Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, bi îlankirina Rewşa Awarte re binçavkirin û girtin zêde bûn. Li girtîgehên gelek bajarên Tirkiyeyê, zêdeyî kapasîteyên xwe girtî tên girtin û li gel vê girtîgehên nû tên avakirin. Girtîgehên wê weke kampusan bên çêkirin, kapasîteya wan di navbera hezar û 500 û 5 hezarî de diguhere. Beriya niha bi mehekê li Wanê jî sê girtîgehên nû hatin çêkirin û tevî ku hê girtîgeh temam nebûne jî girtiyên siyasî lê hatin bicihkirin.
Girtiyên siyasî yên bi navê Serbest Akbaş, Fersat Mendali, Yûsûf Gultekîn û Adem Er ên li Girtîgeha Girtî ya Wanê dimînin bi nameyekê diyar kirin ku ji mehekê zêdetire li vê girtîgehê hatine bi cih kirin û gotin, "Em bi gelek hevalên me ji girtîgehên cuda sewqî vir hatin kirin. Hemû mafên me yên qanûnî têne binpêkirin. Em li blokên cuda hatin bi cih kirin û di nava blokên me de jî endamên Cemaeta Gulen hatine bi cih kirin."
'PERSONEL LI DÛ BÛYERÊN PROVOKATÎF IN'
Li ser navê girtiyên siyasî Serbest Aktaş nameyek ji Serokê ÎHD'ê Şaxê Wanê Mûrat Melet re şand û di nameyê de bal kişand ser rewşa girtîgehê. Aktaş wiha dest bi nameya xwe kir: "Hîna avahiya girtîgehê temam nebû, em sewqî vê girtîgehê hatine kirin. Li vê girtîgehê hemû mafên me yên hiqûqî têne binpêkirin. Gardiyan di saetên şevê de tên qewîşan û yek bi yek me dihejmêrin. Girtîgeh ji ber ku nû hatiye çêkirin û temam nebûye gelek sar e. Hevdîtinên me yên bi malbatê re kirine mehê carekê ye. Saetên destan nadin me. Dîsa rojnameya Kurdî û rojnameyên din û kovaran nadin. Nêzîkatiyên personelan provokatîf in. Dema em ji bo mafên xwe yên qanûnî serî li Rêveberiya Girtîgehê didin û daxwazname dişînin hemû serlêdanên me bê bersiv tên hiştin."
'ENDAMÊN CEMAETA GULEN DI BLOKÊN NAVA ME DE BI CIH KIRINE'
Aktaş da zanîn, ku di girtîgehê de di nava blokên girtiyên siyasî de, endamên Cemaeta Gulen bi cih kirine û ev tişt got: "Dewlet li pey rageşî û bûyerên provokatîf e. Bicihkirina endamên Cemaeta Gulen re wê bûyerên nexweş bi xwe re bîne. Beriya niha ti tiştek wiha nedihat kirin. Endamên Cemaetê di blokan de gotinên nexweş ên li dijî rûmeta mirovan dibijên. Li ser vê bi dehan caran me serî li Rêveberiya Girtîgehê dan, lê belê tiştek nehat kirin. Dewlet bi zanebûn endamên Cemaetê di nava blokên me û hevalên me de bi cih dike."
Aktaş di dawiya nameya xwe de got: "Rêveberiya Girtîgehê dikare pêşî li van hemû bûyeran bigire. Lê belê tiştekî nakin. Ji bo vê yekê em dixwazin bi rêya vê nameyê hemû Komeleyên Mafên Mirovan û kesên bi wijdan bikevin dewrê. Em di wê baweriyê de ne hûnê dengê girtiyên ji doza PKK'ê bigihînin raya giştî."