Erdhejê bandora xwe li Meletiyê jî kir
Di erdheja Xarpêtê de xisareke zêde gihişt Meletî û navçeyên wê jî.
Di erdheja Xarpêtê de xisareke zêde gihişt Meletî û navçeyên wê jî.
Hate diyarkirin ku li navçeya Poturge ya Meletiyê nêzî 100 avahî hilweşiyane û derbarê mirî û birîndaran tu daxuyanî nehate dayîn.
Li Taxa Dîlekê ya Yeşîlyûrtê jî banê market û firneya nan hilweşîya û tiştekî bi kesî nehat.
Li Madena Xarpêtê jî du kes bi saxî ji nav kavilan hatin derxistin.