Endama KJK’ê Rûken: Dema têkoşîna civakî hatiye

Zerrîn Rûken a ku di nav Koordînasyona KJK’ê de ye, diyar kir ku pêngava hatiye destpêkirin wê bi berxwedana girtîgehan negihêje encamê û got ku “Divê li Ewropa û Bakur em pêngavê veguherînin têkoşîneke civakî.”

Zerrîn Rûken a ku di nav Koordînasyona KJK’ê de ye tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê, encamên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê û çalakiyên gerîlayan nirxand.

Rûken derbarê pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ got ku “Ev pêngav ketiye qonaxeke nû. Divê ji niha û şûnde jî em birêxistin û xurt tevbigerin. Ez dikarim bibêjim ku di vê pêngavê de hêzêke erênî derketiye holê. Lê li Bakurê Kurdistanê ji ber pêvajoya hilbijartinê pêngav têra xwe nebû rojev. Divê Kurd û hêzên demokrasiyê bi çavê serhildaneke li dijî faşîzmê li vê pêvajoyê binihêrin. Ji ber ku ev faşîzm ne rêveberiyeke demdemî ye, ev faşîzma heyî hewl dide civakê jî bike faşîst. Grevên birçîbûnê di asteke krîtîk de ye. Herî dawîn Yonca Yuksek û Sîraç Yuksek çalakî li dar xistin û şehîd bûn. Gelo em ê van şehadetan çawa bisekinînin? Bi geşkirina berxwedana civakî re em dikarin van şehadetan bisekînin. Peywira sereke ev e ku em çalakiyên civakî û girseyî geş bikin. Divê em karibin hêza civakê derxînin holê. Şaşiyeke mezin e ku em bibêjin wê berxwedana li girtîgehan encamê werbigire. Divê hemû civak têkevin nav hewldanan. Li Ewropa û Bakurê Kurdistanê divê em vê pêngavê veguherînin têkoşîneke civakî. Divê çalakiyên wisa were kirin ku dewleta Tirk bitengije. Em ê jî tevî rêxistinên jinan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û di qada navneteweyî de em ê têkoşîneke berfireh bidin ber xwe. Em ê teqez tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin û em ê bi Rêber Apo re azad bijîn. Divê her kes bizanibe ku bi helwesta fedaîyane em ê bersivê bidin pêvajoyê. Ew ê faşîzm, mêtingerî û planên emperyalîst wê bi helwesta me ya fedaiyane têk biçe. Dema ku birayê Rêber Apo jî çûye serdana wî, Rêber Apo got ‘Va ye ez dijîm, te dît’. Rêber Apo jî ev berxwedan erênî dîtiye. Em ê jî vê pêngava xwe geştir bikin.”

Endama KJK’ê Zerrîn Rûken diyar kir ku li hemberî êrîşên şerê taybet divê berxwedan were geşkirin û got ku “Bi pêşengiya jinan vê xeta fedaî ya berxwedanê bi pêş ketiye. Berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, îro bandorek li ser faşîzmê kiriye û li qada navneteweyî belav bûye. Tevgera me derxistiye holê ku faşîzma AKP û MHP’ê dijminê hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ji ber ku faşîzma AKP û MHP’ê ji demokrasiyê ditirse û dizane ku paradîgmaya Rêbertî wê dawiya desthilatdariya wan bîne. Rêber Apo bûye hêviya hemû gelên azadîxwaz. Heqîqeta ku berxwedanê derxistiye holê, hê jî didome.

Li Sûriye û Iraqê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bandor li ser cîhanê kir. Paradîgmaya Rêber Apo ya li ser projeyên çareseriyê tevgera me li Rojhilata Navîn û cîhanê aniye asteke bi bandor. Tê dîtin ku faşîzma AKP û MHP’ê hevkarê faşîzma DAÎŞ’ê ye. DAÎŞ û El Kaîde ji bo hemû mirovayetiyê xetereyeke mezin e. Faşîzma AKP û MHP’ê heman xetereyê didomînin.Tecrîda li ser Rêber Apo ne bi tenê tecrîdeke fizîkî ye. Tecrîd nahêle ku fikrên Rêber Apo bigihêje ser civakê. Pêngava me jî ev e ku tecrîda li ser Rêber Apo ya di warê fîzîkî de were şikandin û rê were vekirin ku fikrên Rêber Apo xwe bigihîne civakê. Di 4,5 salên dawîn de Rêber Apo ji tu mafên xwe yên têkiliyê bi kar nayne. Têkiliya wî ya bi civakê re hatiye qutkirin. Em dizanin ku armanca sereke ya tecrîda li ser Rêber Apo ev e ku, hêvî û lêgerîna azadiyê ya jinan û gelên bindest were astengkirin. Ji ber ku pergala Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo ji bo hemû gelên cîhanê ye. Ji ber vê jî tecrîda li ser Îmraliyê berhemeke tifaqa hêzên emperyalîst e.”

ENCAMÊN HILBIJARTINA 31’Ê ADARÊ

Endama KJK’ê Zerrîn Rûken derbarê hilbijartina 31’ê Adarê jî got ku “Derketiye holê ku stratejiya hilbijartinê, stratejiyeke rast e. Bi stratejiya hilbijartinê re faşîzma Erdogan û Bahçelî derbeke mezin xwariye. Divê em bizanin ku faşîzma AKP û MHP’ê piştî vê têkçûnê wê êrîşên xwe zêdetir bike. Ji ber vê jî divê em têkoşîna xwe geştir bikin. Dewlet ji bo ku di siyaseta qirkirinê de encamê bistîne wê israr bike. Lê hêza ku Kurdan û hêzên demokrasiyê derxistine holê, baweriya têkoşînê geştir kiriye. Em ê encamên erênî yên polîtîkaya hilbijartinê ya HDP’ê di demên pêş de bibînin. Ev bandor wê bidome jî. Divê em têkoşînê ji vê derê geştir bikin. Li Kurdistanê jî hilbijartin di navbera dewlet û hêzên azadiya Kurd derbas bûye. Careke din derket holê ku hilbijartin li Kurdistanê wekî polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Ligel hemû êrîşan, encameke baş hate stendin lê di warê pêşîlêgirtin û têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet kêmasî hene. Polîtîkayên qirkirinê yên dewletê eşkere ye lê divê were dîtin ku tiştên divê me bikira jî, me têra xwe nekiriye. Li Botanê qirkirineke fîzîkî û li Dêrsimê jî qirkirineke spî hatiye kiriye. Hewl tê dayîn ku li Botanê Kurd nemînin. Divê em van polîtîkayan bi gelê xwe re bidin fêmkirin û divê em têkoşîn û xwerêxistinkirina vê derê geştir bikin.

Tişta ku li ser xeta sînor pêk hatiye jî, ne hilbijartin e, tevgera dagirkirina Kurdistanê ye. AKP wekî DAÎŞ’ê qirkirin û mêtingeriyê didomîne. Lê faşîzma AKP û MHP’ê ligel hemû xebatên şerê taybet, derbeyeke mezin xwarine. Têkçûna AKP’ê serkeftina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hemû hêzên azadîxwaz ên Tirkiyeyê ne. Bi vê têkçûna AKP’ê re, pêşiya xetereyekê hatiye girtin.”

EM JI PÊVAJOYEKE KRÎTÎK DERBAS DIBIN

Rûken diyar kir ku paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo îro li Rojava û li hemû cîhanê li nav civakan belav dibe û got ku “Ji ber vê jî dema ku têkoşîna me bi ser bikeve, em ê textên hegemonyaya navendî û kapîtalîzmê hilweşînin. Erê, em ji pêvajoyeke krîtîk derbas dibin, dijminên me jî êrîşên xwe zêde dikin. Lê kêşê û problemên me jî hene. Yek ji problema me ya sereke ev e ku, em nikarin têkoşînê li civakê belav bikin. Di têkoşîna civakî de, divê civak hemû têkevin nav hewldanan û civak saziyên xwe bi rê ve bibin. Ji ber ku faşîzm her diçe, civakê bênefes dihêle.

Di heman demê de gel xwedî li xeta neteweya demokratîk a Rêber Apo derdikeve. Ji ber ku azadiya gelên Rojhilata Navîn, tê wateya azadiya Kurdan û jinan. Serkeftina sereke ya têkoşîna me, azadbûna Rêber Apo ye. Vê pêngava me, serfirazî daye pêşiya xwe. Têkoşîna me ya civakî, dikare vê tecrîdê bişkîne.

ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN GELEKÎ GIRÎNG E

Bi destpêkirina biharê re, gerîlayan jî dest bi çalakiyan kir. Gerîla bi taktîkên nû û çalakiyên bi bandor, derbên giran li dewleta Tirk dixe. Dijmin di vî şerî de pişta xwe dispêre teknîkê lê çalakiyên gerîlayan gelekî girîng e, em van çalakiyan silav dikin. Gerîlla ji bo dahatûyeke azad şer dike û dewleta Tirk hejmara mirî û birîndarên xwe vedişêre. Gelê me wê tevî gerîlayên azadiyê, wê azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê pêk bîne. Pîvana azadiyê, parçekirina şertên esaretê yên Rêbertiyê ye.”