Endamên Asayîşa Êzidxanê bang li ciwanên Êzidî kirin

Endamên Asayîşa Êzidxanê, bang li ciwanên Êzidî yên koçber kir û got: “Wer in, bi yek helwestê û armacê têkoşînê bikin ku em li pêşiya dagirkirina xaka pîroz a Êzidxanê bibin asteng.”

Asayîşa Êzidxanê ya ji bo parastina gelê Şengalê, bibîr xist ku saziya asayîşê ji bo parastinê hatiye avakirin ji bo parastina Şengalê bang li ciwanên Êzidî kirin ku cihê xwe di nava asayîşê de bigirin û li gel wan tevger bikin.

Piştî fermana DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an ku Êzidiyan weke ‘Fermana 73’an’ bi nav dikin, Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) û Asayîşa Êzidxanê ya ku ji ciwanên Êzidî pêk tên hate avakirin.

JI BO CIWANÊ KOÇ KIRIN BANG

Endamê Asayîşa Êzidxan ê ji gundê Dûhel ê Şengalê Berxwedan Şengalî, xebatên heyî wiha nirxand: “Em weke Asayîşa Êzidxanê li gel hêzên YBŞ/YJŞ’ê bi hev re gelê Êzidî diparêzin. Ji bo parastina gelê xwe em pişta xwe nadin ti hêzan. Bi vîn û hêza xwe em Şengalê diparêzin û pirsgirêkên gelê Şengalê çareser dikin. Em ê li ser şopa şehîd bimeşin û tola wan hildin. Heta nefesa dawî em ê gelê Êzidî, şeref û namûsa wê biparêzin.”

Berxwedan bi van gotinan bang li ciwanên Êzidî yên koçber bûne kir: “Heta kengê hûnê li rondikên çavên dayikên Êzidî binêrin? Wer in, bi yek helwestê û armacê têkoşînê bikin ku em li pêşiya dagirkirina xaka pîroz a Êzidxanê bibin asteng.

Endamê Asayîşê yê ji Gundê Guhle Xelef Adîke jî wiha got: “Weke ciwanekî Êzidî li ser esasê parastina xaka Êzidxanê beşdarî hêzê asayîşê bûme. Armanca min parastina nirxên civaka Êzidî û astengkirina êrîşên li ser bên kirine. Ji ber vê divê hemû Êzidî xwe ji vê erkê berpirsyar bibînin.”

‘LI SER DAXWAZA GEL HATE AVAKIRIN’

Endamê Asayîşê Demhat Êzidî jî wiha anî ziman: “Heta niha bi sedan ferman li ser gelê me hatiye ji vana tenê 74 ferman tên zanîn. Hê zêdetirin. Parastina Êzidxanê erka me ye. Çareserkirina pirsgirêkên gel erka me ye. Li ser daxwazên gel asayîşa gund hatin avakirin. Endamên asayîşê ji gund bi xwe ne.”