Erdheja Wan-Xoyê: 9 kes mirin bi sedan xanî hilweşîyan

Li gorî rayedarên dewleta Tirk di erdhejê de ya li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Wanê bi pileya 5,9 erdhejek çêbûbû. Di vê erdhejê de 9 kes mirin, 250 mal û 300 axur hilweşiyan.

Li gorî Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylû di erdhejê de 250 mal û 300 axur hilweşiyane.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin di erdheja duyemîn a bi pileya 5,8’an de xanî hilweşiyane û mirov di bin kavilan de mane.

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ HERÎ KÊM 67 KES BIRÎNDAR BÛ

Li gorî rayedarên ji Îranê li herêma Xoyê di erdhejê de herî kêm 67 kes birîndar bûne û li 43 gundan xisar çêbûye.

Li Rojhilatê Kurdistanê di sala 2017’an de jî erd hejiyabû û herî kêm 620 kes miribûn, 8500 kes jî birîndar bûbûn.