Endamên KESK'ê serdana malbata Şenyaşar kir

Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê serdana malbata Şenyaşar kir a li ber xwe dide. Emîne Şenyaşar bi gotina "Ev dewleteke çawa ye?" nerazîbûn nîşan da.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê 158 roj in ji bo edaletê nobedê digirin. Endamên Platformê Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) serdana malbata Şenyaşar kirin.

Emîne Şenyaşar di dema serdanê de axivî û got, "Çi bi zarokên min kirin? Ev çi hikumet e, dewleteke çawa ye? Ceza li me dibirin. Me çi kir ku ceza li me dibirin? Edalet nîne. Erdogan, kê zarokên min qetil kir? Min lehengên xwe ji dest da. Ey dozger! Tu çima qeydan eşkere nake? Êdî bes e, kurê min berdin, ku ez biçim mala xwe."

Berdevkê Demkî yê Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê Siraç Çelîk jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin malbata Şenyaşar ku ji bo edaletê li ber xwe dide.

Endamên KESK'ê ji bo demekê bi malbatê re nobed girtin.