Erdal: Her malbateke Kurd êdî çepereke şer e

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Bahoz Erdal got, êrîşa herî giran a dewleta Tirk a li dijî civakê şerê taybet e û bang li malbatên Kurd kir ku hay ji vê rastiyê hebin.

Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Bahoz Erdal bû mêvanê bernameyeke Stêrk TV û şerê taybet û psîkolojîk ê dewleta Tirk nirxand.

Erdal diyar kir, dewleta Tirk hewl dide bi şerê taybet şik û gumanan bixe nava gel û got, "Ji roja damezrandina Komarê û vir ve li dijî gelê me şerekî taybet ê ji bo qirkirinê bi rêk û pêk tê kirin. Ev şerê taybet xwe dispêre derew û xapînokan. Dixwazin bi vê yekê re dudiliyê bixin nava gelê me û di mijara têkoşînê de şik û gumanan biafirînin. Ji propagandayê heta derewan, ji girtinê heta birçîhiştin û kuştima mirovan, gelek rê û rêbaz ji bo vê armancê tên bikaranîn. Ji bo mirovên Kurd serî li ber dewleta Tirk bitewînin û xwe radestî dewletê bikin, ev yek tê kirin. Yanî dixwazin tirsê berdin nava dil û mejiyê Kurdan."

'GERÎLA HÊZEKE ŞOREŞGER E, XWEDÎ HIŞMENDIYEKE CIVAKÎ YE'

Bahoz Erdal anî ziman, şerê taybet û psîkolojîk bi rêbazên gelekî qirêj tên kirin û wiha pê daket: "Dewleta Tirk di desthilatdariya AKP'ê de ji bo şerê psîkolojîk û taybet gelek rêbazên gemarî bi kar anî. Mirov vê serdemê bi du aliyan dikarin binixînin. Ya yekê; desthilatdariya faşîst a AKP'ê dixwest bi gelê me bide bawerkirin ku qaşo Kurdan nas dike û dixwaze pirsgirêkê çareser bike.

Vê operasyona xapandinê heta salên 2014-2015'an bi rêk û pêk dewam kir. Ji sala 2015'an û vir ve AKP'ê bi hemû hêza dewletê vê carê dixwaze atmosfereke wiha biafirîne: 'Ez dewlet im, xwedî hêz im, xwedî artêşeke mezin û teknîka pêşketî ya şer im. Hêz û derfeta we nîne ku li dijî me şer bikin'. Vê têgihiştinê bi rêya medya xwe weke çekeke terorê li dijî gelê me bi kar tîne. Bêguman van êrîşên şerê taybet bandor li ser hin mirovên me kir. Lê belê vê rewşê zêde dewam nekir. Ji ber ku êrîş û nêzîkatiya heyî ya hêzên dagirker li ber çavan e. Bandoreke xwe ya cuda li ser gerîla nîne. Gerîla hêzeke şoreşger e, xwedî hişmendiyeke dîrokî û civakî ye. Gerîla bi rastiya heyî ya dijmin baş zane. Ji ber ku her roj şerekî giran dike."

'ARMANCA AMBARGOYÊ BIRÇÎHIŞTINA KURDAN E'

Bahoz Erdal got, dewleta Tirk ji ber ku ji şerê psîkolojîk û teknîka pêşketî encam negirt, dîsa dest bi rêbazên klasîk kir û bi taybetî bal kişand ser ambargoya li ser gel.

Erdal got, "Dewleta Tirk dema dawî digot, 'Em ê bi rêya balafirên şer encamê bi dest bixin'. Lê belê piştî ku dît bi vê yekê re nikare encamê bi dest bixe, careke din serî li rêbazê klasîk da. Bi nêzîkatiya, 'Em ê ambargoyê deynin ser gelê Kurdistanê û herêma wan, em ê gerîla birçî bihêlin' ji wan heye ku gerîla jî mîna leşkeran ji bo pereyan şer dike. Yanî wan ehmeqan fêhm nekirine ku gerîla mirovên doza mezin in, bi bawerî û dilsoziyeke mezin şer dikin. Ev hevrê, şervanên doza azadiyê ne, canfedayên gel û welatê xwe ne. Amade ne ku di her kêliyê de canê xwe ji bo şoreşê bidin. Her ku mercên jiyanê tên girankirin û êrîş tên zêdekirin, kîn û hêrsa gerîla ya li dijî dijmin zêde dibe. Dilsoziya gerîla ya bi têkoşînê de derdikeve asta herî bilind."

Erdal diyar kir, bi bahaneya 'bêlojîstîk hiştina gerîla' re dixwazin ambargoyê deynin ser Kurdistanê û ev tespît kir:

"Bi rêya vê ambargoyê dixwazin gelê me ceza bikin. Dîtin ku gelê me bi girtin û kuştinê nayê teslîmgirtin, lewma careke din hewl didin ku birçî bihêlin û îradeya gelê me teslîm bigirin. Armanca bingehîn a vê ambargoyê gerîla nîne. Ev yek êrîşa li dijî gelê me ye. Li ti welatî nehatiye dîtin ku li dijî extiyar, jin û zarokan tiştekî wiha tê kirin. Li cîhanê mînaka vê rêbaza gemarî nîne."

HEWLDANÊN JI BO AJANKIRINÊ

Fermandar Bahoz Erdal bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo sîxurkirinê û bi bîr xist ku ev yek ji dema Osmanî û vir ve di çarçoveya polîtîkaya 'kuştina Kurdan bi destê Kurdan' tê kirin.

Erdal got, "Niha jî heman rêbazê bi kar tînin. Tevî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ev rastî eşkere kirin, hişyarî dan gelê me û rêbazên faşîzan pûç kirin jî, dewleta Tirk di vê rêbazê de careke din israr dike. Sîstema cerdevaniyê li Kurdistanê têk çû niha ev sîstem li ser milê dewleta Tirk bûye barek. Ji xwe dema dawî gelek cerdevan ji cerdevaniyê avêtin. Niha hin heval di nava refên me de hene ku malbatên wan cerdevan in, lê ew li nava refên gerîla li dijî dijmin şer dikin.

Bahoz Erdal ragihand, dewleta Tirk bi hevkariya MÎT, jenderme û emniyetê dema dawî karê îstîxbaratê dike û di vê çarçoveyê de giraniyê dide ser malbatên welatparêz.

'LI DIJÎ SÎXURIYÊ, BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ MALBATÊN WELATPARÊZ'

Erdal li dijî polîtîkaya sîxuriyê bang li malbatên welatparêz kir û xwest tevdîrên xwe bigirin.

Erdal bi dewamî got, "Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê malbatên welatparêz. AKP'ê bi Ergenekonê re hêzên taybet ava kiriye. Ji efser û fermandarên ku berê li Kurdistanê li dijî me bi salan şer kriine, hêz ava kiriye. Mesela; hêzek heye bi navê SADAT ku bi dizî li dijî me hatiye avakirin. Ev yek hinekî di çapemeniyê de jî hae weşandin. Hêzên mîna van ava kirine. Yên ku DAÎŞ perwerde kirin û taktîk dan wan, ev hêz in. Ji ber ku DAÎŞ hêzeke nû bû, gelo ji ku derê hînî van taktîkên şer bû? Van hêzan rêbaza gerîla û bikaranîna teqemeniyan hînî wan kirin. Niha jî hem li Sûriyeyê, hem li Iraqê, hem jî li Bakur li her herêman hewl didin bi komên ji yek du kesan tevbigerin. Yanî bi siyaseteke nû û ziravtir hewl didin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuştin. Hedefa wan a destpêkê jî malbatên welatparêz e. Ji ber ku mirovên xerîb û dûrî gerîla nikarin li ser gerîla agahiyê bidin wan.

Em bawer in ku gelê me van dibîne û wê tevdîrên pêwîst bigire. Ji qada legal heta saziyên civaka sivîl û keyayên gundan, wê bala xwe li ser mijarê be."

'ŞER NE TENÊ DI NAVBERA GERÎLA Û ARTÊŞA TIRK DE YE'

Bahoz Erdal diyar kir ku şer ne tenê di navbera gerîla û artêşa Tirk de ye, şer li dijî tevahiya gelê Kurd e û got, "Şer bi rengekî topyekûn di navbera dewleta Tirk a dagirker û gelê me de diqewime. Ji ber ku zîhniyeta heyî hebûna Kurdan qebûl nake. Di vir de dixwazim vê mijarê bi taybetî destnîşan bikim: Erdogan çû Modlovyayê. Li wê derê nifûseke kêm a Tirkan heye. Erdogan got, 'Divê Tirkên li vê derê xweser bin, pêwîste çand û zimanê xwe biparêzin'. Dema çû Elmanyayê, Bûlgarîstanê, Kerkûkê û deverên din, ji bo Tirkan heman tişt got. Pêwîste mirovên Kurd vê yekê fêhm bikin. Tirkên li wir ne kêmnetewe ye jî. Ew tenê komek e. Bêguman mafê komeke biçûk jî ye ku bi çanda xwe bijî. Lê em gelek in û li ser xaka xwe dijîn."

'EGER  TU LI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK RANABE, HINGÎ NIMÊJA TE JÎ QEBÛL NABE'

Erdal da xuyakirin ku dewleta Tirk hewl dide her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ji holê rake, dixwaze Kurdîtiyê ji ser rûpelên dîrokê rake got, "Gelo mirovekî Kurd çawa dikare vê qebûl bike? Her zindiyekî li nava xwezayê, dema ku dest li hêlîna wê tê werdan, li dij derdikeve. Em gel in, em milet in, dîroka me ya hezar salî, çand û zimanê me heye. Koka me li vê xakê ye."

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya NPG'ê Bahoz Erdal işaret bi girîngiya rabûna li ber êrîşên qirker ên dewleta Tirk kir û ev bang li Kurdên Misilman kir: "Eger li dijî vê yekê tiştekî nake, rojê ne pênc caran, eger ji sibehê heta êvarê rabe û rûnê û nimêj bike jî, wateya nimêja wî kesî nîne." 

'HER MALBATEKE KURD ÊDÎ ÇEPEREKE ŞER E'

Erdal işaret bi zehmetî û giraniya pêvajoyê kir û got, "Her malbateke Kurd çepereke şer e. Erk û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê malbatan. Şer ne tenê li çiyê di navbera gerîla û artêşa Tirk de tê kirin."