Ercan Acar ê ji nav kavilan hate derxistin jiyana xwe ji dest da
Di erdheja Elbakê de Ercan Acarê 14 salî yê ku bi birîndarî ji nav kavilan hatibû derxistin, jiyana xwe ji dest da.
Di erdheja Elbakê de Ercan Acarê 14 salî yê ku bi birîndarî ji nav kavilan hatibû derxistin, jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Xoyê yê Wanê di 23’ê Sibatê de bi pileya 5,9 erd hejiyabû. Ji ber vê erdhejê li Taxa Gelenler a Elbakê Ercan Acarê 14 salî birîndar bûbû. Acar ê ku 3 roj in li Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê tedawî dibû, îro jiyana xwe ji dest da.
Ji ber erhejê li taxên Guvendîk, Gelenler, Ozpinar û Kaşkolê 10 kes mirin.
Hate diyarkirin ku wê cenazeyê Acar sibê li taxê were veşartin.