'Erdogan mîna Helebçeyê dixwaze komkujiyê li Efrînê bike'

Niştecihên Binarê Qendîlê şehîdên komkujiya Helepeçe bi bîr anîn û gotin, Erdoğan mîna Helebçeyê dixwaze li Efrînê jî Kurdan bi rengekî komî bikuje.

16'ê Adara sala 1988'an li Başûrê Kurdîstan bi destê rejîma BAAS a Saddam a Iraqê li ser Kurdên Helepçe çeka kîmyewî hatibû avêtin, nêzî pênç hezar kes hatibûn  qetilkirin. Dîsa sala 2004’an 12 Adarê rejîma Baas a li Sûrî li Qamişlo qetlîam pêk anî. Di salvegera van  qetlîaman de niha dewleta faşîst a Tirk bi zext, bi top êrîşên xwe yê balafirên şer, li Efrînê zarok û sivîlan qetil dike û dixwaze Efrînê dagir bike. Niştehcihên Binarê Qendîlê Rûyxoş, Lokman Omer Ehmet, Yusuf Ahmet Abbas û Xidir Ehmet Kerîm di salvegera qatliama Qamişlo, Helepçe de êrîşên li ser Efrînê nirxandin  nerazîbûna xwe ajansa me ya ANF re anîn ser ziman.

KOMKUJIYA KÎMYABARANÊ YA HELEPÇE NAYÊ JIBÎRKIRIN

Ji niştecihên Binarê Qendîlê jina bi navê Rûyxwoş Ahmet diyar kir ku weke Kobanê bi yekîtiya Kurdan wê Efrîn bi ser bikeve û got: "Ez piştgiriya hemû jinên Kurd dikim. Hêvî û baweriya min heye ku  Efrîn bi ser bikevê. Em naxwezin Efrîn jî wek Enfalan û Helepçe bibe. Wê Efrîn bi ser bikeve. Ez şehîdên Qamişlo, Helepçê û Efrînê bi bîr tînim. Kurd yek in, pişta hev bernedin wek Kobanî, Efrîn jî wê bi ser bikeve."

Lokman Omer Ehmet got birîna Helepçe nayê jibîrkirin û wê Kurd nehêlin Helepçeyên din bên jiyîn û wiha axivî: "Îro salvegera qatliyama Qamişlo ye, şehîdên Qamişlo, Helepçe û Efrînê bi bîr tînim. Kimyabarana Helepçe nayê jbîrkirin. Hevîdar im ku ew dewletên li ser me Kurdan zilmê dikin wê têk biçin. Îro jî wek roja ku bi hezaran kes hatin qetilkirin, eynî ew roj niha li Efrînê dûbare dibe. Ê ku dikin dewletên dijminên me n dewleta Tirkiyê, Îranê, Iraqê ye.Em hemû Kurd in. Efrîn, Hewlêr, Mahabat lê xwedî derdikevin. Bila ew dewletên deshilatdar baş bizanibin, em Kurd yek in, birayê hevd in.Çi dibe bila bê em rê nadin, em li dijî şêwaza hûkûmeta Îran, Tirk, Suriyê ne."

Lokman Omer axaftinên xwe wiha bi dawî kir: "Bi her hawî a em bi Efrînê re ne. Em dijî dewleta Erdoğan in, bi ne heqî êrîşî Efrînê dike. Bi hemû şêwazî êrîş û  hucimî Efrînê dikin. Hewlêr, Helepçe yan jî Efrîn qet ferqa wan nîne. Wê Efrîn bi ser bikeve, piştgiriya tevahî Kurdan ji bo Efrînê heye û çi ji destê me bê em ê bikin."

ÇI SÛCÊ ZAROKAN HEYE?

Yusuf Ehmet Abbas balkişand li ser qetlîamên li ser Kurdan  û wiha got: "Kurd bi rastî her hatiye qetilkirin. Erîşa Tirkan a  li ser Efrînê aramnca wê qirkirina Kurda ye. Îran, Tirkiye, rejîma BAAS hemû li ser Kurdan bi her hawî qatlîam kirine. Em Tirkiye jî şermezar dikin. Rejîman çi li me kirin? Enfal li ser Kurdan kirin. Hûkûmet dihat gel hevdû, kimyabaran dikir.Hemû kes dizanê kimyabarana Helepçe çawa pêk hat. Çi sûcê zarokan heye, bi balafirên şer êrîş dikin, zarok di bin kavilan de mane .Ez bi Efrînê re me. Li kûderê li dijî Kurdan şer hebe ez amade me ku biçime wir şer bikim, çekê rakim. Bi can û malê xwe em bi Efrînê re ne. Em êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin û şehîdên Enfalê bi bîr tînin."

HELEPÇEYA DUYEMÎN

Niştecihê Binarê Qendîlê Xidir Ehmed Kerîm jî  diyar kir ku "Erdoğan desthilatdarek e, Erdoğan dixweze  bi topbaranê, kimyabarana wek Enfalê duyemîn a Helepçe li ser Kurdên Efrînê pêk bînê" û wiha domand, "Em dewletê Tirk a bi serkêşiya Erdoğan şermezar dikin, ji ber ku êrîşî Efrînê dike. Ji ber ku Efrîn jî Kurd e. Her parçeya ku Kurd heye ferqa wê tûne ye. Eger Efrîn têk biçe wê hemû Kurd têk biçe. Bangawaziya me hemû Kurdan heye ku xwedî li Efrînê derbikevin. Divê hemû gelê Kurd çi arîşeyên xwe yê cuda hebe jî divê di Efrînê de yekbûna xwe ava bike. Divê gelê Kurd bi yek dengî Erdoğan şermezar bike. Ji ber ku Tirkiye dijminê Kurd e. Nahêlê Kurd hebe. Pêwîste Kurd xwedî li Efrînê derbikeve. Erdoğan dixwaze  bi topbaranê, kimyabarana Enfalê ya 2. a Helepçe li ser Kurdên Efrînê pêk bînê. Divê em nehêlin ku Erdoğan bi ser bikeve, Erdoğan desthilatdarek e.Wê Kurd her hebin. Her wiha şehîdên Helepçe bi bîr tînim."