Encamnameya konferansê MUB’ê

MUB’ê encamnameya konferansa xwe ragihand û got, ‘’gelê Sûryanî-Asûrî-Aramî-Keldanî li Sûriyê û Iraqê gav bi gav digihije statûyeke bi vîn û nasnameya xwe’’

Konseya Netewî ya Betnahrîn (MUB) encamnameya konferansa xwe ya 9. a ku 28-29’ê Gulanê pêk anî ragihand.

Di danezanê de hate gotin bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan felsefeya avakirina jiyana azad ronî dike, ji bo çewisandiyan dibe hêvî.

Di danezanê de hate gotin, ‘’gelê Sûryanî-Asûrî-Aramî-Keldanî li Sûriyê û Iraqê gav bi gav digihije statûyeke bi vîn û nasnameya xwe. Her ku berxwedana azadiyê ya gelên Betnahrînê zêde dibe, DAIŞ  û paşmêrên wê têk diçin. Bi vî rengî jî dawiya sîstema yek reng û tarî ya ku li ser gelên Rojhilata Navîn hatî ferzkirin tê û komê dînî digihijin wî mafî ku bikaribin xwe bi rê ve bibin.’’:

BIRYAR

Di danezanê biryarên ku hatine stadin:

 ‘’1-Divê li dijî siyaseta koleker û înkarkir a li ser gelê me têkoşîn were dayin û di her platformê de temsîla wê were kriin.

2-Ji bo ku gelê me li Sûrî û Iraqê bikaribe xwe bi rê ve bibe û bi gelên dî re bibe xwedî heman pozîsyonê û ji bo statûyeke netewî divê li hemû qadan têkoşîn were dayin.

3-Divê li welêt û li derveyî welêt rêxistiniya jinê bêhtir were geşkirin û hişmendiyên li pêş wê divê ji holê werin rakirin.

4-Divê di navbeyna têkoşîna me û hêzên ewlehiya gelê me de koordînasyon were avakirin.

5-Bêyî ku cudahiya nav, mezheb û herêmî were kirin divê hemû partî, rêxistin, saziyên gelên me yên Suryanî-Asûrî-Aramî-Keldanî li ser zemîna netewî û ji bo armancên hevpar gav werin avêtin.

6-Ji ku bi gelên cîran re jiyaneke hevpar û wekhev were jiyîn divê tifaq werin danîn.

7-Divê daxwazên azadî, heq û hiqûqe ya gelê me li platformên navnetewî were temsîlkirin. Ji bo vê jî divê têkiliyên dîplomatîk werin pêkanîn û alîkarî were xwestin.

8-Di şerê dijî DAIŞ’ê de divê eniya bi Kurd, Ereb û gelên dî re hatî danîn were xurtkirin û bi koalîsyona navnetewî re divê koordînasyon û tifaqek çêbibe.’’