊN NAVNETEWEYÎ NE LI BENDA BERXWEDANEKE WIHA BÛN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê işaret bi berxwedana hevgirtî ya ewladên vî, gelî, hêzên YPG û YPJ'ê kir û got, "Em dibînin ku hêzên navneteweyî ne li benda berxwedana wiha bûn. Hesabê wan ev bû; 'Dewleta Tirk wê 3 rojan an jî hefteyekê Efrînê dagir bike'. Xuya ye ji derewên Erdogan bawer kiribûn. Ev bû sê hefte, her kes li pêşberî berxwedana bi heybet a Efrînê matmayî maye. Berxwedana ku bi rengekî serketî tê kirin hesabê aliyan li bin guhê hev xist. Gelek hêz di çarçoveya berjewendiyên xwe de hewl didin bikevin nava pêvajoya guhertina polîtîk. Nepêkan e ku wijdanê mirovahiyê li pêşberî vê berxwedana ku weke qîrîna mirovahiyê li dijî faşîzmê û zilmê tê kirin bêdeng bimîne. Bala raya giştî ya navneteweyî jî li ser e."

SERKÊŞÊ PROPAGANDA DEREWAN ERDOGAN E

Li ser encamên berxwedana serdemê û propaganda dewleta Tirk a dûrî ji rastiyê, Karayilan got, "Tevî ku 19 roj di ser re derbas bûne jî artêşa Tirk û çeteyên El Qaîdeyê yên pê re tevdigerin bi pêş ve neçûne. Cihê ku herî zêde lê bi pêş ve çûye, 5 kîlometre ye. Ji bilî vê yekê bi pêş ve neçûye. Yanî li berxwedaneke mezin rast tên û tevî teknîka xwe ya mezin jî nikarin bi pêş ve biçin. Gelek cihên ku bi dest dixin ji ber êrîşên dijber neçar dimînin ji dest bidin. Bi qasî ku em zanin gelek cih bi vî rengî gelek caran dest guhertine. Mesela gelekî li ser Çiyayê Bûrseya axivîn. Ya rast, di navbera Çiyayê Bûrseyayê û çeperên çeteyên AKP'ê de berê tenê 150 metre hebû. Yanî 9 rojan nikarîbûn bi 150 metreyî bi pêş ve biçin. Piştî 9 rojan hêzên li wir li ber xwe didan bi qedemeyekê xwe vekişandin û ew der girtin. Ya ku kirin, pêşveçûna 150 metreyî ye. Ji ber ku ew der hatiye valakirin dibe ku hinekî li derdora wê belav bûne. Pêşveçûna bi 150 metreyî bi gotina 'Em diçin Efrînê, em nêzî Efrînê bûne, kêm maye' bi nav dikin. Ev yek dûrî ji rastiyê ye."

HEJMARA KUŞTIYÊN XWE JI RAYA GIŞTÎ YA TIRKIYEYÊ VEDIŞÊRIN

Karayilan destnîşan kir ku serkêşê propaganda derewan Erdogan bi xwe ye û bal kişand ser hejmara kuştiyên leşker û çeteyên Tirk: "Tevî şerê 2-3 rojan ê li qada Şêrxorzê, xuya ye hejmara kuştiyên çeteyên El Qaîdeyê bûye 350. Tê gotin ku hejmara leşkerên mirine nêzî 200 e. Lê belê vê yekê ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêrin. Artêşa Tirk her roj daxuyaniyan dide. Ya rast daxuyaniyên tên kirin li artêşekê nayê, xwe dixe nava rewşeke pêkenokî. Artêşeke şerker ewqasî derewan nake, civakê naxapîne. Niha radibin dibêjin hejmara windahiyên YPG'ê 999 e. Em ji çavkaniyên YPG'ê hîn dibin ku hejmara windahiyan nebûye 100 jî. Artêşa Tirk hejmara windahiyên dijberê xwe zêde nîşan dide û bi vî rengî hewl dide xwe serketî nîşan bide. Lê bi van derewan nikare rastiyê binixumîne."

BERXWEDANA EFRÎNÊ DÎROKEKE NÛ DINIVÎSÎNE

Mûrat Karayilan got, "Bi kurtasî AKP, rêveberiya Erdogan û çapemeniya Tirk heta ji wan tê hewl didin binketina artêşa Tirk a li Efrînê binixumînin, rastiyê ji civak û raya giştî ya Tirkiyeyê veşêrin. Lê rastî ev e; artêşa Tİrk û hêzên wê yên El Qaîdeyê binketî ne. Ti serketinek bi dest nexistine. Tevî teknîka xwe, tevî hêz û derfetên xwe, ji her alî ve derbê ji hêzên YPG/YPJ'ê dixwe. Her ku bi pêş ve biçin wê di nava çiravê de biçikin. Rastî ev e. Ji xwe hêzên YPG'ê şerekî sînor nakin. Bi rengekî tevlîhev, bi tevger, nîv bi tevger û sabit qadê diparêzin. Yanî dema pêwîstiyê pê bibîne xwe ji hin cihan vedikişînin, dike ku bikevin hundir û piştre dîsa li wan vedigerin û dieciqînin. Ev taktîkeke bêhempa ye û tê wateya asta herî bilind. Û ev îro li Efrînê li ser kar e. Lewma berxwedana Efrînê di şexsê YPG/YPJ'ê de dîrokeke nû dinivîsîne. Di dîroka şer de qonaxeke nû afirandiye.

Navê 'berxwedana serdemê' li berxwedana Efrînê hatiye kirin. Ev tespît gelekî rast e. Yanî li dijî teknolojiya herî pêşketî ya serdema me, vîna mirovan derdikeve pêş. Em dibînin ku teknîk û teknolojiyeke ku bi vîna mirovan karibe, nîne."

Karayilan got, berxwedêrên Efrînê bingeha serketinê afirandine û anî ziman, eger performanseke xurtir a taktîkî were afirandin, kêmasiyên rû dane bên sererastkirin, eşkere ye ku wê bi ser bikevin.

Karayilan got, "Ji bo Kobanê hat gotin ku wê bibe Stalîngrad. Lê Kobanê Stalîngrad jî li dû xwe hişt. Berxwedana Efrînê wê ji vê jî bilindtir be û bi ser bikeve."

DEWLETA TIRK DIXWAZE HERÊMEKE JI 5-6 KM'YAN A LI SER SÎNOR DAGIR BIKE Û BI VÎ RENGÎ BAZARIYÊ BIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser gefên dewleta Tirk a qirker ên li ser Minbicê jî û ev nirxandin kir: "Hê neketine Efrînê ku karibin qala Minbicê bikin. Eger ji wan tê bila ewilî xwe bigihînin Efrînê, piştre li ser Minbicê biaxivin. Ev artêşa ku ev 19 roj in dixwaze bi teknîka xwe ya mezin bi pêş ve biçe, hê bi 5 kîlometreyan jî nekariye bi pêş ve biçe. Ev hêza ku karakterê xwe karakterê dagirkeriyê ye, nekariye Efrînê dagir bike. Lewma her tiştên derbarê Minbicê de dibêje, tenê blof e. Erdogan û hikumeta wî dixwaze têkçûna ya li Efrînê binixumîne. Li şûna ku berê xwe bide nava Efrînê, niha li 4-5 cihên li ser sînorê Efrînê enî çêkirine. Dixwazin van eniyan bikin yek û bi vî rengî xetekê li ser sînor Çêbikin. Xuya ye wê bi gotina, 'Min li vir herêma tampon ava kir, ez bi ser ketim' hewl bidin civaka Tirk û raya giştî ya navneteweyî bixapîne. Bi vî awayî hem bixwaze têkçûna xwe binixumîne, hem jî bi herêmeke tampon a ji 5-6 kîlometreyan ku jê were, wê bixwaze bazariyê bike. Wê bixwaze ji van deveran dernekeve û bike mijara bazarê. Bi vî rengî hem ji bo hundir hem jî ji bo derve hesaban bike. Hewldanên wan ên heyî bi giranî wiha xuya dikin."

TÊKBIRINA ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ WÊ RÊ LI BER PÊVAJOYEKE NÛ VEKE

Karayilan got, "Êrîşên li ser Efrînê ne tenê li dijî Efrînê ye" û wiha dewam kir: "Di şexsê Efrînê de êrîş li dijî tevahiya Şoreşa Rojava tê kirin. Ya rast êrîş li dijî tevahiya Têkoşîna Azadiyê ay Kurdistanê û hemû destketiyên gelê Kurd e. Her wiha êrîşeke li hemberî Federasyona Bakurê Sûriyeyê, li dijî gelên din û daxwaza demokratîk e. Gelên herêmê û gelê Kurd vê dibînin; lewma li ber radibin. Ev nerazîbûn gelekî watedar û hêja ye. Ji ber ku tê zanîn; eger ev êrîşên faşîzma AKP'ê bi berxwedanê were şikandin, ev yek wê hem ji bo gelên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, hem jî ji bo gelê Tirkiyeyê û hemû gelên herêmê rê li ber destpêkirina pêvajoyeke nû veke. Bi taybetî têkçûna êrîşên AKP-MHP'ê wê bibe sedem ku rejîma AKP-MHP'ê ji holê rabe. Ev yek jî wê Tirkiyeyê bixe nava serdemeke nû û rê li ber pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê veke."

TEVLÎBÛNEKE GIRÎNG LI SEFERBERIYÊ HEYE

Karayilan diyar kir ku berxwedana Efrînê veguheriye têkoşîneke gelekî girîng a şoreşgerî û got, "Ji roja destpêkê ya êrîşan ve gelê me, bi taybetî Kurdistaniyên li Ewropayê û hemû parçeyan daketin qadan û bi fedakariyeke mezin berxwedan geş kirin. Ev yek gelekî watedar û hêja ye. Ez ji vê derê hemû mirovên me yên welatparêz ên cihê xwe di nava berxwedanê de digirin bi rêzdarî silav dikim û ji ber vê têkoşînê wan pîroz dikim. Di serî de li Ewropayê, gelê me li her cihî nerazîbûna xwe nîşan dide. Vê yekê li Kurdistanê rê li ber kelecanekê vekiriye. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din, bi ruhê piştevaniya neteweyî û xwedîderketinê, gihîştiye astekê. Wekî din di asteke girîng de tevlîbûn li seferberiyê bûye ku ji aliyê tevgera me ve hate ragihandin."

Mûrat Karayilan bal kişand ser hişmendiya demokratîk a neteweyî ya li Kurdistanê derketiye holê û got, "Divê ev yek veguhere platforma yekîtiya demokratîk û neteweyî. Girîng e bibe zemînek ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî. Hêvîdar im hewldanên bi vî rengî wê pir alî û zêdetir bibin."

SEKNA GELÊ EFRÎNÊ BERHEMEKE HÊJA YA MIROVAHIYÊ YE

Ji bo sekn û berxwedana gelê Efrînê jî Karayilan got, "Beriya her tiştî ez gelê me yê hêja yê li Efrînê bi rêzdarî silav dikim. Hem ji gelê sivîl hem jî ji şervanan şehîd çêbûn. Di şexsê Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Adnan, Mahîr û Xebatan de hemû lehengên şehîd bûne bi bîr tînim. Şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazim. Ev sekn û helwesta gelê Efrînê ji bo mirovahiyê berhemeke hêja ye. Bi rastî jî sekneke gel a bi lehengî ye. Yekîtî, fedakarî û wêrekiyeke mezin e. Vê sekna lehengî silav dikim. Gelê me yê Efrînê di vê pêvajoyê de li ber hemû êrîşên bi tank, top, kobra, obus û hewldanên tirsandin û revandinê rabû. Ev yek bi navê mirovahiyê sekneke pîroz e."

Karayilan da xuyakirin ku ji bo serketina vê berxwedanê, divê ev helwest hê bêhtir were xurtkirin, birêxistinkirin, tedbîrên ewlekariyê bên girtin, bersiv ji pêdiviyên tenduristiyê û jiyanî yên civakê re bê dayin û got, girîng e ku hêzên pêşeng vê yekê baş organîze bikin.

Karayilan her wiha got, "Divê gelê me yê Efrînê zanibe ku bi tenê nîne. Tevahiya gelê Kurdistanê, gelên dost û hêzên enternasyonal pê re ye. Ev berxwedana ku hemû tevgerên azadîparêz destekê dide, wê bi ser bikeve. Divê gelê me bi vê zanibe û bi vê têgihiştinê berxwedana xwe ya bi şeref û rûmetê hê bi rêxistin bike û bi biryardarî bidomîne."

GELÊ EFRÎNÊ YÊ BERXWEDÊR LI BENDA CIWANÊN XWE YÊN BI RÛMET E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dawiya axaftian xwe de got, "Herî dawî dixwazim çend tiştan ji bo ciwanên Kurdistanê bêjim. Di rapora pêşniyarê ya hevalekî ciwan de wiha dihat gotin; 'Gelê Efrînê yê leheng ku bi fedakariyeke mezin li ber xwe dide, li benda şervanên xwe yên bi rûmet e'. Girîng e hemû ciwanên Kurdistanê vê gotinê baş bixwînin. Gelê Efrînê ku bi dil, vîn û bedena xwe li ber xwe dide, li benda ciwanên xwe yên bi rûmet e, li benda şervanên xwe yên bi rûmet e. Ciwanên li her aliyên Kurdistanê divê vê bibihîze û bibîne. Li ser bingeha seferberiyê xwe bigihînin Efrînê û tevlî berxwedana Efrînê bibin."