Endamên Meclîsê ji hewşa şaredariyê jî derxistin!

Endamên Meclîsa Şaredariya Qoserê ya desteserkirî, ji hewşa şaredariyê jî hatin derxistin.

Şaredariya navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya HDP'î di 4'ê Mijdara 2019'an de hatibû desteserkirin. Ji hingî ve ti ji encamên meclîsa şaredariyê tevlî civîna heftane nayên kirin. Destûr nayê dayin ku endamên meclîsê xwe bigihînin hewşa şaredariyê.

Endamên meclîsê ji bo civîna meclîsê şaredariyê ya destpêka salê li Parka Leyla Qasim li hev civiyan û bi rengekî komî ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan. Mehên derbasbûyî ji ber astengiya polîsan, endamên meclîsa şaredariyê nedikarîn xwe bigihînin avahiya şaredariyê. Vê carê di cîhaza X-Ray re hatin derbaskirin û tenê karîbûn xwe bigihînin hewşa aredariyê. Endamên meclîsa şaredariyê li hewşa şaredariyê ti muxatab nedîtin. Li ser vê yekê li pêşiya avahiya şaredariyê daxuyaniyek dan.

Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek ku wezîfeya wî jê hatiye stendin, diyar kir ku di nava salekê de ku îradeya gel hate desteserkirin, kolan û qadên navçeyê xera bûne.

Îpek diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêkan çareser bikin û vê yekê jî di civîna meclîsê de dikarin pêk bînin. Îpek ragihand ku saleke bêhiqûqî li wan tê kirin, dixwazin zanibin bê muxatab kî ye, lê belê nikarin kesî bibînin.

Polîsên parêzvanê qeyûmê talanker Huseyîn Çam, çûn cihê daxuyaniyê. Polîsan ji endamên meclîsa şaredariyê xwestin ku ji hewşa şaredariyê biçin û nehiştin ku dîmen bê kişandin. Piştî nîqaşê, endamên meclîsê ji hewşa şaredariyê hatin derxistin.