'Endamên AYM'ê yên Erdogan diyar kirîn nikarin biryarên serbixwe bidin'

Ji Parêzerên Baroya Colemêrgê Onûr Duşunmez diyar kir, partiya ku dixweze dengên netewperestan bidest bixe, xwestiye ku HDP’ê ku wek partiya rikarberê xwe dibîne bigre û di wê mijarê de şîret li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye.

Pêvajoya ku bi pêşkêşkirina îdeanameya têkildarê girtina HDP’ê ya ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn di 17’ê Adara 2021’an pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû, destpêkirî hê jî didome. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn daxwaz kir ku HDP were girtin, darayî ya wê dewrî xizîneyê bê kirin û 5 sal qedexeya siyasî li 687 siyasetmedarê HDP’yî were birîn. Dadgeha Destûra Bıngehîn wê di 31’ê Adarê de yekemîn venêrîna xwe li ser doza ku bi daxwaz girtina HDP’ê hatî vekirin pêk bîne. Her wiha wê heman rojê serlêdana ji bo daxwaza betalkirina desteserkirina mafê wekîltiyê yê wekîlê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû jî bixe ber venêrînê.

Bertekên li dijî pêvajoya têkildarê girtina HDP’ê didomin. Ji Parêzerên Baroya Colemêrgê Onûr Duşunmez ev pêvajo ji ANF’ê re nirxand.

MÎNAKA BATASÛNA NE RASTE

Parêzer Onûr Duşunmez ku pirsgirêka girtinê wekî algorîtmayek siyasî ya bi hûrgulî hatî hesibandin nirxand û got, partiyek ku dixwaze dengên neteweperestan bi dest bixe dixweze partiyek ku ew wekî reqîbê xwe dibîne bigire û di vê mijarê de şîret li Dadgeha Destûrê dike. Duşunmez her wiha destnîşan kir ku dayîna mînaka girtina partiya Herî Batasûna li Spanyayê ya di îdianameya HDP’ê de xelet e û got: "Partiya Herî Batasûna ku bi ETA’yê re têkilî danî û partî ji ber sedema ku ev têkilî bi gotinên serokê xwe yê giştî ku gotibû 'Em ê bi rêyên qanûnî an neqanûnî, çi rewa be yan jî nebe, emê bigihin armanca xwe' hate girtin.

Lewre ji aliyê Îspanyayê wek dûvikê ETA’yê hatiye pejirandin. Bi vî aliyê we hate girtin, lê pêvajo bi heman rengî pêş neket. Li Tirkiyê HDP di rasteya destûra bingehîn de ye, partiyeke ku ji aliyê kesên ku bi rêyên yasayî li mafê xwe digerin hatî damezrandin û partiyek a gele ku rêziknameya wê jî li gorî vê şêwe girtiye.”

EGER HDP BIXWE XWE FESIX BIKE WÊ ÇI BIBE?

Duşunmez girtina HDP’ê wekî lîstokek bi nav kir û got: "Pêvajoya girtina HDP’ê bi daxwaza Dadgeha Bilind a Serlêdana Serdozgeriya Komarê ya ji bo karûbarê fermî û amadekirina îdianameyê anîn Dadgeha Destûra Bingehîn. 7 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn rasterast ji hêla Serokomar Erdogan ve hat hilbijartin. Dadgehek ku ji 15 endaman pêk tê û ji wan 3 ji parlementoya Tirkiyê û 5 endam jî ji aliyê Abdullah Gul ve hatine hilbijartin. Biryareke ku bi 10 kesan ve dikare were standin.

Eger daxwaza rasterast ya serokkomarê partiyê hebe û heta ev ji bo girtinê bes e. Ji ber ku dema ku em mirovên ji hêla Erdogan ve hatine wezîfedarkirin bifikirin, pîvana biryarê ya ji 10 kesan gengaz xuya dike. Ez nafikirim ku dadgehek ku ji hêla Erdogan ve bi şexsî hat tayîn kirin, bi piraniya endamên xwe, wê biryarek serbixwe bide. Lê belê li berçavgirtina pêvajoya qanûnî ya pêvajoya girtina HDPê, heke partiyek kesayetiya xwe ya qanûnî bidawî bike, ev pêvajoya girtinê pêşî li qedexekirina 687 kesan digire.

Ger HDP xwe fesix bike wê tenê darayiya wê dewrî xezîneyê were kirin. Ji ber vê yekê eger îro civata giştî ya HDP’ê biryara girtinê bide, wê îdianame vala derkeve û wê tenê bi darayiyên xwe li dadgeha qanûna bingehîn were darizandin.”

NE YEKEM CARE, HDP TIMÎ BIHÊZ BÛYE Û DERKETÎ YE

Duşunmez got: “Berê hewildanên girtina partiyek siyasî li ramana HDP’ê dihatin sepandin” û wiha dawî li axaftina xwe anî:“HDP ne berdewamiya van partiyan e, lê dema ku em li avahiya bingehîn temaşe dikin, ew partiyeke ku ji hêla kesên ji siyaseta çep tên hatiye damezrandin. Girtina HDP’ê wê nirxek zêde tevlî Tirkiyê neke û wê ji bo welatê me di dîrokê de bi tîpên reş were nivîsandin ku demokrasî tê de nîne.

Di encama girtina HDP’ê de bê guman wê HDP bihêztir bibe. Kevneşopiya siyasî ya Kurd her dem bi rejîmek çewisandinê re rû bi rû hatiye û HDP her dem bihêztir bûye û ji binê vê yekê derketiye. Ev gavek zirav ê siyasî ya hesabkirî ye û wê wekî wesîqeya şermê têkeve dîroka Tirkiyê.”