Engîn: Li dijî êrîşên weke Pirsûsê tevdîr lazim in

Kasim Engîn diyar kir ku divê komkujiyên li Amed û Enqereyê neyên jibîrkirin û bal kişand  ser  êrîşa vê dawiyê ya li Pirsûsê ji aliyê AKP'iyan ve hate kir. Engîn diyar kir ku li dijî êrîşên weke Pirsûsê divê tevdîr bên girtin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bû mêvanê bernameya Dilistan a Dengê Welat bersiv û da pirsên rojnemavan Ciwan Tûnç.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn diyar kir ku dewleta Tirk ev demek e êrîşê tîne ser Başûrê Kurdistanê, dixwaze dagir bike. Engîn got, "Ev rejîm esas careke din dixwaze Kurdistanê dagir bike. Plana dewleta dagirker-qirker di vî warî de pir mezin e. Ev jî li gor wan çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji xwe dibêjin, ji bo me pirsgirêka Kurd tineye. Ji bo wan Kurdê baş, Kurdê mirî ye. Yek jî ev rejîma faşîst hebûna xwe di tinebûna Kurdan de dibîne."

'GERÎLA BÊNAVBER LI DAGIRKERAN DIXE'

Engîn destnîşan kir ku li dijî vê gerîlayên Kurdistanê jî di çeperan de berxwedanek pir bilind raber dikin û wiha dewam kir; "Gerîla van dizane û li gor vê bi berxwedaneke mezin têdikoşe. Ji ber dizane ev êrîş ne tenê li ser qadên gerîla ne. Gerîla di warê felsefîk de çi ye? Li her deverê ye, lê ne li ti derê ye. Li gor vê gerîla ti cihan nagire. Dema ku tengav bû, wê cihê xwe biguhere. Daîmî di nav tevgerekê de ye. Lê bala xwe bidinê. Îro li qadên medyayê, şerekî çeperan dimeşîne. Ji ber ku armanca dewleta qirker-faşîst dizane wisa dike. Hedef ne tenê qadên gerîla, destkeftiyên gerîla ne. Hedef bi giştî destkeftiyên Kurdistanê ne. Ango, piştî qadên gerîla dagirkirina giştî welatê me ye. Mînak, em dibînin ku dewleta Tirk xwe çawa li Kerkûkê bi rêxistin dike. Vê jî ne tenê carekê anîne ziman. Her roj li ser zimanê wan e. Ji ber ku gerîla vê dizane jî têkoşîneke pir mezin dimeşîne. Li qada Bradostan mesele, rojane lê dide. Ji çalakiyên piçûk heta yên mezin bênavber li dijî vî dagirkerî têkoşînekê dike û ev ê dewam bike. Ji ber ku wekî li Efrînê jî hat dîtin, armanca dewleta Tirk dagirkerî ye û guhertina demografyayê ye. Ji ber vê jî gerîla têkoşîna xwe berdewam dike û wê hê dijwartir û tundtir jî bimeşîne."

'LI DIJÎ ÊRÎŞÊN WEKÎ PIRSÛSÊ TEVDÎR LAZIM IN'

Engîn di axaftina xwe de wiha behsa êrîşa li navçeya Pirsûs a Rihayê kir; "Çawa ku ev hilbijartin dana pêş serdegirtinek, lîstokek bû, ev êrîşa li Pirsûsê jî wisa bû. Ev hilbijartin dibe ku neyên kirin jî. Ya duyem jî ew êrîşa xwe ya li ser Efrînê dixwazin ji xwe re bikin rantek û bi lîstina hestên nîjadperestiyê werin ser hikûm. Di belgeyan de derdikevin ku Erdogan bi xwe teşwîqa diziyê dike, teşwîqa kuştinan, komkujiyan dike. Em qetlîamên li Amedê, Enqerê ji bîr nekin. Piştî komkujiyan rayedarên AKP’ê digotin rêjeya dengên me bilind bûn. Em van ji bîr nekin. Di dîmenan de tê dîtin. Yên ku êrîş dikin AKP’î ne, yên tên kuştin welatparêzên Kurdistanê ne. Lazim e li dijî vê polîtîka tirsandinê tevdîr bêne girtin."