Erciyes: Têkoşîna me wê ti carî lawaz nebe

Ji Fermandarên YJA Starê Emîne Erciyes diyar kir, Kurd wê faşîzma li Tirkiyeyê ji bîr neke û bê bersiv nehêle. Erciyes got, "Têkoşîna me wê heta serketinê bi xurtî bidome."

Yek ji fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Ercîyes di derbarê rojevên siyasî û leşkerî de pirsên radyoya me Dengê Welat bersivand. Ercîyes daxuyaniyên gelekî girîng da.

Bi mebesta meha Tîrmehê, hûn berxwedana gelê Kurd û ya gerîlayên azadiyê çawa dinirxînin?

Ev demek e çalakiya çalakgerên grevên birçîbûnê bi banga Serok Apo ve hat bidawîkirin, ji ber ku hevdîtin bi Serokatî re çêbû. Bêguman berxwedaniya grevên birçîbûnê çalakiyeke dîrokî bû. Ji destpêkirina çalakiyê ve hemû hevalên ku di grevên birçîbûnê de bi îradeyeke mezin li ber xwe dan. Rêheval Leyla Guven, Nasir Yagiz, hemû hevalên li zindanan û hemû çalakgerên greva birçîbûnê, parçeyekî jiyana me bûn. Di pêvajoya sala 2019’an de, her hevalan û mirovên xwedanrûmet di qadên cihê de têkoşiyan. Ji ber vê yekê di hêza gerîla de jî lêpirsînek xurt da avakirin. Careke din hat dîtin ku ruhê PKK’ê yê berxwedêr ruhekî hevpar û giştî ava dike. Bi çalakiyên gel û hevalan vî ruhê berxwedanê carek din bi awayekî zelal hat dîtin. Her roj derfet çênabe ku em hevalan bişopînin, lê ew her roj di rojeva me de ne. Ji ber ku ruhê berxwedaniyê rêveçûna têkoşînê diyar dike. Bi hatina biharê û geşkirina ruhê berxwedanê re hêzên me yên gerîla bi awayekî çalak tevlî pêvajoyê bûn. Bi taktîkên dewlemend û afirîner diçin ser dijmin û encamên serkeftî bi dest dixin. Meha Tîrmehê di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de meheke girîng e, semboleke berxwedaniyê ye. Ji ber ku ruhê PKK’ê yê berxwedêr bi 14’ê Tîrmehê re şênber bûye. Ji wê demê heta niha çalakiyên fedayî, çalakiyên gerîla, tevahiya şerê me li ser mîrateya berxwedaniya zindanan ve mezin dibe. Ruhê PKK’ê ji tunebûnê hebûnê daifirîne, ji êrîşên herî dijwar ruhê serkeftinê ava dike. Di rastiya heval Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û berxwedêrên zindanan de ruhê berxwedanê şênber bûye. Îroj bi çalakiyên greva birçîbûnê re careke din ev ruh zindî bû. Jixwe di destpêka çalakiya grevên birçîbûnê de biryara serkeftinê heye, ji ber ku gava yekemîn a biryara çalakiyê bi xwe re serkeftinê ava dike. Dema ku pêvajoya avabûna PKK’ê, çalakiyên greva birçîbûnê û berxwedana zindanan tê nirxandin bêguman ruhê Kemal, Xeyrî, Elî û Akîfan tê nasîn. Serkeftina wan, afirandina ruhê berxwedanê ye. Pêvajoya ku em tê de dijîn bi ruhê 14’ê Tîrmehê berxwedan gihîşt asta lûtkeyê. Leyla Guven, Nasir Yagiz, hevalên li zindanan, gelê me yên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, hemû berxwedêrên ku bi ruhêkî fedayî beşdarî vê çalakiyê bûn, bi dirûşmeya ‘Berxwedan bi ser dikeve’ xwe armaca wan serkeftin bû. Bêguman ev dirûşmeya Kemal Pîr û rêhevalên wî bû. Berxwedan serkeftinê diafirîne. Her pêvajo qehreman û pêşengê xwe ava dike. Di sala 2019’an de jî rêheval Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevalên li zindanan li ber xwe dan, bûn qehremanên vê demê. Ruhê ku bi Kemal, Xeyrî û Kemalan re hatî afirandin, îroj bi qehremanên nûjen re nû dibe. Ev ruh li zindana Amedê di şexsê çend hevalan de hat jiyîn, lê îro zindan derbas kiriye. Li çar perçeyê Kurdistanê li her dera ku Kurd lê dijîn, xwe şênber kir. Ruhê berxwedanê yê vê demê bêguman mezinbûna ruhê Kemalan, Xeyriyan û Akîfan nîşan dide. PKK bûye gel, gel jî bûye PKK. Bêguman bi vê çalakiyê re tevahiya dinyayê dît ku ruhê Apoyî çiqasî mezin bûye. Serkeftinek herî mezin jî bi bilindkirina têkoşînê re gihîştina armancê bû. Xwe gihandina Serok Apo bû. Li hemberî tevahî zext û êrîşên dijmin, serkeftina berxwedanê nîşan dide ku heke gelekî girêdayî jiyana azad be dikare rê û rêbazên rast a têkoşînê jî bibîne. Di meşa azadiyê de dikare rêbazên rast bibîne û bi kar bîne. Çawa ku aveke herikbar li pêşiya xwe tu astengiyan qebûl nake, li ser ruhê azadiyê çiqasî astengî hebe jî, dikare bi geşkirina têkoşînê re, bi milyonan kesî bidin ber xwe. Ruhê 14’ê Tîrmehê, di berxwedaniya roja îro de hatiye şênberkirin.

Di pêvajoyên derbasbûyî de tecrîteke girankirî li ser Rêber Apo dihat meşandin, êrîşeke berfireh li ser tevgera me de dihat kirin, li ku derê deskeftiyên gerîla hebe êrîş dihat çêkirin, li ser gelê Kurd qirkirineke siyasî dihat meşandin. Çawa ku di pêvajoya 99’an de bi komployê re êrîşî Serokatî kir pê ve, girêdayî êrîşê li ser îradeya gel û şikandina hêza gerîla bû, di van salên dawî de bi şerê cîhanê yê sêyemîn ve girêdayî, hêzên ku di nava vî şerî de dixwazin dagirkeriya xwe pêk bînin, êrîşên dijwar li ser tevgera me û Serok Apo ve pêş dixin. Armanc, nûkirina komploya navneteweyî ye. Di pêvajoya 1999’an de Emerîka, Serokatî û PKK’ê ji xwe re kiribû hedef. Bi heman awayî di salên derbasbûyî de me dît ku Emerîka bi heman armancê êrîşên xwe didomîne. Terorîzekirina tevgera me, hedefkirina pêşengên tevgerê, nîşan didin ku pêvajoya komployê ya ku di salên 99’an de hatiyê sazkirin, heta îroj didome. Bi tecrîta li ser Serokatî jî, dixwazin moralê gelê me lawaz bikin û êrîşên xwe dijwar bikin. Her sal bi konseptên cuda êrîşî tevgera me dikin, lê ev 40 sal in her tim PKK bi ser ketiye û di bingeha vê hêzê de jî diyalektîka Serok Apo heye. Bi şehadeta rêheval Hakî Karer re xwestin derbeyeke mezin li Serok Apo bidin, lê belê Serokatî bi avabûna PKK’ê re bersiveke herî xurt da faşîzmê. Bersiva şehadeta heval Heqî, avabûna partiyê bû. Bersiva çalakiya 14’ê Tîrmehê Pêngava 15’ê Tebaxê, pêvajoya gerîla û şerê çekdarî bû. Di her pêvajoyê de wek bersiva şehadetan pêngavên mezin hatine avêtin. Bersiva heval Berîtan de artêşa jinan hat avakirin, di encama çalakiya heval Zîlan de bîrdoziya rizgariya jinê hatiye afirandin.

Di salvegera 20’emîn a komployê de tecrîteke girankirî li ser Serokatî dihat meşandin, li ser gel û tevgerê operasyon dihate kirin, di qada siyasî de jî jixwe qirkirineke bêsînor heye, ev jî nîşan dide ku komplo careke din xwe saz dike. Di pêvajoya 99’an dema ku Serokatî hat girtin, di nava gel de bi taybetî di nava jinan de çalakiyên di asta fedayî de çêbû. Wê demê Emerîka gotibû ‘Em ne li bendê bûn ku, çalakiyên wiha mezin çêbibin’ Bêguman di pêvajoya niha de jî, ne li bendê bûn ku çalakiyên wiha mezin û berfireh çêbibin û her çar parçeyên Kurdistanê jî tê de li temamî cîhanê xwedî li Serokatî derketin. Bêguman armanca hêzên desthilatdar şikandina îradeya gel bû lê belê, ruhê welatparêziyê pêvajoya berwedanê bi rê ve bir. Di salvegera komployê de xwestin çembera li derdora Serokatî teng bikin, komployê nû bikin, konsepta îmhayê li ser tevgera me ferz bikin lê pêşengtiya berxwedana heval Leyla, hevalên li zindanan û her derê cîhanê, destpêkirina du grubên rojiya mirinê û çalakiyên fedayî pêvajoya şikandina îradeya gel hat berevajîkirin, serkeftineke mezin hat bidestxistin. Ruhê heval Kemal, Xeyrî, Elî û Akîfan zindî bû, li her derê Kurdistanê belav bû û hat dîtin ku berxwedan bi ser dikeve. Tu caran ruhê Xeyrî û Kemalan winda nabe. Bêguman ruhê Leylayan jî ti caran winda nabe û bêbersiv namîne.

Hûn encama hilbijartinên Stenbolê û rojeva Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Di pêvajoya derbasbûyî de hilbijartinên şaredariyan hate çêkirin. AKP’ê ango Erdogan têkçûn nepejirand, ji ber vê derveyî zagonan hilbijartina Stenbolê nû kirin. Li Stenbolê têkçûna AKP’ê di wateya herî rast de têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê bû. Nûkirina hilbijartinê, bêguman bi armanca dek û dolabên nû bû. Çawa ku di pêvajoya 2015’an de hilbijartinên 7’ê Hezîranê winda kirin û di 1’ê Mijdarê de bi dek û dolab wek dagirkeriyeke siyasî hilbijartin, di nûkirina hilbijartinên Stenbolê de jî wiha diyar dibû ku bi dek û dolabên nû, komployên cuda tê plankirin. Dawiya faşîzma AKP’ê û sîstema wê ya dagirkeriyê tê, lewra dek û dolabên wan jî di vê hilbijartinê de têrî nekir ku encamên heyî berevajî bikin. Demeke dirêj Stenbol di destê wan de bû û planên xwe ên qirêj li wê derê rêxistin dikir, lewra nedixwestin ku Stenbol ji destê wan biçe û hewl dan ku careke din bi vegerandina encamên heyî re, ser kiryarên xwe bigirin. AKP-MHP û di serî de Erdogan di encdama hilbijartinan de rastiyên xwe dîtin ku êdî tehamûla gel nemaye. Bêguman Stenbol di her aliyê de ji bo wan girîng bû lewra dikarin bingehek aboriyî a xurt ava bikin ji ber vê yekê ewqasî israr kirin. Piraniya dek û dolabên xwe ên qirêj li Stenbolê dimeşandin. Pereyên ku li wê derê dihat bidestxistin, operasyonên li ser gerîla çavkaniya xwe ya aboriyê ji wê derê digirt ji ber vê nêzîkbûna gelê Kurd di van hilbijartinan de pir bi wate bû. Helwesteke di cih de bû. Hemû kesan dîtin ku nêzîkbûna gelê Kurd dikare bide qezenckirin jî windakirin jî. Bêguman hat dîtin ku gelê Kurd bi çend gotinan ve nayên xapandin. Têkoşîna ku ev 40 sal in tê meşandin di wateya herî rast de pêvajoya desthilatdariya AKP’ê bi her aliyê xwe ve diyar kir. Gelê Kurd di pêvajoya faşîzma AKP’ê de pir baş dît ku AKP’ê li ser xwîna gelê Kurd desthilatdariya xwe ava dike. Ji ber vê herî zêde di pêvajoya têkoşîna 40 salî de li hemberî Kurdan polîtîkayên hovane û qirêj ji aliyê AKP’ê ve hat meşandin. Encama hilbijartina Stenbolê jî helwesta gelê Kurd a li hember faşîzmê bû. Bêguman têkoşîn xilas nebû, bi dijwarî didome. Di pêvajoya çalakiyên greva birçîbûnê de dayîkên me ji bo xwedîderketina çalakiyê xwedan helwestek pir xurt bûn lê nêzîkbûnên ku li hember wan hatî raber kirin ti carî nayê jibîrkirin. Kurdên xwedan rûmet ti carî vê faşîzmê ji bîr nakin û divê bê bersiv nemîne. Ji xwe di rastiya PKK’ê de êrîşên hatî kirin ti carî bê bersiv nayê hiştin û her dem tolhildan esas e.

Di hilbijartinên Stenbolê de serkeftina gelê Kurd bersivekî xurt da faşîzma AKP-MHP’ê. Dek û dolab tenê ne li Stenbolê gelek cîhên Kurdistanê de hat pêşxistin, gelek cîhên ku bi salane rêxistinbûna gelê Kurd ve dihat meşandin bi dek û dolabên qirêj ve hatin desteserkirin. Li Şirnexê ne tenê dagirkeriyeke siyasî, bêguman dagirkeriyeke leşkerî tê jiyîn. Heke gel di bin siya leşkeran de dengê xwe bide, ango li gelek cihên din bi çend dengan HDP’ê winda kiribe, ev yek rastiya faşîzma AKP’ê nîşan dide. Çawa ku li Stenbolê bi israra gelan ve têkoşîn hat meşandin, encamek hat girtin divê bi heman awayî li hemû Kurdistanê jî bi vî rengî têkoşîn bê mezin kirin lewra di encama lêyîstokên faşîzmê de gelek deverên ku gelê Kurd lê jiyan dikin de faşîzm xwe ava dike. Li hember desthiladariya AKP’ê divê rêxistinbûn û têkoşîna gelê Kurd bi bilindahî bê meşandin. Paşveçûna AKP-MHP û Erdogan, bêguman hilweşandina faşîzma wan e û ev yek bi têkoşîn, berxwedan û rêxistinbûna gelan re gengaz e. Xurtbûna çalakî, rêxistinbûna û îradeya gelan wê serkeftinê biafirîne. Serkeftina Stenbolê heman demê de li tevahiya Kurdistanê tê wateya deşîfrekirina dek û dolabên qirêj û neheqiyan e.

Hûn dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê û têkiliya di navbera KDP û Tirkiyeyê de çawa dinirxînin?

Dagirkeriya ku li Xakurkê tê meşandin û di êrîşên hewayî de tê dîtin ku KDP’ê xwe radestî Tirkiyeyê kiriye û bi hevkariya AKP’ê re dixwaze tevgera me tine bike. Heke wek hêzeke îradeya gelê Kurd xwe birêxistin kiriba, li hember Tirkiyeyê derketiba bêguman faşîzma dewleta Tirk ewqasî nedikarî cesaret bigire. Her roj mirovên sîvîl tên qetilkirin, heta niha tu helwesteke KDP’ê li hember kiryarên faşîzma AKP’ê pêş neketiye. Tevahiya partiyên cuda, rêxistinên cur be cur, helwestên xwe zelal kirin lê KDP’ê bêdeng ma. Ji ber ku hebûna PKK’ê a li Başûrê Kurdistanê wek hinceta êrîşan nîşan da. Di rastiyê de bi van êrîşan dewleta TC û KDP’ê wiha armanc dikin ku di nava gel de vê zîhniyeta xwe bidin pejirandin. Hebûna PKK’ê, têkoşîna gelê Kurd wek sedema êrîşan nîşan didin. Lê divê hindekî xwedanrûmet bin, lewra mirovên sîvîl ên li gundê xwe ne, tên qetil kirin. KDP, bi planek hevbeş ligel AKP’ê cih digire. Di encama şehadet û pêşxistina êrîşan de rol dileyîze. Heman demî di nava gel de şûna ku li hember faşîzma AKP’ê helwest bê raber kirin, hewl dide ku li beramberî PKK’ê helwest pêş bixe. Di pêvajoya Şeladizê de xwestin vê yekê pêk bînin, mirovên sîvîl bi balafirên şer bombardûmankirin. Lê gelê Kurd li hember dagirkeriya Tirk bertekên xwe nîşan dan, baregehên wan hilweşandin, li hember KDP’ê helwestên xwe zelal kirin. Bêguman gelê Kurd xwedan zanebûn e û di helwesta xwe ya beramberî faşîzmê de zelal e, gelekî bi rêxistin kirine. Heke di roja îro de êrîş di astekî dijwar de tê meşandin bêguman ji ber tirsa li hember ruhê Şeladizê ye. KDP’ê dît ku gel ne bi wî re ye, nêzîkbûna wî ya hevkariya Tirk nayê pejirandin. Ji ber vê yekê li ser gel tepisandinek dijwar dimeşînin, dixwazin şehîdên gel di tarîtiya şevê de bên veşartin. Çawa ku li hember şehadetên gerîla dixwazin pêşiya serhildanan bigirin, bi heman awayî polîtîkayên KDP’ê a ji bona şehadetên gel jî wiha pêş dikeve. Operasyona Xakurkê ji sala par ve dewam dike, li Lêlîkan dest pê kir û niha jî li qada Şekîfê dewam dike û li hember êrîşan berxwedaniya gerîla, îrade û helwesta gerîla zelal e. Dibe ku qadên ku şer lê hene qadên çiyayî ne, lê heke KDP’ê rê li pêşiya dagirkeriya Tirk venekiriba ew nedikarîn dagirkeriyê xwe pêşbixin. Ji ber vê yekê KDP parçeyekî vê dagirkeriyê ye. Rêxistinbûna gelê Başûr li hember vê yekê heye, lewra hêviya azadiyê di PKK’ê de dibînin, KDP jî dixwaze pêşiya vê yekê bigire. Bêguman KDP pêdîviyên gelê Başûr pêşwazî nake, wek deshilatdarekî li Başûr pergala xwe didomîne. Dibe ku pir zêde ne birêxistinkirî be lê gelê Başûr li hember vê yekê nerazîbûna xwe raber dike. Hêzeke wiha dagirker heke xakên Kurdistanê de êrîşên xwe bi awayekî bêperwa pêş bixin, çi mirovên Kurd ên xwedan rûmet vê yekê qebûl nakin. Dîrok ti carî vêya qebûl nake. Dewleta Tirk bê sînor, bi balefiran, êrîşên bajar, gel û çanda Kurda dike. Hewl dide ku dagirkeriya xwe li her derê Kurdistanê mayînde bike. Şengal û Mexmûrê bike hedef, dixwaze Rojava dagir bike, her dera ku Kurd lê dijîn mafê xwe ya êrîş kirinê dibînê, li ku derê destkeftî û îradeya gelê Kurd hebe dewleta Tirk mafê xwe di êrîşkirinê de dibîne. Wê îradeya gelê Kurd tevahiya êrîşên dagirkeriyê bişikîne. Heke dewleta Tirk ewqasî êrîşên bêperwa ji xwe re maf dibîne, ev yek nîşan dide ku hêzên navneteweyî vê yekê qebûl dikin piştgiriyê didin vê faşîzmê. Di vê pêvajoyê de bi yekîtiya gelê Kurd ve em dikarin destkeftiyên heyî biparêzin. Heke dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê de êrîşan bike, wê demê divê gelê Kurd li her derê xwedî li hev derkevin û rêxistinbûna xwe ava bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Di vê pêvajoyê de erkên gerîla ango nêzîkbûna gerîla çawa ye?

Di sala 2019’an de bi ruhê berxwedaniyê dest pê kir, ev yek di nav gerîla de jî bû çavkaniya moral û hêzeke mezin. Di têkoşîna 40 salî a PKK’ê de asta ruhê berxwedanê û têkoşînê nîşan da. Em gerîla, di dereceya yekê de em berpirsiyarê azadiya Rêber Apo ne. Heke di nava gel de çalakiyek bi vî rengî dest pê kir, ev yek erkên me nîşan dide. Çalakgeran bi çalakiyên xwe ve pêvajo heta astekê anîn, tecrîta li ser Rêber Apo şikandin. Bi ked û îradeya çalakiyê re hevdîtin bi Serok Apo re çêbû. Ji vir û şûnve pêvajo bi pêşengtiya gerîla wê bimeşe. Têkoşîna gel û gerîla hevdu temam dike, mezin dike. Di pêvajoya havînê de dem dema gerîla ye, dem dema çalakiyan e. Di eniyên şer de û her derê ku gerîla heyî de bi zanebûna ku qedera pêvajoyê û serkeftina demê, bi hêza gerîla ve diyar bibe.

Em ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibin. Pêvajoya ku faşîzm bi hemû hêza xwe êrîşî gel û tevgera me dike, ev jî nîşan dide ku faşîzm ditengije û dawiya wê hatiye. Di hilbijartinên dawî de jî encama ku faşîzma AKP-MHP’ê wergirtî nîşaneya vê yekê ye ji ber vê bi tevahiya hêza xwe êrîş dike. Lê em dibêjin; pêvajoya ku herî zêde reng û ronahiya azadiyê nêzîk û şênber bûye dijîn. Ev yek ji bona gerîla moral, coş û hêzek mezin ava dike. Em gerîla, em bi bawerî û moralek mezin, heta azadiya Serokatî pêdivî bi çi erk û misyonê hebe, em ê bi cih bînin, serkeftineke mayînde bi dest bixin. Heta serkeftineke mayînde têkoşîn ti carî lewaz nabe, wê gerîla roj bi roj çalakî û berxwedana xwe xurt bikin. Her gava ku em diavêjin, her nefesa ku em distînin ji bona azadiya Serok Apo ye, em bi vî ruhî têdikoşin û ev ruh me xurt dike.

Gelek hevalên me yên giranbûha pêşengtiya vê pêvajoyê kirin û gihîştin şehadetê, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin, li hember bîranînên wan bejna xwe ditewînin. Her pêvajoyek pêşeng û qehremanên xwe diafirîne. Şehîdên me jî pêşengên vê pêvajoyê ne, rêya têkoşînê nîşan didin. Hêza me ya herî mezin şehîdên me ne. Heta ku armanc, hêvî û xeyalê wan bi ser nekevin em ê bênavber têkoşîna xwe bimeşînin. Çawa ku çalakgerên greva biçîbûnê bi dirûşmeya; “Berxwedan bi ser dikeve re” gihîştin serkeftinê em jî dibêjin; çawa ku ruhê berxwedanê bi Kemal Pîr û Xeyrî Dûrmûşan dest pê kir, îroj li hemû çiyayên Kurdistanê û di têkoşîna gerîlayan de berdewam dike. Serkeftin wê serkeftina gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê be.”