'Erdoğan avê weke çek û amûreke qirkirinê bi kar tîne'

Ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka ava vexwarinê ku li gelemperiya cîhanê mezin dibe, Neteweyên Yekbûyî sala 1992'an weke Roja Ava Paqij a Cîhanê îlan kir.

Civata Gitşî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), sala 1992'an li Rio Janeiro di konferansa hawirdor û pêşvebirinê de ji ber girîngiya ava paqij a ku li cîhanê kêm dibe, Neteweyên Yekbûyî biryar da ku 22'ê Adarê bibe Roja Avê ya Cîhanê. Ji sala 1993'an û vir ve sê salan carekê li welatekî 'Konseya Avê ya Cîhanê' dicive.

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rotinda Engin, girîngiya ava paqij û polîtîkayên dewletan ên li ser avê nirxand.

BI BÊ AV HIŞTINÊ XWESTIN GELÊ EFRÎNÊ TESLÎM BIGIRIN

Engin bi taybetî bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên rejîma Tirkiyeyê ku avê jî weke çekeke qirkirinê bi kar tîne û got, "Qirkirina li Kurdistanê pêwendiya xwe bi avê, ax û enerjiyê heye. Kurdistan xwedî çavkaniyên dewlemend ên ava vexwarinê ye. Ev çavkanî jiyanê li hemû herêmê, li Mezopotamyayê belav dike. Çavkanî û çemekî bi tenê yê Kurdistanê nema ye ku li ser bendav nehatiye çêkirin. Hejmara Santralên Hîdroelektrîk (HES) roj bi roj zêde dibe. Bi rêya van bendavan dixwazin gelê Kurd bi tî û birçîbûnê terbiye bikin. Dixwazin bikin hewcedarê dilopek avê. Bi çêkirina bendên li ser çem re mîna li Heskîfê tê dîtin dixwazin hişê civakî û dîroka Kurdistanê ji holê rakin. Bi dehan şaristaniyên Kurdan di binê avê de dihêlin. Ji ber vê polîtîkayê, ji bilî Heranê gelek navçeyên Rihayê li ber çolbûnê ne. Ji bo îradeya gelê Kurd bişikînin û teslîm bigirin, bend li ser çemên Dîcle û Firatê hatine çêkirin û pêşî li ava diherike Rojava tê girtin. Bi birîna avê li ser Efrînê hewl didin gelê Efrînê bê av bihêlin û teslîm bigirin. Av weke amûr û çekeke qirkirinê ji ailyê Erdoğan ê faşîst ve tê bikaranîn."

'EM XWEDÎ LI AV, ERD Û ENERJIYA XWE DERKEVIN Û CIVAKA AZAD BI HEV RE BIAFIRÎNIN'

Di dewama axaftina xwe de Rotinda Engin anî ziman ku biryara Neteweyên Yekbûyî ji bo nixumandina polîtîkayên avê yên desthiltadaran e û ji bo parastina av û axê bang kir.

Engin got, "Forûmên ku bi navê Roja Avê ya Cîhanê ji aliyê netewe dewletên Neteweyên Yekbûyî ve tên lidarxistin, ji bo nixumandina polîtîkayên desthilatdariyê ne. Yên ku rê li ber pirsgirêkê vekirine bi ti awayî nikarin çareser bikin. Çareseriya ku biafirînin jî tenê wê ji bo kontrolkirina çavkaniyên mayî yên avê be. Ji ber vê yekê bi taybetî ekolojîst, hêzên dijberê sîstemê, gelên bindest û civak divê forûmên alternatîf li dar bixin, xwedî li av, enerjî û axa xwe derkevin, di vê mijarê de polîtîkayeke hevpar diyar bikin û têkoşîneke rêxistinbûyî bê navber bidomînin. Em xwedî li av, erd û enerjiya xwe derkevin û civaka azad bi hev re biafirînin."