Enternasyonalîstan klîba 'Çerxa Şoreşê' çêkirin

Şervanên enternasyonalîst ên YPG û YPJ'î yên li Rojava, klîba 'Çerxa Şoreşê' amade kirin.

Şervanên enternasyonalîst ên YPG û YPJ'î yên li Rojavayê Kurdistanê, ji bo sala 45'an a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd klîba 'Çerxa Şoreşê' amade kirin.

Bager Resîstencîa li ser amadekarî û armanca klîbê ji ANF'ê re axivî.

Resîstencîa got, "Di klîbê de 3 hevalên Elman, yek Îrlandayî, yek Emerîkî, yek Çekyayî, yek Brezîlyayî û Kurdekî Mêrdînî dilîzin. Ya rast me xwe sala têkoşîna azadiyê ya 45'an bi yekbûneke xurt a bi fikrên neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan pêşwazî bikin."

Bager Resîstencîa got, "Weke enternasyonalîstên li nava refên YPG û YPJ'ê me biryar dan ku klîbeke bi vî rengî amade bikin. Destpêkê me stran destnîşan kir. Me xwest ku stranek li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurd be. Me dixwest di salvegera 10'an a Şoreşa Rojava de vê projeyê pêk bînin. Lê belê ji ber êrîşên heyî em neçar man ku taloq bikin. Ji ber ku weke hêza leşkerî diviyabû me wezîfeya xwe ya esasî pêk bianiya."

'ME HEWL DAN KU HER ALIYÊN JIYANÊ NÎŞAN BIDIN'

Resîstencîa têkikdarî pêvajoya prova û amadekariyê got, "Hevala Berçem a ku di klîbê de cih digire, ji ber ku ji muzîkê fêhm dike pêşengî ji provayan re kir. Me demekê bi hev re prova kir. Piştre jî li studyoyekê stran got. Me li ser nîqaş kir ku ji bo vê karin klîbeke çawa çêbikin. Weke enternasyonalîstên YPG û YPJ'î me xwest klîbek welê be ku têkiliya me ya civakî û armanca me ya ku ji bo wê em têdikoşin, nîşan bidin. Li şûna tenê aliyên şer, me xwest ku her aliyên jiyanê di klîbê de nîşan bidin."

'ME XWEST BALA RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ BIKIŞÎNIN SER KURDISTANÊ'

Resîstencîa destnîşan kir ku ew dixwazin êrîşên li ser Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin û got, "Ya rast bi rêya vê klîbê me xwest balê bikişînin ser têkoşîna bênavber a 45 salan a li Kurdistanê. Di rewşa heyî de bala raya giştî ya cîhanê li ser şerê Ûkrayna-Rûsyayê ye. Me xwest balê hinekî bikişînin ser êrîşên li ser Kurdistanê. Ji ber ku li Kurdistanê her roj çekên kîmyewî û qedexekirî têne bikaranîn. Li hemberî vê yekê bêdengî heye. Her wiha dixwazin ku êrîşên li ser Rojava bêhtir berfireh bikin. Me xwest rewşa li Kurdistanê bi berhemeke hunerî nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin. Ji ber vê yekê me jêrnivîsa klîbê bi zimanê Îngilîzî amade kir, ku karibin xwe bigihînin hîn bêhtir girseyeke berfireh."

'FIKRÊN ABDULLAH OCALAN JI BO TEVAHIYA CÎHANÊ GIRÎNG E'

Têkildarî aliyê ku klîb bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Rojava" bi dawî dibe, Resîstencîa got, "Bi dirûşmên ku me di dawiya klîbê de berz kirin; dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û Bijî Berxwedana Rojava' me xwest nîşan bidin ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya cîhanê çiqasî girîng e. Bûye destaneke têkoşînê ku beriya nîv sedsalê bi Hakî Karer û Kemal Pîran destpê kir û îro tevahiya cîhan xwedî lê derdikeve. Lewma ji her demê bêhtir divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Bi dirûşma 'Bijî Berxwedana Rojava' me nîşan da ku piştî hilweşîna Yekîtiya Sowyetan, jiyaneke azad pêkan e. Şoreşa Rojava ku ronahiya şoreşa jiyana azad a ji tevahiya cîhanê re ye, raxist pêş çavan ku jiyaneke azad dikare pêk were. Şoreşa Rojava ji bo jinan gelekî girîng bû. Ji ber ku şoreşeke jinê bû. Bi şoreşê re jinên ku li malê dihatin ragirtin êdî li her qada civakê bi rengekî azad kar kir."

'LI DIJÎ ÊRÎŞÊN HOVANE EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKEVIN'

Di dawiya axaftina xwe de Bager Resîstencîa banga xwedîderketina li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û got, "Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku xwedî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derkeve ku di sala 45'an de jî êrîşên hovane û neexlaqî li dijî wê tê kirin. Em bang li enternayonalîstên li tevahiya cîhanê dikin ku bên qada Şoreşa Rojava û bibin hevparê têkoşînê."