Erdheja Xarpêtê: Hejmara mirî û birîndaran zêde bû -NÛ BÛ

AFAD'ê ragihand ku hejmara mirovên ji ber erdheja li Xarpêrtê jiyana xwe ji dest dan bû 31 kes. Heyetek ji HDP'ê jî serdana erdhejzedeyan kir.

Hejmara mirovên ji ber erdheja l i navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê bi dijwariya 6.8 pileyî rû da zêde bû.

AFAD'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha 31 kesî ji ber erdhejê li Xarpêt û Meletiyê jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku 45 kes jî ji binê xirbeyan hatine derxistin. Li Xarpêt, Meletî, Mereş, Amed, Riha, Semsûr û Êlihê 1.607 kes birîndar bûn.

Piştî erdheja mezin 599 caran erdhejên biçûk li herêmê rûd an.

Di daxuyaniya AFAD'ê de li ser rewşa dawî ev agahî hatin parvekirin:

* 72 avahî hilweşiyan

* Xisareke giran li 514 avahiyan bû

* Di asta kêm û navîn de xisar li 409 avahiyan bû

HEYETA HDP'Ê SERDANA ERDHEJZEDEYAN KIR

Heyetek ji HDP'ê jî ku ji parlamenter Ayşe Car Başaran, Şevîn Coşkûn, Erdal Aydemîr û Alîkarê Hevserokan ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Salîm Kaplan pêk dihat, serdana erdhejzedeyên li Xarpêtê kir.

Endamên heyetê serdana Cemxaneyên Yildiz Baglari û Fevzî Çakmak Ehlîbeyt kirin ku şêniyên herêmê piştî rûdane erdhejê li wan deveran kom bûn.

Heyeta HDP'ê di dema serdanê de ji gel re ragihand ku 27 şaredariyên wan amade ne piştgiriya wan bikin û ji sibe û pê ve wê ji bo tedarikkirina pêwîstiyên li bajêr dest bi kar bikin.

Heyeta HDP'ê wê serdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, birîndarên li nexweşxaneyan û herêmên hilweşiyayî bike.

ERDOGAN BI SER KESÊN KU KÊMASIYÊN DESTHILATDARIYÊ REXNE DIKIN VE ÇÛ

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Cezayîrê li Balafirgeha Stenbolê daxuyaniyek da. Erdogan li ser erdheja li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê axivî û êriş bir ser wan kesan ku di mijara erdhejê de balê dikişînin ser kêmasiyên desthilatdariyê.

Erdogan li şûna mexdûriyeta erdhejzedeyan bîne ziman êriş bir ser kesên ku kêmasiyan rexne dikin û got, "Kampanya reşkirinê dimeşînin. Li medya civakî hin peyam hene ku mirovan tehrîk dikin. Ew gelekî nebaş û bêexlaq in."

ME PIŞTGIRÎ JI DEWLETÊ NEDÎT: KON JÎ NEDAN

Şêniyên Meletiyê jî ji ber xisara rû da bi fikar in û nikarin vegerin malên xwe. Yek ji deverên ku erdhejê herî zêde bandor lê kiriye taxa Gundeger a navçeya Puturge ya Meletiyê ye. Heta niha ti alîkarî negihîştiye taxê. Li taxê ku 30 xanî hilweşiyan, erdhejzede 2 şev in li derve li kulûbe û wesayitan dimînin ku germahiya hewayê dadikeve heta 5 pile binê sifirê.

Li taxa ji 60 xaniyî ku bi 10-15 kîlometreyî dûrî Sîvrîceyê ye, 30 xanî û 10 axur bi giştî 40 avahî hilweşiyan. Yên mayî jî ji ber ku xisar li wan bûye şênî nikarin bikevin hundir.

Keya Selahattîn Yildirim got, "Dewletê ji roja erdhejê heta niha alîkarî nedaye me" û anî ziman ku Waliyê Meletiyê, Şaredarê Bajarê Mezin, parlamenterên AKP û MHP'ê yên piştî erdhejê hatin herêmê soz dan ku wê alîkariya kon û alîkariyan bikin, lê belê heta niha kon jî nedane wan.