Endamên Meclîsa HDP’ê ji civînê derketin

Endamên Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Midyadê civîna meclîsê terikandin.

Meclîsa Şaredariya Midyad a Mêrdînê ji bo li ser budceyê baxivin di civîna mehane de li hev kom bûn.

Di civînê de Serokê Şaredariyê yê AKP’î Veysî Şahîn xwest ku rojevên berî niha ku nehatî rojevê bixe dengdanê, li ser vê yekê endamên meclîsa HDP’ê civîn  terikandin.

Piştre endamên meclîsa HDP’ê li avahiya rêxitina xwe ya Midyadê daxuyaniyek da.

Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Alî Baglam diyar kir ku ya hate kirin bê hiqûqî bû û got: “Ji bo nebin hevkarên vê bêhiqûqiyê em ji civîna Meclîsê derketin. Ji niha û şûn ve jî em ê li gorî pêwîstiyên gelê Midyadê kar bikin. Ji bo  ji vê bêhiqûqiyê re bêjin ‘rawest e’ jî kar bikin. Ji niha û şûnde jî em ê li ber  bê hiqûqiyên wiha jî bibin xwedî helwest û li ber rawestin. Serokê şaredariyeke welê heye ku rêz ji vîna me re nagire. Em jî yê vîna me nas nekin, em jî wan nas nakin.”