Encamnameya Kongreya 8. a Asayî ya KCD'ê hate eşkerekirin

Di encamnameya Kongreya 8. a Asayî ya KCD'ê de hat ragihandin, ku Ocalan garantiya azadî, wekhevî û aştiyê ye û bang li raya giştî ya neteweyî û navneteweyî kir.

Encamnameya Kongreya 8. a Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hate eşkerekirin.

Encamnameya kongreyê wiha ye:

'TECRÎD DARBEYA LI DIJÎ GELÊ KURD E'

"8'emîn kongreya me ya KCD'ê; li hemberî hewldana darbeya sivîl a AKP'ê ku piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê bi têkoşîna hevpar a hemû beşên civaka vala hat derxistin û xwest bi Rewşa Awarte û biryarnameyan faşîzmê xurtir bike, bangewaziya bilindkirina têkoşîna demokrasiyê û tevkariyê li hemû hêzên demokratîk kir.

8'emîn kongreya me ya KCD'ê; bi bîr xist ku ji bo polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê meşandin bi encam bikin, zêdetirî 2 sal in bênavber li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîdê dimeşînin û vê jî wekî plana stratejîk xistine dewrê. Her wiha gel, ev tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin wekî vîna xwe qebûl dike û wê wekî darbeya li hemberî vîna xwe dinirxîne.

8'emîn kongreya me ya KCD'ê; azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan wekî azadiya xwe dibîne û bi vê hişmendiyê ev mijar kiriye bingeha xebatên xwe û tecrîdê wekî xeta sor a gelê me destnîşan kir. 

'OCALAN MISOGERIYA WEKHEVÎ, AZADÎ Û AŞTIYÊ YE'

8'emîn kongreya me ya KCD'ê; ji bo aştiyeke rastîn û birûmet a ku azadî, dad û wekhevî misoger dike û misogeriya vê yekê di rastiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan de derbas dibe. Ji bo dîtina vê rastiyê bangewziya hestyarî û tevkariyê li raya giştî ya navneteweyî û neteweyî hatiye kirin.

Bi vê re kampanyayên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan li Kurdistan û dinyayê hatiye destpêkirin. Bangewaziya tevkariyê di serî de li gelê Kurdistanê û yên dîasporayê dijîn, saziyên demokratîk, raya giştî ya navneteweyî û neteweyî dike.

8'emîn kongreya me ya KCD'ê; pêkanînên girtin û binçavkirina parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên Kurd ên bi vîna gelê me hatine hilbijartin, şandina qeyûman a li ser şaredariyên me yên ku bi kedeke mezin hatine bi destxistin, polîtîkayên çewisandinê yên li ser rêxsitinên sivîl û karsazan wekî qirkirina siyasî dibîne. Vê yekê wekî gelê Kurd û dînamîkên rewa li derveyî siyaseta demokratîk bihêlin û tê xwestin ku polîtîkayên bêbingeh û ne rewa yên wekî 'avakirina hêzên siyasî' pêk bînin, dinirxîne.

8'emîn kongreya me ya KCD'ê; bal kişand ser cînayetên jinan ên di faşîzma AKP-MHP'ê de zêdetir bûye. Destnîşan kir ku destketiyên civakî û siyasî yên bi têkoşîna jinan hatine destxistin pêşkêşî aqlê zayendîparêz-dewletparêziyê dike. Ji bo pêşiya rola pêşengiya jinan a di têkoşîna azadiyê de asteng bike û  hemû tevgerên demokratîk ên jinan ji holê rake, li hemberî sazî, rêveber û endamên wan operasyonên topyekûn hatine destpêkirin. Ew biyardarî û vîna ku wê ev operasyon bêencam bimîne careke din derket holê.

BANGA HESTYARIYÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN

8'emîn kongreya me ya KCD'ê; polîtîkaya topyekûn a tinekirin û jiholêrakirinê ya faşîzma AKP'ê ku li ser erdnîgariya Kurdistanê û li hemberî gelê me yê sivîl tê meşandin şermezar kir. Bal kişand ser ev polîtîkaya ku wekî polîtîkaya dewletê xistine dewrê û  cînayetên "kujerên wan nediyar" ên di salên 90'î de pêk hatin nûjen dikin û bi awayekî vekirî xwedî lê derdikevin. Cînayetên bi balafirên SÎHA'yên  li hemberî gelê me dane destpêkirin, kedkarên Kurd ên ji bo xebatê diçin metropolan û li wir bi kuştin û lîncê re rû bi rû dimînin. Di serî de gelê me, derdorên demorkatîk û raya giştî ya navneteweyî û neteweyî dikin ku li hemberî van pêkanînan bi hestyarî tevbigerin.

8'emîn kongreya me ya KCD'ê; bal kişand ser rewşa bi sedhezaran karker, kedkarên cemaweriyê, siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, kedkarên çapemeniyê û ji hemû beşên civakê yên bi biryarnameyan ji kar hatine avêtin. Hat gotin ku  tevkarî û têkoşîna bi wan re di aliyê gelê me de nirxê me yê hevpar û di berpirasyariya me de ye. Di vê derbarê soza têkoşînê hat dayîn."

Di encamnameyê de polîtîkayên dijminane yên li dijî îbadetxaneyên Ermenî, Suryanî, Êzidî û Elewî hatin şermezarkirin û hat ragihandin, ku êrîşa nîjadperestî ya li hemberî cenazeyê Hatûn Tûglûk, encama polîtîkayên zîhniyeta AKP'ê ye.

Di encamnameyê de lenet li polîtîkayên hilweşandin û qirkirina li bajarên Kurdan tên kirin hate anîn û hat destnîşankirin, ku daxwaza xwerêveberiyê daxwaza herî rewa û xwezayî ya gel e. Êrîşên li hemberî Heskîf, Sûr û hemû berhemên civakî, dîrokî û çandî hatin şermezarkirin.

'EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN BERXWEDANA GIRTIYAN'

Di encamnameyê de li ser faşîzma li girtîgehan û referandûma li Başûrê Kurdistanê wiha hate gotin:

"8'emîn kongreya me ya KCD'ê; nirxand ku faşîzma AKP'ê hovitî û îşkenceya dermirovî ya ji hêla rejîma darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê ve li hemberî gelê me yê avêtin zindan pêkanîn, dîsa xistiye meriyetê. Rejîma faşîst a 12'ê Îlonê li gorî polîtîkaya civaka yektîp ava bikin, bi Îşkence û çewisandinê li ser girtiyên siyasî cilên yektîp ferz kirin. Girtiyên siyasî bi berxwedana xwe ya bêhempa ev hewldan vala derxist. Niha jî faşîzma AKP'ê hewl dide vê yekê bi bîr bîne. Bi biryardariyeke xurt hat destnîşankirin ku li hemberîn polîtîkayên yektîp bi hêzên demokratîk re bi berxwêdêrên zindanan re ne û di vê çarçoveyê de banga li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku bi hestyarî tevbigerin û xwedî li berxwedêrên zindanan derkevin.

REFERANDÛMA LI BAŞÛR

8'emîn kongreya me ya KCD'ê; gef, şantaj û çewisandinên dewletên herêmê yên li hemberî referanduma serxwebûnê ya ku di 25'ê îlonê li başûrê Kurdistanê bê lidarxistin bi tundî şermezar kir. Destnîşan kir ku bi gelên me yên Başûr re di nava tevkariyê debin. Wekî hemû gelên dinyayê, mafê gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê heye ku çarenûsa xwe diyar bike û ev yek rewaye, mafekî ku kes nikare li dijî wê derkeve û li gorî mafên gerdûnî ye.

Em di wê baweriyê de me wê gelê me yê başûrê Kurdistanê vîneke xurt ji vê referanduma serxwebûnê derxîne holê û wê ev yek ji bo xurtkirina Yekîtiya Neteweyî bibe bingehek. Parvekirina vê bi hemû gelê me re wekî peywir û berpirsyarikê ji xwe re dibîne. 

Kongreya me bi van daxwaz û baweriyên anî ziman re; rexneyên xwe yên li ser şêweya  biryargirtina referandumê aniye ziman. Bi taybetî divê parlamentoya başûrê Kurdistanê bê xebitandin. Ji ber ku biryara referandumê nekirine biryara hevpar a hemû partiyan û bingeha wê bi rêbazên beşdarbûnî û demokratîk nehatiye xurtkirin, wekî kêmaniyeke gelekî girîng derdikeve pêş. Bi vê re kesên pêşengiya gel dikin û partiyên siyasî di mijara ku çarenûsa hemû gelê me diyar dike divê biyardarî û vineke hevpar derxin holê û ev yek ji bo berjewendiya gelê me jiyanî ye. Ji ber vê yekê divê parlamenta başûrê Kurdistanê were şixulandin û bi hemû derdoran re vîneke hevpar derxin holê. Divê biryareke wisa stratejîk a referandumê bike karê parlamentoyê û hat destnîşankirin ku ev yek demokratîk û jiyanî ye. Ev rêbaz, biqasî di aliyê siyasî de divê din av raya giştî ya navnetewyî û neteweyî de bigeheke xurt biafirîne û bide qezenckirin. Hat destnîşankirin ku bi ruhê Yekîtiya Neteweyî êrîş û zextên bên kirin vala bên derxistin.

Her çiqasî dereng be jî, Parlamenta Başûrê Kurdistanê ji bo referandumê di 15'ê Îlona 2017'an kom bû û biryara referandumê kirin biryara hevpar a parlamentê, geşedaneke girîng û erênî hat nirxandin. "

ROJAVA Û ROJHILAT HATE SILAVKIRIN

Di dawiya encamnameyê de wiha hate gotin:

"8'emîn kongreya me ya KCD'ê; anî ziman ku şoreşa Rojava a ku bandoreke mezin li ser erdê Sûriyeyê kiriye û veguheriye Federasyona Sûriyeya Demokratîk a ku hemû gelan din ava xwe de dihewîne û ev têkoşîn rê li ber kelecaneke mezin vekiriye û hêzeke mezin û moralê ji van geşedanan digire.

Dîsa, operasyonên rejîma Îrana dagirker a ku li hemberî gelê me yê Rojhilat hatine destpêkirin bi tundî hat şermezarkirin. Biryara ku li cem têkoşîna gelê me yê Rojhilatin derketiye holê. 

8'emîn kongreya me ya KCD'ê; nirxandina ku Rojhilata Navîn ketiye pêvajoyeke jinûve sererastkirin û veguherînê hat pêşxistin. Tespîta ku ev pêvajo ji bo azadiya gelê me derfetên mezin derxistiye holê, hat kirin. 

Baweriya ku di aliyê leşkerî, siyasî, vîna rêxistinkirî û tecrubeya civakî ya gelê me ev derfetên derketine holê bi awayekî baş bi kar bînin, hat ziman. Gelê me yê li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat dîn di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de destkeftiyên mezin û dîrokî bi dest xistine û bi van derfetan re biryardarî û moraleke mezin derketiye holê.

YEKÎTIYA NETEWEYÎ

8'emîn kongreya me KCD'ê; anî ziman ku ev destketî û geşedan hiştiye ku gef û dijminatiya dewletên dagirker a li hemberî gelê me kûrtir bûye. Ji ber vê yekê bang li hemû saziyên Kurdistanî dike ku li hemberî ev gef û dijminatiya li ser gelê me tê meşandin bi hestyarî tevbigerin. Ji ber vê yekê Yekîtiya Neteweyî ji her demê bêhtir watedar bûye û ji bom e bûye jiyanî. Li ser vê bingehê şêwira yekîtiya neteweyî ya li Silêmaniyê pêk hat gelekî girîng dibînin û divê ev xebat were kûrkirin. Daxwaza vê xebatê bi Kongreya Neteweyî were tacîdarkirin, ew refleks, bîr û baweriyeke mezin ê hestên Kurdistanî derxist holê."